Serbest UrmiyeNewroz, mîrateke bi cih mayî û semboleke neteweyî ya dîroka gelê me ye ku hertim weke bingeha çandî û semboleke yekîtiya neteweyî jê hatiye mêzekirin û serbarê sedan salan hewlên dagîrkeran di qada tunekirin û bişvatina neteweyî de, hêj agirê newrozê di dilê gelê Kurd de geş e. Terz û tîtalên geşkirina agirê newrozê û pîrozkirina sere sala nû, weke beşek ji çanda neteweyî tê mêzekirin. Çimku di nava gelê me de Newrozê bingeha hebûn û şûnasa neteweyî tê hesibandin û beşek ji şûnasa neteweyî li gor vê tê pênasekirin.
Ji bo ku Newroz weke mîrateke çandî ya neteweyî were naskirin, hewce
ye ku li gor penase û siroveyên zanistî yên li dor çand yan kultûrê,
were berhevdan û di ve derheqê de hewil hatiye dan ku bi kutrî bikeve
ber raya xwendevanên hêja.
Di derheq pênasekirina çandê di qada
zanistî de şiroveyên cuda hene ku her yek bi awayekê çand yan kultûrê bi
hebûn û şûnasa mirov re girê deide.“Edward Burnett Tylor” mirovnasê
خngilîzî, çandê ji hevgirtina zanist, ol, yasa, sinc, deb û edetan
pênase dike ku meriv ji civaka ku têde dijî werdigire. Her wiha li gor
pênaseya “William Isaac Thomas” yê Emerîkî jî, çand wate biha û nirxên
maddî û civakî yên komelgeheke mirovan. Di vê derheqê de “Guy Rocher”
civaknasê Kanadayî jî li ser vê baweriyê ye ku çand wate komek ji hizir,
hest û kiriyarên diyarî kirî ku ji aliyê pirraniya takên komelekê ve
hatiye pesendkirin û ji bo ku ew komel di nava komeleyên din de were
xuyakirin, hewce ye ku wan rê û terzan weke sembola penaseya xwe
bihesibînin. Li gor şiroveyên han, deb û edet, pîrozî, biha, rê û
resmên taybetî yên pîrozkirina newrozê di nava gelê Kurd de û geşkirina
agir weke semboleke diyar û hêmayeke neteweyî, gelê Kurd di nawa gelên
cîhan û derdorê xwe de weke neteweyek xwedî sembol û taybetmendiyên xwe
yên taybetî dide xuyakirin û serbarê vê hindê ku bi salan e hewilên
berdewam di qada bişavtina netewyî li Kurdistanê de hatine û hêj tên
dayîn, lê gel bi derwestbûn bi wan biha û hizran, kevnarî û şûnasa
xwe pênase dike. Di hemû heyamê ku dewletên dagîrkerên oldar, hewil
didan ku ji oladariyê weke alaveke bişavtinta neteweyî li dijî gelê Kurd
mifahê wergirin, agirê newrozê ji xwe re nîşane girtibûn û weke
alaveke gunehbarkirina mirovê/a oldar, nemaze misilman didan xuyakirin û
piropaginde jê re dikirin. Ji derveyî bîr û hizrên oldariyê de jî,
neteweyên dagîrker hewil didan û didin ku di rêyên efsane û talisman ve
Newrozê derbasî derveyî çarçoveya erdnigariya welatê Kurdan bikin. Bi
terzekê ku nifşên paşerojê ji çand û şunasa xwe ya neteweyî havî bikin û
di nava çandeke dagîrker de bimehînin. Ji bo mînak pareke zaf ji
dîroknasên Kurd, ” Firdewsî” nivîskar û helbestvanê Fars ziman tometbar
dikin ku bi nivîsandina pertûka “Şahname”ya Farsî, hewla alozkirin û
ser û bin kirina dîroka Newrozê di pêxema tunekirina neteweyî dide. Li
gor baweriya dîroknasan ” Firdewsî” biriyarê werdigire ku di pêxema
zindîkirina zimanê Farsî de, sînoran tevlîhev bike û desthavêjê ziman û
kultûra gelên derdor ku yek ji wan gelê Kurd e. Di derheq dîroka
Newrozê de, nivîsîna Dr. Mewlûd خbrahîm Hesen, pitir balkeş e . Ew bi
tundî li hember ” Firdewsî” disekine û wiha dibeje ku nivîskarê
“Şahname” ya Farsî, Newrozê li gor efsaneyeke bê bingeh wate efsaneya
Kawe û Zuhak, bas dike ku tu esaseke dîrokî jê re nahê dîtin. Rast e ku
Zuhak yan Astiyag, dawî padişahê Mad bûye, lê ya ku “Firdewsî” hewil
dide wî weke miroveke xwînmij bide naskirin ku cotek maran li ser mile
wî bûne û diviya ku hemû rojan mejiyê du xortan bixwarina, dûr e ji
rastiyê û tu bingeh û rastiyeke dîrokî jê re nehatiye dîtin. Li gor
baweriya Dr. Mewlûd Îbrahîm Hesen, serkewtina Hexamenişiyan, û
hilweşiyana yekemîn desthilata Kurdî û bûne xwedî desthilat a êl yan
taqimeke Farsan, bûye sedem ku kenveperest ên Fars bi giştî û “
Firdewsî” bi taybetî desthavêjin vehûnana efsaneyen wiha bê esas, heya
ku rûmete gelê kurd weke dijminê sereke li hember wan pê şêlû bikin. Hizra
giştî ya neteweyî li dor Newrozê weke mîrateke çandî û semboleke
neteweyî, ji bilî helbestên navdarên Kurd weke Nalî, Wefayî, Mewlewî û
Hecî Qadir ê Koyî û … htd, piranî xwe di şahnameya Kurdî ya “Mem û Zîn” a
Ehmedê Xanî de dibîne. Ehmedê Xanî bi danîna “Mem û Zîn” ê, hewil dide
ku ji bilî beyankirina kul û keserên gelê Kurd ji bê dewletî û
netifaqiyê, ji çand û şunasa çandî ya gelê xwe jî xwedî derkeve. Di
dawiyê de hewce ye ku em ji vê helbesta Xanî yê mezin şîretê werbigirn û
bikin hêvenê yekîtiya xwe li hember aliyên ku di hewla tunekirina me
de ne.
"Ger dê hebûya me ittifaqek Vêk ra bikira me inqiyadek Rûm û ‘ereb û ‘ecem temamî Hemiyan ji me ra dikir xulamî Tekmîl dikir me dîn û dewlet Tehsîl dikir me ‘ilm û hikmet Temyîz-i dibûn ji hev meqalat Mumtaz-i dibûn xwedankemalat"
|