Ji navnîşanên naveroka pirtûkê diyar e ku lêkolîner Ebdusselam Elî
Es`ed li ser hemû mijar û babetên Melayê Cizîrî bi hûrbînî rawestiya ye,
baş nebaş, gelekî hindikî, ew mijarek din e, li gel ku di rûpela 69an
de û di bin navîşana “Babetên helbestên Melayê Cizîrî” de nivîsandiye;
sê babetên sereke di helbestên wî de hene, ew jî ev in: “hezkirina
Xwedayî, meya sofî û ramanên felsefî”.
Navnîşanên pirtûkê balkêş in,
gelek in, pirtûkên dibistanên seretayî tînin bîr û bala mirov. Lêkolîner
dikarîbû navînîşanan kêm bike wek navnîşana “Pesnê dilberê”(R99) û
“Azarên evînê”(R77) û “Işq û ciwanî”(R24) di bin yek navnîşanê de
binivîse.
Lêkolîner navnîşan û babetên pirtûkê tev li hev kirine û ne
di rêzê de danîne, wek “Dibistanên Cizîrî”(R39) û “Jiyana Melayê
Cizîrî”(R42) û “Şiroveyên dîwana Melayê Cizîrî”(R49) û “Derbarî dîwana
Cizîrî”(R51), gerek di destpêka pirtûkê de bana. Ji bo ku vê meseleyê
bêtir piştrast bikim, di rûpela 24an de, di bin navnîşana “Işq û ciwanî”
de, ne Işq û ne evînê nade danasîn, li gel ku li ser Işq û evîna Melayê
Cizîrî daxêve, lê diçe di rûpela 111an de, ya di bin navîşana “Beşên
evînê” de, nivîsandiye: “Berî em beşên evînê li nik Cizîrî berçav bikin
gerek e em danasînê bi evîn û işqê bidin. Evîn çi ye? Evîn ew e: du
dilên hev bikêşin û li hev bi banin û bi dîtina hev kêfxweş bibin û
bêriya hev bikin, ev jê re tê gotin evîn. Işq ew e: dema evîn di dil de
gur dibe û evîn mirov destgîr bike, yan jî evîna dijwar e ango işq
blindtirîn asta evînê ye”.
Lêkolîner Ebdusselam Elî Es`ed du nasnavan
dide Melayê Cizîrî, yek jê li ser bergeya pirtûkê ye “MELAYÊ CIZÎRÎ
Şêxê aşiqan” e, û nasnavê din di “Pêşgotina Daner” de, rûpela 8an de wî
wek “mîrê aşiqan Melayê Cizîrî” bi nav dike. Û bi texmîna min wiha çê
nabe, yan tu yê wek lêkolîner nasnavekî tenê bikarbîne û yan jî, belkû
ne ji mafê herkesî ye li ser kêfa xwe nasnavan li kesayetiyên dîrokî û
navdaran bike, gerek navendên lêkolînan wê yekê bikin.
Dema Daner
helbestan şirove dike, û xwezî şiroveyên wî ji wiha dirêjtir bana, ji
ber dema helbestan şirove dike, yan jî dema nerîna xwe di mijarên Melayê
Cizîrî derdibire gelek baş dibêje, mijarê têr dike, şiroveyên wî jî
xweşik in, wek dibêje ku ji evînê pêve tiştekî din di dilê sofiyan de
tune, ji ber ku kesê sofî tiştan bi dilê xwe dibînin.
Lêkolîner di
rûpela 13an de gotina belkî bikartîne. Bi texmîna min di lêkolînan de
qedexe ye gotinek wisa bê bikaranîn, divê her tişt bi belgeyan
piştrastkirî û bi belge be, wate, şek û guman li ser bûyer û
serpêhatiyên dîrokî nemîne, karê lêkolîneran ew e ku gotina belkî
nehêlin û li şûna wê tekez bikin.
Di rûpelên 14-15an de Daner diyar
dike bê Melayê Cizîrî ketiye bin bandora kîjan rêçika sofîtiyê, Daner
navê dibistan û rêçikan bi nav dike, tê fam kirin ku Daner dixwaze bêje
ku Melayê Cizîrî neba Sofî, feqe, mele û yan jî neketiba bin bandora ola
Islamê, wê bi wî şêwazî nenivîsanda, belkû işqa Xwedê lê nedaba û qet
helbest jî nenivîsanda.
Di rûpela 18an de, Daner qala
Bedî`uzeman(Se`îdê Nûrisî) dike. Nûrisî hewl dabû helbestên Melayê
Cizîrî şirove bike, lê piştî rastî vê malikê tê “Vê mûemayê çi zanin,
sed mela û muste`îd”, dev ji şirovekirina dîwana Melayê Cizîrî berdide,
wek yekî bêje ez ne di wê astê de me ku helbestên Melayê Cizîrî şirove
bikim. Mebesta lêkolîner ji vê yekê ew e; dixwaze bêje ku helbestên
Melayê Cizîrî di astek gelekî blind de hatine nivîsandin, û ne yê zana û
têdgihiştî be ji helbestên wî fam nake, ango xwestiye pesnê Melayê
Cizîrî bide. Mirovek dikare bipirse, û pirs ji mafê herkesî ye; eger
Nûrisî nikarîbû, çawa tu dikarî?
Berî dest bi xwendina pirtûkê bikim,
min digot qey wê pirtûk hemû li ser têkiliya Melayê Cizîrî bi Xwedê re
be, işq û evîna ji Xwedê re, û ka gelo mebesta Melayê Cizîrî ji işq û
evînê Xwedê ye yan Selma ye wek jin. Daner baş li ser vê xala girîng
diraweste, lê nebes, pêwist bû ji wilo bêtir ev mijar zelal û şirove
bikira, çimkî ji bo her kesî ew têkilî zor e, ne zelal e û baş nayê fam
kirin. Di vê derbarê de Daner li ser felsefeya Cizîrî diraweste û dibêje
ku ew têkiliya di navbera Xwedê û mirovan de ye, ku binyada wê
pêwendiyê jî evîn e, û ji bo ku mirov ji Xwedê hez bikin, rabû Xwedê
mirov û zemîn û asman afirand daku, hemû bo dîdara Xwedê bikin, vê
malikê wek nimûne tîne;
Roz û şeb her seyrî dîdara te tên
Nakirin ew dewr û seyranî xelet
Bi
texmîna min, ev babeta sereke ye di helbestên Melayê Cizîrî de, bes e
ku lêkolîn û pirtûk li ser vê bên çêkirin. Ji ber ku Xwedê xweşik û
ciwan e, û ji ciwaniyê hez dike, em mirov xweşik û ciwan afirandin daku,
em jê hez bikin, em wek Melayê Cizîrî bibin aşiqê Xwedê, û yê ku bibe
aşiqê Xwedê wê tim mest û serxweş be di evîna Xwedê de, wê wek perwaneyê
li ber agirê evîna Xwedê bê sotin. Lêkolîner jî dibêje ku piraniya
helbestên Cizîrî ser işq û ciwaniyê ne, û girêdanek suriştî di navbera
işq û ciwaniyê de heye, êdî, ji ber ku Xwedê xweşik û ciwan e em mirov
dibin aşiqê Xwedê û jê hez dikin. Daner du nimûneyan tîne;”diyar e ku yê
Xwedê di rêka ciwaniyê de nas kir, giha cîgehê mayînê(beqa-ê), û di gel
hizkirê xwe bû yek û ev armanca wî ya dawî bû, lewra deng jê nayê. Lê
yê ku Xwedê di rêçika meznahiyê de nas kir û tirs lê peyda bû, negihişt
wî cîgehî û gihişt cîgehê tinebûnê(fenaê), lewma bi ah û fîxan e”.
Hema hema, hemû helbestên Melayê Cizîrî dibin nimûne ji bo vê babetê:
Ger çi bilbil cewherê zatê dil e
Lê gulê rewneq ji işqa bilbil e
Her wiha;
Nehtibûn hukmê sîfatan ew ji zatê lem yezel
Aşiq û me`şûqî yek bûn şem`û hem perwane bû
Husn û hub zatê qedîmin lê cuda bûn ew ji yek
Lê niha ismê hidûsê hikmet û tefsîl we bû
Ciwanî
û evîna rasteqîn ji mêj ve yek bûn, berî zemîn û asman û insan bên
afirandin, ango evîn dildar bû û ciwanî dilber bû, mîna têkiliya di
navbera şemal û perwaneyê de, wate; Xwedê dilber e û Melayê Cizîrî
dildar e, Melayê Cizîrî bûye aşiqê Xwedê.
Bi husna ehseni teqwîm û zahir sûretê zatî
Nezer dê`elemel esma û batin eynê mir-atî
Aşiq û me`şûqê elheq herdû mir-atê yekin
Lew di eslê cem`ê da eslê qedîm ayîne bû
Xwedê
mirov di ciwantirîn û baştirîn gewd e çêkir, dêmek mirov neynik e
ciwaniya Xwedê têde diyar dibe. Di rastiyê de dilber û dildar yek neynik
in, ji ber di binyada xwe ya kevn de yek neynik bûn. Ronahiya Xweda di
ciwaniya mirovan de diyar dibe, dêmek Xwedê mirov afirandin da ku
ciwaniya xwe di wan de diyar bike û eger ne wisa ba, dê çawa mirov biba
hezkirê Xwedê û wê Xwedê nas kiriba.
Yek di zatê sur şêrînan bû cemal û husn û sur
Yek di qelbê ehlê dil nar û celal û cezbe bû
Xweda
du sîfatên xwe dan mirovan, ciwanî û evîn. Yek ji wan bû para dilberan
wek jin û ya din bû para dildaran wek mêr. Ciwanî kir para jinên xweşik û
şêrîn, û evîn kir para mêran ku agirê wê dilan disoje.
Encama vê
têkiliya di helbestên Melayê Cizîrî de diyar dibe, ku jin û mêr ji
hevûdu hez bikin, ew e ku têkiliyên civakî li ser evîn û hezkirinê ava
bibin, êdî wê civak qet rastî arîşeyan neyê û wê nakokî û alozî qet
dernekevin pêş.
Xala dawî di vê babetê de. Lêkolîner li ser xalek
balkêş û giranbuha radiweste û şirove dike ku Melayê Cizîrî tuxmê pêncan
ku Işq e, li çar tuxmên bingehîn yên ku hebûn ji wan pêktê, av ba, ar û
erd zêde kiriye;
Me cewher insirek xamis numa îro di tali`da
Di vê teqwîmê insanî li tali`bûne fal ebrû
Daner
di rûpela 32 û 33an de diyar dike ku Melayê Cizîrî tuxmê pêncem ku işq e
wek tuxmekî bingehîn li çar tuxmên ku hebûn ji wan pêktê zêde kiriye û
dinivîse ku işq nîvişkê jiyanê ye, û jiyana ku işq têde tune be bê wate
ye û ti xweşiya wê nîn e. Lêkolîner qala Zeradeşt nake û nabêje ku
herçar tuxum li ba Zeradeşt pîroz bûn, lê qala feylesûfê Yûnanî
Embadoqlîs dike û wî dike xwediyê nerîna çar tuxman.
Pirtûk dikare
bibe destpêka lêkolînek mezin û dirêj. Hema hema Melayê Cizîrî li ser çi
helbest nivîsandibin, Daner li ser rawestiyaye û bi helbestan piştrast
kiriye, wek çawa Melayê Cizîrî pesnê xwe dide, dema dibêje;
Ger lu-luê mensûrî ji nezmê tu dixwazî
Wer şi`rê Melê bîn, te bi Şîrazî çi hacet
Melayê Cizîrî pesnê xwe dide û dibêje ku pêdiviya te bi Şîrazî tune dema ez hebim.
Pêşniyara
lêkolîner li cihê rêzê ye dema dibêje: eger Cizîrî ne kurd ba wê
xelatek wêjeyî ser asta cîhanê bi navê wî heba, lê mixabin ji ber ku bê
xudan e xemsariyek mezin derheqê wî de çêbûye.
Li dawiya dawî, bi
hêvî me ku ne lêkolîna dawî be di derbarê Melayê Cizîrî de, ji dostê xwe
Selam Darî rica dikim ku di lêkolîna bêde sûdê ji her şeş şiroveyên
heyî bibîne, û ne du şirove tenê, ya Zivingî û Hejar, wek ku di pirtûkê
de nivîsandiye ku tenê herdû şirove gihiştine wî, daku pirtûk û lêkolîn
dewlemendtir be.
02/02/2022
www.qadoserin.com