Sereke | Beşê Erebî | Beşê Çandî | Gotarekî Rêke | Erşîv

Sereke

Ger



 

 
 

Lêkolîn: NEWROZ nameya hebûnê

 


  Mizgîn Hesko
 

Ji  hezarê salan û li Irana kevin cejn yan jî roja Mihrecan dihate pîrozkirin.
Mihrecan= Mihr- Xwedawend e---navê rojê ye ku  di roja 16 ê mihr de li cîhanê tête xuyakirin .
Mihr wiha  ji Mîrekun- Mîrecan dihate  binavkirin
Biherhalî  ta niha jî hin ji bawermendên ola Zardeştî nirxekî buha û herî pîroz didin tîrêjên rojê ku nîşana ronahiya Zarvan e (Yezdan -Xwedan ) ku Zardeşti yekemîn ol bû ku  pût û kevir ne parastibû  lê  bawerî bi Ahuramezda wekî xwedawendê xêr û bêrê , xweşiyî û ronahiyê dianî.


Bê guman û piştî ku olên nuh derbasî herêmên kurdan bûn e ,pir cejn jî mirin û di nav dûmanê de windabûn nemaze piştî belavbûna ola Islamê ku wan ev cejn bi ola Zardeştî ve girêdidan.
Ji wan cejnan jî:
 
* Sede-agir
*Azarxiş
*Tîrcan
*Wehar-buhar

Li gor hin dîrokzanan Newroz bitenê ma û ta îro ji ber ku di  roja 21 ê adarê de Imam Alî bû Paşeng û ev li rasta cejna Newrozê tê. Ji lewra Şî,iyan rê dan e kurdan ku 21 adarê pîroz bikin.

Herwiha jî tête gotin ku di dema Emewiyan de , Kurdan û da ku Newrozê saz bikin pir zêr û bac didan Paşeng û desthilatdaran Amewî.

Fardosî û di Şahnameya xwe de tîne zimane ku Newroz berî zayinê di sala 700 de peydabûye
Ango û li gor Şahnameyê îsal 2013 zayinî ye û 2713 kurdî ye.

 .Li hin dibêjin ku  dema Impiratorê Medan yê sêyem Kiyaxses û  artêşa xwe ya hêzdar  Nînewa bi dirêjahiya sê mehan dorpêçkiribûn  û dawî  di qula ku ava çemê Dicle (Tîgris ) jê diherike nava bajêr derbasî Nînewayê bûbûn û di sala 612 b.z ew ruxandibûn e û di incamê de Impiratorê Aşûriyan Sardanapal xwe û xezîneyên xwe şewitandibûn . Wiha û piştî desthilatdariya ku pêtir ji 1000 salî domkiribû .Kurd biserketibûn û roja 21 ê adarê-roja biserkeftina xwe ya bê hempa dijî Impiratoriya dest bixwîn – pîrozkiribûn û agirê serxwebûna xwe û ya hemî miletên derhêlê vêxistinbûn..

( Li got Tewrata pîroz ev bûyer di sala 632 .b.z rûda ye )

 Belê û careke din û li gor dîrokzanan di heman salê de 612b.z Kawayê hesinkar Dehak kuştiye, Kurdan êdî agir nîşana biserkeftinê li serê çiyayên bilind vêxistine.

Lê û bi dîtina min ev dûrî rastiyê ye, çimkî û di dema imperatorê Medan yê yekem Diyagos ku ji sala 728 ta 675 b.z desthiladarî kiriye Zardeştî ola hemî Medan bû.û Newroz wî çaxî bêhtir cejneke olî bû û bi xurtî û ferehî dihat sazkirin , vejandin û pîrozkirin .berî wê buyerê jî  (ruxandina Nînewa yê ) ew hebû...ji lewra dîrok û sersala kurdî ji sala 612 b.z ne durist e.

Bi her halî ev ya dûrî rastiyê ye  ku Dehak  di dema ku  Medan zora Aşûriyan biribûn hatibe kuştin…!

Li gor salnameya Behayê ., Newroz destpêka sala nû ye û bi heman wateyê  di Newroznameya Omerê Xeyam de jî Newroz cejn û sersala nû ye.

Şerfxanê Bedlîsî û di Şerfnameyê de jî qala vê cejnê dike û helbestvanê kurd î bejin bilind , dengê vejîna netewa kurd di Mem û zîna xwe de jî pir caran Newroz wekî sersal û ji rewiştên ( adetên ) pêşiyên me binav dike û tîne ziman.

Ew û di beyta 489 –an de .. rûpelê 200 ji dîwana xwe  dibêje :

Roja ku dibûye îdê Newroz
Tezîm-i ji bo dema dilferûz  

Û di beyta 497- 498- 499- an de û di rûpelê 203 –de carekedin dibêje :

Dewra felekê ji bextê feyrûz
Dîsan ku numa ji nû ve Newroz

Mebna li wî adetê mubarek
Şehrî û sipahiyan bi carek

Bajar û kelat û xanî berdan
Teşbîhî bi nijad û cerdan.


Wateya Newroz û di pirtûkên  Zara de ( Avesta ; Yasna ), mîna niviştên pîroz tête revakirin
Tê gotin ku xwedan Ahuramizd di roja Newrozê de Yaqût e û di roja Mihrecan de Zummrid e,bi wata ku çawa ew kevir buhan e wiha jî ew herdu roj ( Newroz û Mihr ) buha û pîroz in.

Di mîtologê de , du marên xirab li ser milên Dehak ê xwînmij çêdibin û li gor bijîjkên wî divê ew her roj mêjiyê taze yê du xortan bidê wan maran da ku têrbibin û êşa wî dijwartir nekin…lê û bi dîtina min jî ew çîrok dûrî rastiayê ye ..tekez û li gor zanistê  ew rewş tucarî nabe rastî.

Çîroka herî rasteqîn ev e jî …ku di dîroka kurdan de , Impiratorekî xwînmij û stemkar bi navê Dehak hebû…Dehak û da bibe padîşah radibe û bavê xwe Cemşîd dikuje û li se textê Padîşahiyê , di şaneşînê de rûdine .
Dehak welatên derdorê wêran dike , xortan dikuje yan jî wan tevan dîl dike û her û her zêr û kevirên buhadar berhev dike û çavên wî têrnabin, bi sedan ji hespên rewan kom dike û hîna jî pêhtir dixwaze û ji ber ne rehetiya xwe ya derûnî ku bavê xwe kuştiye û jiyana hezarên mirovên bê guneh têk biriye êdî ew rehet û aram nikare xewê bike û bihedanî rûne …şevekê xewnekê xirab dibîne .. û nîvê şevê ji ber êşa milên xwe radibe û gazî li bijîjkên şehreza û herî zana dike û ji wan dixwaze ku dermenekî ji êşa wî re bibînin û pirsgirêka wî çareser bikin yan jî ewê wan tevan serjê bike …hema yek ji wan bijîjkan dibêje ku dermanê wî  mijêyê taze yê  du zarokan e. yan du ciwanan e.

Dehak her roj du zarokan didê serjêkirin ta bi hemî zarwên Kawa ku ew bixwe hesinkarekî jîr û zana bû.
Kawa  dibînê ku Dehak dê kurê wî yê dawî jî  terxanî êşên xwe bike ,radibe hemî heval û hogirên xwe yê herî dilsoz li hev dicivîn e û hinekî li ser bûyerê bi wan re diaxife û ji wan re çekan  û ji xwe re jî çakuçekî  çêdike.

Gava leşkerên Dehak tên ku kurê wî bibin, Kawa ji wan re didê xuyakirin ku ew ê dê bi destên xwe û li ber çavên Dehak kurê xwe bikuje û mêjiyê wî diyarî  bike , ev tişt dilxweşiyê dide Dehak…gava Kawa çakûçê xwe hildide li şûn ku li serê kurî bide li serê Dehak dide û xelkê ji stemkariya wî rizgar dike .paşê hildikişe ser banê seraya Dehak û egir vêdixe..nîşana biserkeftinê di nav wî û hevalê ku li derdora şaneşînê û li serê çiyan dimînin…êdî hemî  êgir da didin , û dest bi şahî û semayê dikin..roja din ya nuh û bê Dehakê xwînmij Newroz binavdikin.

Newroz sersala kurdî ye, roja ku şev û roj wekî hev dibin, destpêka vejîna buharê ye, pîvazokên dibin axê de dest bi bişkivînê dikin û nêrgiz , berfîn û lale û bi sedan kulîlkên rengereng zozan , newal, zevî û serê  çiyayan dixemilîn in.,sir, berf, bahoz û seqem êdî namîn in.

Di Newrozê de hemî wateyên pîroz hene ..û her çendîn me êl, partî, û olên cuda, nerînên cuda hene Newroz dilan dike yek û bê ku hayê me ji me hebe me  bi hev  ve bi xurtî, bihêz û xweşî girê dide.

Newrozê cil û bergên kurdî parastin e. Stran, dîlok û semayên hîna ji demên kevnar de hezarbarkirine û keç û xortên kurd ew stran û dîlok jî ezberkirine û vegotin e, Newroz roja hevdîtina avîndara ye , roja hezê, evînê û bexteweriyê ye ( di roja Newrozê de Mem û Zînê li rasta hev hatine û ji hevdu hezkirine )  . Biserkeftina werzê buharê ye , ku piştî zivistana dirêj û tarî bi tireh û kulîlkên xwe xwezayê dixemilîn e.

Newroz,û li dijî zulm û zorê yekemîn serhildana kurdan e , yekemîn raprîn e , yekemîn tolhildan e, yekemîn biserkeftina kesên azadîxwaz in.

Piştî Dehakê dev bixwîn Kawa ji miletê Kurd dixwaze ku Ferîdonê dadperwer û jêhatî Padîşah ji xwe re bipejirînin û xwe li dora wî kom bikin û jê re alîger bin.

Her çendîn û di destpêkê de, cejnek olî bû lê îro ew cejna netewî ya milet û netewa Kurd e.

Hêjayê gotinê ye ku ev roj di 30 ê Rezbera 2009-an de û ji aliyê UNESCO ve , ji mîratgehên cîhanî hatiye pejirandin û ji bo me ev serkeftineke pir watedar û bê hempa ye. .

Herwiha û ji roja 10 ê gulana 2012-an ve - li gor biryara 64 – ev roj roja 21 adarê ji layê Netewên yekbûyî (UNO ) wekî roja  cîhanî ya Newroz hatiye binavkirin û pejirandin….di birayrê de wiha hatiye xêzkirin „ Newroz, aheng û cejn (Festa ) buharê ye, ji layê bêhtir ji 300 melyon mirov û berî 3000 sal î ve heye „

Newroz- navdêrekî mê ye
Bêhtir ji bo binavkirina  Keçan tê bikar anîn.
 Herweha ew di salnameya kurdî de navê meha yekem e.
 Navê kulîlkekê ye ( Bi latînî Linaria Vulgaris ) di buharê de ev kulîlk dibiskive.
Ji navên vê kulkîlkê jî .Bilbizêk-Bizbizok û Bizalik.

Her sal û dema we Newroz be….!

 18 ê avdar ( Newroza ) 2013 z- 2713k

  Mizgîn Hesko
- See more at: http://www.rojevakurd.com/nivisar/12801-NEWROZ-nameya-hebn.html#sthash.LIZz6nLc.dpuf

 
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene
 

Puanên Nûçeyê

Asta Dengan: 5
Bi Tevahî Deng: 3


Ji kerema xwe re kurtedemeke xwe bide vê dengdanê:

Herî baş
Pir baş
Baş
Ne xirab
Xirab

Vebijark