|
|
|
|
|
|
|
Mizgîn Hesko
Ji bo Þehîdê kurda Miþel Temo
Û dayê...... Li bejna xwe kir Xemla þînê Bi qêrîn û hawar Dilê min..... çar melyon Amîreyên êþê Awazên sozdarî Dijenîn e. Û dayê.... Li serê xwe kir Apriyeke yek rengî Bi lîlelîl Porê min .... çar melyon biskên xelek Bîn ember in Tev Miþel in Îdî......hew dikarim bigrîm Û çav .... Bê viya min Hêsran dibarînin ( vê firqetê ebter kirin feryad ji destê firqetê jar û zeyf û zer kirin feryad ji destê firqetê ) Û dayê……. Ji dastana evînê Dîse…Memek Di heyecana iþqa te de Sergovend Alaveke vêketî…..xuro pêdarî Kawayekî nuh….. aþtî karî Di cotmeha çinînê de Darhinar Û Qamiþloka min Bûye pêt û ar Bandike keç û kurên xwe Xortno….werin civînê Û Rojavayê min Bi yek dengî dilîlîne Darbesta Miþelê xwe Bi kulîlkan dixemlîne Berbi asoyên vejînê de Bîna endeko hilma neþtumanî dergûþa nûbarekî nuh dihejîne û dayê …...megrî hêsrên te buhan e hêsrên te çavê sûriyan bi girî ve kirin zevî…zevî kolan ..kolan în û þemî geriyan ji bo Miþelê te baxek gul anîn û rist kirin.
|
|
|
|
|
|
|
Gotar Nerîne Xwediyê Xwene |
|
| |
|
|
|
|