Salih Kobanî Ez nizanim, ka… ji peyamên bê peyman re, ji katjmêrên bê wijdan re, yanjî ji binê salê re, lê ji serê salê re bilorînim? Ji te dûrim… Ferat ! Ez nikarim di vê zivistana bê pergal de, Te Bi laþê xwey tije guneh, bi tîna salên bê reng.. te bipêçim. Yanjî, xwe bi te, xwe bi xewnên te,
bi çîrokên te, yên ko kevn nabin, nawestin sar nabin. Xwe bi wan bipêçim. tujî pîr nabî, ezjî bîr nabim… bîr nabim. Ya te, her tiþt tê bîra te, lê ne yamin?. Tê bîra min em direviyan.. Em biçûk bûn direviyan Em ciwan bûn direviyan Em mezin bûn direviyan Bi her alî de direviyan… Ferat .. bi bakur de em direviyan. Çiqas sale te nas dikim, dûr dikevim, te ji bîr bikim, Nêzik têm, ko te bi awirên xwe yêsîr bikim Serê te biþom, Piþta te mistdim, Qilêra sal an ko însan an bi ser gerdena tey bê tewande bi bar an dibarandin nifret û gemara nava xwe dibarandin çîrokên evîna þikestî bi ser te de diweþandin hêviyên ronedî diweþadin. Bibhûre eze bipirsim bibhûre! Nava te çend kûr e, bibhûre, em bi herçar aliyan de direviyan, Çima berê te her li baþûre?
|