Hozanê Girkundê
welatekî sitembar
kirasê bin destiyê
li xwe zîvar zîvar
kir û ber bi asoyekî
winda hêdî hêdî
hilkiþîya belkî dikaribe
li wêderê bihnek
ji azadîyê li ser rûpelên dîroka
mirovatîyê wajo bike
û bi afirîne
welatek ji demek dirêj
govenda bûyeran saz dike
li pênas û navê xwe di gere
di nêv mija nîgaþên xwnade
di be mîna rewrewka leylanê
li pê dûmana hêvîyan tîdar dimîne
welatekî xwedî ziman û tor
qad û dîrok
hînê wisa ji sawa çewsandinê
di tirse...
ko razên veþirtî
ji bin tevna salên pîr
derîne.....ev peyama
hebûnê....hînê çavên xwe
li xwen devanekî evîndar
di gerîne....