Konê Reş Min li dor kesên sax nenivîsandiye, belê Mela Hadî bi bêdengî û reseniya xwe hişt ku ez li pey bigerim û vê panoramaya bi lez û bez li dor dîtina xwe pê re binivîsim.. Ji mêj ve min navê wî dibihîst.. vê paşiyê, çend carekî, ji dûr ve, çav pê diketim û min dixwest carekê pê re sihbetê bikim.. Ta ku di êvara 6/6/2021ê de, min li deriyê mala wî xist.. Kebaniya wî derî vekir, piştî silavê û bixêrhatinê, min got; seydayê Mela Hadî li male? Got, belê, jê re bêjim kî ye? Min got; bêje Konê Reş e.. Beşişî û li min vegerand; Ser çava.. Min got; ma tu min nas dikî? Got; min navê te bihîstiye.. Seyda li nûçeyên Rûdawê temaşe dike.. dibêjin 5 pêşmerge şehîd ketine..! Di wê kêlîkê de Mela Mahdî hat.. dema çav bi min ket, beşişî û ji min re got derbas be mamoste derbas be.. Ser sera.. Ehlen wesehlen Konê Reş..
Mela Hadî, ez derbasî odeya mêvanan kirim.. Bi derbasbûna wê odeyê
re, çav bi wêneyê Barzanî nemir ketim ku, di sînga odeyê de daliqandî
ye, li herdû kêlekên wêneyê Barzanî, wêneyê Apo Osman Sebrî, Şêx Maşûq û
wêneyê birayê wî Mela Mihdî cih digirtin.. Min di dilê xwe de got;
reseniya wî ji van wêneyan diyar e.. hatina min di cihê xwe de ye..
Bi vexwarina çayê re, min kurmanckî xwe pê da naskirin û di encam de,
ez pê re li her 84 buharên jiyana wî vegeriyam; çiyayê Omeriyan, gundê
Bizgûrê û Berzenciyên navdar.. Di warê xebat û têkoşîna wî ya siyasî de,
pê re li odeya gundê Girzîn û komunîstan vegeriyam û min li serboriya
wî a kurdperweriyê guhdarî kir.. Ji min re got: "Em kurd bûn.. partiyên
kurdan nebûn.. ji bo kurdayetiyê ez jî, di destpêkê de wek seydayê
Cegerxwîn mêldarê komunîstan bûm.. lê di sala 1956an de dema ku me
bihîst şairekî kurd bi navê (Hejar), ji komara Mehabadê revya ye, hatiye
Tirbespiyê ye.. Ez û Hesenê Mihdî çûn dîtina wî.. me ew dît.. Wê hingê
giyanê kurdewariyê ji berê bêtir di hinavê min de mezin bû û ketim
deryaya siyasetê de.. Vê dawiyê min naskir ku siyaset bêhnek fireh jê re
dive.." Mela Hadî; ji min re qal û behsa gengeşiyên ku wan salên
berî Alpartî bê damezirandin kir.. Nexasim ew axaftin û miçorgeyên ku di
navbera kurdên komunîst û kurdperweran de dibûn.. Ji min re behsa
Cegerxwîn, Mela Şêxmûsê Qerqatî, Mela Şêxmûsê Şêxî, Mela Hesenê Kurd,
Mela Remezanê Berzencî, Mela Ehmedê Namî kir.. û got: "Bi damezirandina
Alpartî re sala 1956/1957an, gelek kurdên ku ji bo kurdayetiyê bibûn
komunîst jê vegeriyan û bûn partî.." Û çîroka xwe û damezirandina
yekemîn malika Alpartî li Qamişlo bi alîkariya hevalên xwe wek Hesenê
Mihdî re anî ziman.. Herwiha serpêhatiya xwe ku du caran bi Apo Osman
Sebrî re hatiye girtin ji min re da zanîn.. Gelek caran di nav
axaftina wî re navê Osman Sebrî, Reşîd Hemo, Mihemed Elî Xoce, Şewket
Henan, Dr. Nûredîn Zaza, Şêx Mihemed Îssa, Abdulhemîd Derwêş, Hemze
Niwêran, Xalid Meşayix, Mihemedê Mela Ehmedê Tûj, Mecîdê Haco, Hecî
Abulsemed, Abdulla Mela Elî, Abdulsemed Mela, Hilalo, Mihemedê Misto,
Mihemed Elî Hiso.. derbas dibû.. Dawî dikarim bibêjim ku, destpêka
damezirandina Alpartî di nav kurdên Sûriyê de li ser pişta kesên wek
Mela Hadî hat avakirin.. Bêguman gelek kesên din wek Mela Hadî hene ku
ji dil û can xebat û bizav di vê rêka pîroz de kirine.. Mixabin haj û
bajê kesî ji wan nîne.. Min Mela Hadî wek şahidê demeke dîrokî ya
rêxistinîbûna kurdên Sûriyê dît.. Min Mela Hadî wek pirtûkeke ku hêj
nehatiye nexwend, xwend.. Min rastiya di tûrikê wî de bê layen, şopand.. Tenduristiyeke çak û temenekî dirêj di xweşiyê de jê re hêvî dikim. Hêjaye
gotinê ku, Mala Hadî di sala 1989an de, wek penaberekî çûye Swêdê..
Piştî ku nasnameya Swêdî wergitiye.. nikarîbû jiyana xwe li wî welatî,
dûrî welatiyên xwe derbas bike.. Di encam de sala 2005 ziviriye Qamişlo û
niha jiyana xwe li Qamişlo, di nav kul û xemên welatiyên xwe de derbas
dike. Wek ku diyar e, piştî çend rojên din, anku di roja 14/6/2021ê
de, (64) sal di ser damezirandina wê Partiya (Partiya Demokratî Kurdî
li Sûriyê) ya Ku Mela Hadî gelek xebat û bizav di ber de kir, derbas
dibe.. Gerek Mela Hadî û yên wek wî bi dîplomeke rêzgirtinê bihatina
xelat kirin.
Qamişlo 8/6/2021
|