2. KÊLIYÊN TE
Kêliyên bê te dibin werîsek li dora sikura min û di sêdara dûriyê de çîroka taya zer ji bê dengiyê re dibêjin. Çirayên kolanên Amed jî tevlî vê bê dengiyê dibin û xewnên serbanê gundên Ferqînê dilê min di navbera didanên xwe de dihêrin!..û wê demê pirtûka çîroka felsefa jînê di serpêhatiyên de dixwînim da van kêliyan nas bikim esmerê
3.EV DIL YÊ TE YE
Ku tu here û dibe ku tu neçe lê ya giring ev e; tu di bajarê dilê min de her ew periya li ser dîwarên vî bajarî sernivîsên hezkirinê di bîra bê dawiya hezkirinê de kolayî û kolanên vî bajarî ji nêrgizan xemilandî!..Here, li paþ xwe nenihêre, lewre te ji mêj de ev dil dilê xwe de biriye welatê hezkirina xwe û tenê ev dil yê te ye!...
4. JI TE TÊRNABIM
Esmerê!..dûriya te di bîranên kenê te de û bêrîkirina te di pêjina dilgera te ya li min de, te di þev û bê xewiya dilê xwe de nêzîk dikim, hembêz dikim!..Ramûsanên min, hemû tixûbên mirinê ji navbera lêvên te direvînê û min dike þivanê guldêmên xwe yê ji welatê kulilikan! Lê, dema çavê min vedibin, dîsa dibêjim aaax esmerê!..
5.LEWMA MIN JI TE HEZKIR
Esmera bakur, ji pora te bêhna sirûþta welatê min difore, ji canê te bêhna xaka min difore, ji xuhdana te çemên welatê min diherikin; di çavê te de stêrkên asîmanê min diçirisin, sûrên Amedê di awirên te de dîroka min dibêjin, memikên te çîroka lehengiyê di axîn û kenê te de ji min re dibêjin û ramûsanên te dastanên evîna te ji agirîn lêvên min re dibêjin…lewma min ji te hezkir esmerê!îna te ji agirîn lêvên min re dibêjin... lewma min ji te hezkir esmerê!
6.TU EW STÊRÎ
Pir þevan min tu bi stêrkên li asîmana re aþop dikir, lê min nerî, di jiyana rasteqîne de ew stêr tu yî esmerê!
7. DILÊ TE
Esmera bakur; ez li welatekî digeriyam, lê min tu welat jibilî dilê te nedît ku min bi dilovanî hembêz bike, min li dûrî tûpiþk û maran li ser baskên evîna xwe bi azad
bigerînê!
demhatderiki@hotmail.com ipêçim esmera Amedê, da ku bibim parçek ji xewnên te!ipêçim esmera Amedê, da ku bibim parçek ji xewnên te!