Þêrzad Zeynelabidîn
Xewin nîne bibîn dewlet , ka hizra xo tu veke
Kar bike bo serxwebûnê , ya dujmin dibêt wê neke
Kesê mafê xo bihêlît , dê riswabîtin li dinê
Dujmin dê pê ket trana , paþî dê hêlît bi tinê
Tu biray nede bibîyanî , bo paryek nanê genê
Dê te þot wekî simaqê , paþî dê bi te ket kenî
Dara azadya me kurda , ya me avday bi xwîna sor
Heyfe ku wê eme bihêlîn , nîva rê bo gurgê bor
Gurg û Rûvî û Heftiyar evro li me kurda di dev beþin *
Ger nebîne pale bo wan êk bi êk dê helweþin
Rûvî evro yê lawaze , lê biden pêgve hemî
Çi dermanê bêdeng bûnê , mayne bê war û gemî
Dujmin dibin êk tev dijî me , em bixo jî her wek kewî
Nîklê me di serê biray rra , me divêtin çixkeyn ewî
Hemî sûça rewþenbîra , an di bêdengin an derwêþ
Bo pîçek nanê qemoxtî , qed newêrin bêne pêþ
Mêzeken ka hûn li cîhanê , ey hewar ma dikorene ?
Kî maye li jêr desta wek me , ka boçî dixoxorene ?
Nêrgiza þehla û meste , Kurdistana diket hewar
Ma kes nîne mi rizgar ket , ji van destên pîs gemar ??
22/10/2011
Gurg û Rûvî û Heftiyar =her sê dagîrkerên Kurdistanê Turk û Sorî û Ïran