Konê Reþ Bi min xweþ e, piþtî 76 salan, ez vî gotarê
Mîr Dr. Kamîran Bedirxan, yê bi navê (
Ma ne wilo ye?) careke din ji we re raxînim ber çavan, da ku em li hin þîret û pendên wî vegerin û þiyar bibin.. Min ev gotarê wî, ji rojnameya wî (
Stêr), hejmara 3`an, sala 1943`an girtiye. Ev rojnameya wî li Beyrûtê bi zimanê Kurdî û Fransî dihat diweþand. Ji ber giringiya gotinên wê, min xweþ dît ku pêþkêþî we bikim û ez bi xêr û hûn bi selametî. Fermo bixwînin:
Ma ne wilo ye?
(.. Gava qedrê yekî digrî, bîne bîra xwe, ko tu jî mîna wî mirovek î; û xwe di pêþiya wî de zirav me ke. Qedrê mirovên hêja tête girtin; û mirovên hêja, mirovên mezin in; lê ne hewce ye ko emê xwe bikin ebd û xulamê wan. Yê ko canê xwe hêj nedaye welatê xwe, divê dest ji xebata welatê me kiþîne...
Heke tu beg an axayek î; tu çi mirovî; ji halê gundî an koçerên te, tête seh kirin; heke ew têrin; maline paqij de rûdinin, cilên pak li xwe dikin û hinik xwendin û nivîsandinê dizanin, tu mirovekî pir qenc î; heke gundiyên te, an xelkê eþîra te birçîne, belengaz in, xaniyên pîs de rûdinin; nezan in, tu mirovekî pir xerab î, di pêþiya Xwedê û milet de, berpirsiyar î; û bizane ko tu ji dizan kêmtir î; ji ber ko diz, diz e; û hew; lê tu xwe dikî mezin û hema xwîn û goþtê welatiyên xwe dixwî û vedixwî; û heke te ji xwe pirsî ez bi kêrî çi têm; tu ê bibînî ko tu bi kêrî tiþtekî nayî û di nezaniya xwe de, gora kur û neviyên xwe dikolî; û wê demê divê tu hiþyar bibî, tobedar bibî; û bibî xulam û xidmetkarê milet û welatê xwe; yê ko ev çend sal in kal û kalikên te bi xwedî kiriye û îro jî te bi xwedî dike..
Her wekî tu nezan î, û ji destê te tu xebat nayê, tê bibî perîþan û þerpeze; milet ne guhanên çêlekan e; te ewî dot; lê êdî bes e; divê êdî tu bikêrî vî milet û welatî bê).
Belê wilo ye mîrê min! Te kêm gotiye, zêde negotiye.. Gotinên te bi serê xwe rast in.. Hê jî, em ji ber jana ezezîtî û nezaniyê dinal in.. Hê jî, hewcedariya me bi kesên mîna te heye.. Rehma Xwedê li giyanê te be