Sereke | Beş Ereb | Beş Çand | Gotarek Rke | Erşv

Sereke

Ger



 

 
 

Berhemn N: Kon Re Pirtkek N

 


  Di van rojan de pirtûkek nû li berhemên mamoste Konê Re zêde bû. Ev pirtûk bi navê (Ji Get û Serdanên Min) e. Konê Re di vê pirtûkê de getên xwe an gerên xwe yên dervî Rojava û Sûriyê bi firehî irove kirine; çima çûye? Çi dîtiye, kî dîtiye û çi kiriye bi zelalî nivîsandiye..
  Di pêgotina xwe de jî wiha dibêje: (Li gor ku ez serwextî toreya ereba me, nexasim a ku ew binav dikin; Toreya Gerê an Toreya Getê, min jî xwest ku ez van her heft gerên xwe an getên xwe wek pirtûkekê ji xwendevanên zimanê kurdî re amade bikim ji çapê re..).


  Mamoste Hejar Îbrahîm jî, di pêgotna vê berhema Konê Re de wiha dibêje: (Li gorî ku min dîroka toreya fransî bi berfirehî xwendiye û ez niha li zanîngeha Feratê jî ji agirtan re irove dikim, ez bi kurtî dibêjim ku di çerxê 15 û 16an de toreya getê bi pesnê dîtinên mezin yên Shristopher Columbus û James Cook destpê kiriye, di çerxê 17an û 18an de jî, ev tore bi rengekî perwerdeyî û rewenbîrî gebûye û ev yek di nameyên Montesquieu, berhemên Voltaire û Francis Bacon de xwe diyare û di serdema romantizmê de, çerxê 19an, torevanan berê xwe dane rojhilata bedew û bi dîmenên wê helbestên xwe xemilandine mîna Nerval, Lamartine û Gustave Flaubert.. Vêca dema ku gerokekî mîna Konê Re; torevan be, lêkolîner be û berî her titî aiqê ziman, wêje û kevnetora gelê xwe be, bêguman ew ê çirayekê di tariyê de vêxîne. li gor ku ez Konê Re ji nêz ve nas dikim, wî tev jiyana xwe ji ferhenga kurdî re terxan kiriye û ev yek xwe diyar û belû ye, di gerên wî/ an getên wî yên ku hin ji wan dûrî kurdewariyê ne, lê wî bi zîrekbûn ta bi wan geran jî, xistiye xizmeta kurdewariyê de, wek geta wî a 20 rojan li Beyrûtê… Ez nebawerim ku pêdiviya mamoste Konê Re bi pesnê min hebe, pirtûka di nav destê we de, xwe dîdevan e ji pesnê wî re û xwe nimûne ye ji toreya getê re di nav kurdan de.).
Pirtûk ji 164 rûpelan pêk tê, mamoste Hejar Îbrahîm pêgotinek jêre nivîsandiye, li Qamilo hatiye çapkirin / 2017.
Qamilo 30ê gulanê 2017
 

 
Gotar Nerne Xwediy Xwene
 

Puann Ney

Asta Dengan: 4.11
Bi Tevah Deng: 9


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide v dengdan:

Her ba
Pir ba
Ba
Ne xirab
Xirab

Vebijark