Xalid Cemîl MihemedAniha Qamiþlokê bi rastî xemgîn e.. Aniha kesên dilsoz hemû xemgîn in..
Mamosteyê ku bi dehên hezaran, bi salên dûdirêj, þagirt û xwendekar li ser destên te hatin perwerdekirin û fêrkirin. Helbestvanê ku bi dahênana xwe dilsoziya mirovahiyeke astbilind nîþan da. Bi koça te, barekî din kete ser bênderên xemgîniyên me yên gelek, di vê serdema teng û tarî de, ku pêwîstiya wê bi ronahiya rok û stêrkên mîna te heye.
Silav li canê te yê pak, silav ji te re li wê bihuþta ku me ji mamoste Deham Hesen re di dilê xwe de damzirandiye, silav ji te re li wê bihuþta rengîn ku em berzûrî Xweda dibin û lavan didin ku cihê te be.
Mamoste Deham Hesen… Aniha Qamiþloka te bi rastî xemgîn e. Aniha kesên dilsoz hemû xemgîn in..
https://www.facebook.com/xalidcemil.muhemmed/posts/3686534978098224