Nizar Yosif
Mervan ên giya yê bejê
Bengî yên baskên aza
Birçî yên rojê
Avrêj ên asoyê kurdistan ê
Buharjenên wê
Nextdayên bi oxir
Di þopînin nîþanên wê rê
Dusim pêlên sor di alêsin
Warên ji goristanan xemilîn
Heþînbîna jiyanê
Sihgehên sawdar
Di bin dagîrkiran de
Didin hev birînên dê
***
Bi çar rengan em spehîne
Roniya aza ji aþîtiyê bi tîrêje
Sirûþt bi sorava me rengîne
Miletê dilroj
Bijon tovên gulistanan
Ji qubleya rojhilatin
Ji kevana keskesorêne
Bawermend in
Ji yezdanê Avesta re
Di çin sucde
Ji ba û av û ax û Tavê
Xwestekên xwe di pijînin
Ardû yê me ji Ezdane
Ahoramazda rewanbêje
Ji hovistanan re kêferate
***
Kambaxî yên
Holako
Cengîz xan
Teymorlenk
Etaturk
Sedam Husên
Ev tove ne birî ne
Bi parastina mertalên çiyan
Mêrxasî yê ragihandin
Bi þîrê vî welatî bindar bîne
Dengvedan ên qirikên Þikeftan
Tirse
Mirovhovan di lerizîne
Agirê vî miletî bi gurike
Birînên vê dayîkê
Bi germa me digihin hev
Kurdistan xwe di livîne.
22.03.15