Konê Reþ
(..Ta ku mirov li jiyanê be, wê kul û xem, evîn û hezkirin pîre berdewam
bin. Zana be an nezan be, her wê ew barhilgirê kul û xeman û evîn û hezkirinê
be.. Min di filmên xwe de hewil daye ku, ez kul û xeman, evîn û hezkirinê
bigihînim hev.. Gelek kes van tiþtan ji hev dernaxînin..)
Yelmaz Guney
Di yekê nîsanê de 2016, (79) sal di ser rojbûna lehengê kurd, derhênerê bi
nav û deng Yelmaz Guney re derbas dibe.
Yelmaz Guney kî bû, çi bû û çi ji gelê xwe re pêþkêþ kiriye ta ku em wî
bibîr bînin?
Yelmaz Guney kurdekî resen bû.. Derhênerekî cîhanî bû.. Wî, di rojên teng û
dijwar de, perîþanî, zulm û zora gelê xwe di rêka fîlmên xwe de ji xelkên cîhanê
re da xuya kirin û eþkere kir.. Di filmên xwe de bi serbilindî kurdîtiya xwe
diyar dikir..
Ew di 1ê nîsana 1937an de li gundê (Yenîce), herêma Adenê hatiye dinyayê.
Navê bavê wî Hemîd û diya wî Gulê bû, ji xelkên Zaza bû. Di malek feqîr û
perîþan de mezin bibû.. Di biçûkaniya xwe de gelek kar û barên têvel kiribûn; ji
avdana bexçan ta bi sewterîbûna kolanên bajara.. Pêre jî hez xwendin û
nivîsandinê kiriye.. Piþtî ku lîse qedandiye bi çend hevalên xwe re du kovar
(Dorok û Boran), bi zimanê tirkî weþandine. Ew derhênerê gelek filmên bedew e û
17 xelat li dor filmên xwe wergitine. Belê di sala 1982an de bi beþdarbûna wî di
festîvala (Kan)ê de li Fransayê bi filmê (YOL), Xelata zêrîn stand û bi wê
xelatê navê wî û perîþaniya gelê kurd di dinyayê de belav bû.
Ji filmên wî: Kerî, Seydxan, Belengaz, Kesên Revyayî, Bav, Kovî, Talî.. û
gelek filmên din hene.. Di sala 1983an de filmê xwe yê dawî bi navê (DÎWAR), bi
alîkariya hikumeta Fransî li bakurî Fransayê kiþandiye.
Hêjaye gotinê ku, ew jî yeke ji wan kesên ku di sala 1983an de (Enistîtuya
Kurdî) li Parîsê damezirandine, wek; Cegerxwîn, Qenatê Kurdo, Osman Sebrî,
Tewfîq Wehbî, Remzî, Dr. Nûreddîn Zaza, Haciyê Cindî û Ismet Þerîf Wanlî.
Ew di 9ê Êlûna 1984an de li nexweþxaneyeke Parîsê koça dawî kir. Bi
rêûresmekî bedew ji rex hin wezîrên Ferasnî, cemawerekî mezin ji Kurd û
Fransîzan ew li Parîsê di goristana (Laþaz) de, li kêleka van herdu helbestvanên
Fransî yên navdar; Charles Baudelaire û Alferd de Musset hat veþartin.
Ma nehêja ye ku em her sal wî bibîr bînin û navê wî li cihekî bilind
deynin?