MAHMOD OSO
Were binêre kanî eywan.
Tevde bûne kavil û wêran.
Li cîhanê, em mane vê bext
Derdora me, mane kesên sext
Xwîna kurda her roj bûne bac
Gava me berda serar ... û tac
Dijmin ji me kuþtin zanawer
Bin destê hova ...... û cinawer
Ji we dizîne .... pênûs û çek
Çar gur li serê te bûne yek
Berî zayînê bi nav û deng
Niha lawaze. Li þer û ceng
Te dane ber nîþan û armanc
Zaz û lor û soran tev kurmanc
Tu bûye lîstika ber desta
Ji bona xwe li te dipirsa
Ev hemî salan hûn xebitîn
Para we dijmin hemî dizîn
Dîrok û kultûr tev guhartin
Li ser þopa xwe hemî hêþtin
Ji kurda kes nema beg û mîr
Çav girtin, bon kole û esîr
Em bûne kilav binî lingan
Herin derin xwerin goþt û nan
Birçî û tazî ......... dikavêje
Çerm û hestî ber roj dibrêje
Ji hiþên me yên zingar û hiþk
Ax me ser xweda da mîna miþk
Ji bona hev em wekî þêrin
Li xebatê mîna qeþmerin
Dest ji dijmin berdan bona hev
Rê li hev girtin bi roj ..... û þev
Bi dev û lêva êrîþ û riswa
Xwe dan hember hev mîna sega
Bêje çi sûde te dî ez benî
Te em kirin leqloq li binî
Piþtî em mîrê cîhanê bûn
Îro ji karê we windabûn
Ji bo tu bimîne sikreter
Bo rûnê ser kursiya mermer
Xulî li te dûvçilkê dijmin
Te bir eywanên welat jimin
Te ez kirim bin dest û xizan
Hêfa serê kurdên candan
Xwîna þehîdan hildaye jor
Zozan û xelat bûye reng sor
Lê dem naçê ezbenî wiha
Ez sîperim bi sed û diha
Ji ban xwe berdim li ser rovî
Nêçîrvanim, rêya ....... azadî
Ji bo welatê xwe dibazim
Doza serfirazî dixwazim
Dîsa ezê bibim mîr û mahîr
Li welat bibin sîperê .... jîr