Sereke | Beş Ereb | Beş Çand | Gotarek Rke | Erşv

Sereke

Ger



 

 
 

Helbest u pexan: Payz! Em li Hviya Payzxra te ne

 



Konê Re

Payîzê! Di van rojên te de
Beriya Mêrdînê,
Di nav toz, ecac û tirabêlkê de xuya dike..
Deta Hesinan,
Bi keriyên koçerên Mîran hatiye dagirtin..


Ebe û alikên xelkên Deta Xelef Axa,
Li ber ba dilîzin û li hev digerin..
Û her roj, em di govenda ehîdekî,
Du ehîdan de dîlanê digerînin..
Erê Payîzê, em li hêviya te ne ku tu,
Payîzxêrê bi ser me de bibarîne..!
Min digot; tu nîvbihareke,
Di rojên te de, wê payîzxêr bibare..
Wê koçer ji zozanan berê xwe bidin gerimyanan..
Wê qaz û quling li warê xwe vegerin û
Welatiyên bê cih û war, bi war bibin..
Min nizanîbû ku wê,
Kerwanê miextî û zîvariyên welatê min
Roj bi roj pirtir bibin,
Evîndar, bê yar bimînin û
Virok û keysebaz bi yar bibin..
Erê, ji min werê tu Payîzxêreke..
Ha ho payîzê, va tu cardî hat!
Hêjî hejmara jin û keçan
Di kolanên bajarê min de
Zêdetir dibin..
Dêmê biyaniyan ji yê beyaniyan
Pirtir dibin..
Destê evîndar û yaran, bêtir ji hev qut dibin..
Toz û ecacokên te yên xapînok gurtir dibin..
Û Çavên me li hêviya payîzxêra te,
Qerimîn, qerimîn..
Belê Payîzê!
Em li hêviya payîzxêra te ne..
Baranê bi ser me de bibarîne.


 
Gotar Nerne Xwediy Xwene
 

Puann Ney

Asta Dengan: 3.66
Bi Tevah Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide v dengdan:

Her ba
Pir ba
Ba
Ne xirab
Xirab

Vebijark