Di nav endamên pêžîn de kesên wisa navdar û xwedîqelemên bi hêz hebûn mîna
Joseph Conrad,
George Bernard Shaw û
Herbert Well. Bi dirêjaya salan, kesên wek
Anatole France,
Paul Valery,
Thomas Mann,
Karel Capek,
Alberto Moravia,
Arthur Miller,
Pierre Emmanuel, Heinrich Böll,
Mario Vargas Llosa û
György Konrįd di tevgera PENê de rista giring lîstine. Heta destpêka salên 1990î ji komên PENê re dihate gotin
PEN Club (Klûba PENê), lê niha têgîna
PEN Centre (Navenda PENê) tê bikaranîn. Bi xwe peyva PEN ji destpêka sê peyvan pêk hatiye:
Poets (Helbestvan),
Esseysts (Kurteçîroknivîs),
Novelists (Romannivîs). Herweha ku peyva PEN bi zanebûn peyva înglîzî
pen, ango
pênûs dike bîra me.
Armancên PENê bipêžxistin û parastina wêje û çanda neteweyên curbicur û avakirina têkiliyên xurt di navbera nivîskaran de ye. Lewma PEN ji aliyê
UNESCO û
Neteweyên Yekgirtî (UNO) ve wek dengê wîjdana nivîskaran tê pejirandin. Di nav PENa Navneteweyî de
çar Komîte hene, yên ku karên lobbî û dîplomasiyê dikin:
Komîteya Nivîskarên di Zîndanan de,
Komîteya Werger û Mafên Zimên,
Komîteya Nivîskarên Jin û
Komîteya Ažtiyê.
Îro PENa Navneteweyî
142 PENên neteweyî di nav xwe de hembêz dike. Offîsa PENa Navneteweyî li
Londonê ye. Serokê PENê nivîskarê Çek
Jiri Grusa ye. Sekreter û birêvebirên PENa Navneteweyî di
Kongreyên salane de tên hilbijartin. Zimanên fermî
înglîzî,
fransî û
îspanî ne.
Damezrandina Navenda PENa Kurd
Di dawiya salên 1980î de nivîskarê Kurd
Huseyn Erdem digel kebaniya xwe Emîne Erdem û çend nivîskarên din pêvajoya avakirina Navenda PENa Kurd destpê kiribûn. Bi alîkariya PENên neteweyên din, di meha Nîsana sala
1988an de, li Kembrîcê (Cambridge) di Kongreya PENa Navneteweyî de avakirina Navenda PENa Kurd hatibû pêžniyazkirin. Di dengdanê de hemû beždarên Kongreyê pižtgiriya avakirina Navenda PENa Kurd kirin. Bi vî awayî Navenda PENa Kurd bû endama PENa Navneteweyî. Di dîrokê de ev cara yekemîn bû, ku saziyeke Kurdan ya neteweyî li ser bingeha yeksanî û wekheviyê bûbû endama rêxistineke navneteweyî.
Pižtî xebateke fermî, di bihara sala
1990an de Navenda PENa Kurd ji hêla Dadgeha Herêmî û Buroya Bacên bajarê Kolnê li Almaniyayê hatibû pejirandin. Damezrînerên Navenda PENa Kurd ev kesên hêja ne:
Huseyn Erdem, Emîne Erdem, Yayla Mönch-Bucak, Haydar Ižik, Abdirehman Neqžebendî, Huseyn Kartal, Misto Xêro û Riza Topal .Ji roja pêžîn de, Navenda PENa Kurd nexwest rista saziyeke li derveyî welêt bilîze û bû nûnera tevaya wêjeya kurdî û hemû nivîskarên Kurd. Bi dilxwaziya dostên xwe Navenda PENa Kurd xebata dîplomasiyê di nav rewženbîrên cîhanê de dike û pêžveçûna ziman, wêje û çanda neteweya Kurd ji xwe re dike armanc. Navenda PENa Kurd ji pejirandina Navenda PENa Ermenî û navendên din re bûbû alîkar. Her weha peywendiyên baž di navbera Navenda PENa Kurd û yên din de ava bûne:
Guadalajara, Vietnam, Sloven, Swîsrî Îtalî, Norwec, Makedon, Bask, Çek, Sorb û yên din.
Hinde encamên bijarte yên xebata Navenda PENa Kurd
- Bi dehan civînên wêjeyî ji bo nivîskarên Kurd û biyanî,
- Civînên rewženbîrî û siyasî:
Konferansa sala 1999an di
Parlamenta Ewropayê de û
Konferansa Amedê di sala
2005an de li ser
Pirrengiya Çandî digel PENa Tirk û PENa Navneteweyî,
- Seredana fermî ji bo Bažûr di sala 2005an de,
- Rezolusiyonên di Kongreyên PENa Navneteweyî de pejirandî (li ser azadiya ziman û wêjeya kurdî),
- Malper bi zaraveyên kurdî û pênc zimanên din (
),
- Kampaniyên serkevtî yên navneteweyî ji bo serbestberdana nivîskaran (
Edîp Polat, Leyla Zana, Merwan Osman, Dr. Roya Tiloyî û
Žêrko Cîhanî),
- Pêžniyara ji bo
avakirina Komîteya Nivîskarên Jin di çarçoveya PENa Navneteweyi de,
- Navenda PENa Kurd di herçar Komîteyên PENa Navneteweyî de rista xwe dilîze û beždarî Kongreyên PENa Navneteweyî yên salane û gelek Konferansên Komîteyan dibe,
- Rêbaza Navenda PENa Kurd di Konferansa Akademiya Klausenhofê de (1-3 Hezîranê, sala 2007) hatibû guhartin û dê di Kongreya dahatû de (di sala
2009an de) bikeve dengdanê,
- Îro di Navenda PENa Kurd de
83 endam û çendîn berendamên ji welêt û ji derveyî welêt hene,
- Endametiya salane ji bo kesên li bežên Kurdistan û Yekîtiya Komarên Serbixwe (Sovyeta berê)
30 Euro ye. Ji bo endamên din
60 Euro ye.
Birêvebirina Navenda PENa Kurd
Di
Kongreya Nîsana 2006an de, Komîteya Birêvebir ji
pênc kesan hatibû hilbijartin.
Dr. Zerdežt Haco, Serokê Navenda PENa Kurd
Mustefa Režîd, Cihgirê Serok û Berpirsiyarê Internetê
Dr. Zorab Aloian, Sekreter û Serokê Komîteya Werger û Mafên Zimên
Bêrîvan Doskî, Endama Komîteya Birêvebir
Memo Žahîn, Serokê Komîteya Nivîskarên di Zîndanan de û Berpirsyarê Darayî
Ji bilî van kesan, bi biryarên Komîteyê 15 endamên din ji bo peywirên taybetî hatibûn destnîžankirin:
Kakžar Oremar, Endamê Cihgir yê Komîteya Birêvebir
Unis Behram, Endamê Cihgir yê Komîteya Birêvebir
Simin Caici, Seroka Komîteya Nivîskarên Jin
Sedat Yurtdaž, Serokê Komîteya Ažtiyê û Nûnerê Navendê li Bakur
Abdilrehman Neqžebendî, Nûnerê Navendê li Bažûr
Bêwar Îbrahîm, Nûnera Navendê li Bažûr-Rojava û berpirsyara ji bo zimanê erebî
Ezîz Nematî, Nûnerê Navendê li Rojhilat
Ezîzê Cewo Mamoyan, Nûnerê Navendê li Rûsiyayê û berpirsyarê ji bo zimanê rûsî
Prof. Dr. Knyazê Îbrahîm Mîrzoyev, Nûnerê Navendê li Asiya Navîn
Selwa Gulî, Nûnera Navendê li Skandînaviyayê
Ricardo Gustavo Espeja, Nûnerên Navendê li Amerîka û berpisyaê ji bo zimanê îspanî
Anwar Mohammad, Berpirsyarê ji bo zaraveyê Kurmanciya Navîn (Soranî)
Rožan Lezgîn, Berpisyarê ji bo zaraveyê Kirmanckî-Dimilî-Zazakî
Dr. Ali Kiliç, Berpisyarê ji bo zimanê fransî
Pamîr Salehî, Berpirsyarê ji bo têkiliyan digel saziyên nivîskaran (bi taybetî li Norwecê)
Dr. Zorab Aloian
Sekreterê Navenda PENa Kurd
Bremen, Komara Almaniya Yekgirtî,
8ê Hezîranê, sala 2007an