|
|
|
|
|
|
|
Çîrok: Kabîneya dawî ya li trênê.. |
Dostoyevskî* Wergerandin: Mahîn Þêxanî.*
Her sal dê û bavê Martin ew bi trênê
dibirin ba dapîra wî da ku piþûdana havînê derbas bike. Paþê wî dihêlin û roja
din vedigerin.
:Vêca di salekê ji wan re got
Ez niha mezinim..?. îsal bi tena serê xwe ezê herim ba dapîra
xwe.
Dê û bav piþtî gengeþeke kurt li hev
kirin. Û va ye, di roja destnîþankirî de, li ser rawestgehê radiwestin û hin
fermanan jê re dubare dikin ... û ew xwe ufkufî dike ...
Min hezar carî ji we bihîstiye ..!.
berî ku trên biçe bi demekê :
Bavê wî nêzîkî wî bû û di guhê wî de piste girin, heke tû
bitirse an nexweþ bibe ev ji bo te ye." Wî tiþtek xiste bêrîka zarokê xwe"
.
|
Bixwîne... Çîrok |
|
|
|
|
|
|
|
|
|
Gotar: (Mîrname) ya Ehmedê Xanî û hûnandina Jan Dost |
Zara Salih
Romannivîsê kurd Jan Dost di vê romana xwe de ya bi navê (Mîrname), bi þarezayî û tevneke ku di wî asoyê iþqa Xanî de roman hûnandiye. jiyan, raman, felesefe û iþqa þairê mezin Ehmedê Xanî ku ji beriya 300 salî ve ye, bi teknîk û þêweyek ristesazî hatiye nivîsandin. Bêguman, Jan Dost, li ser bingeheke dîrokî, ku bi jiyan û berhemên helbestvanê kurd yê navdar ve girêdayî ye, bi wê xeyala xwe ya romansaziyê, yê xwendevan derbasî civaka Xanî û wê serdema wan heyaman dike, û tayibet dîrok û civaka kurdan û êþ û pirsgirêkên ku heta roja îro jî berdewam in. |
Bixwîne... Gotar |
|
|
|
|
|
|
|
|
|
Gotar: Roja zimanê zikmakî - Xwendinek di rewþa Zimanê Kurdî de |
Hiþmend Þêxo
Ev çend salin di bîranîna roja zimanê dayîkê de, xebateke hêja ji bo pêþxistina Zimanê Kurdî dibe. Hêjayî gotinê ye ku Zimanê Kurdî tevî hemû siyasetên tunekirinê ji aliyê dagîrkerên Kurdistanê de heya roja îro hebûna xwe di qada cîhanî de çespandiye û bi þanazî serî hildaye û xwedî dîrokeke taybet e, ew yek jî di dewlemendiya zimên de ya hemû warên zimanzaniyê de berçav e. Zimanê Kurdî wekî hemû zimanan di qonaxên derbasbûyî de bi gelek alfabeyan þaristaniya xwe aniye ber çavan lê ji ber rewþên cihêreng rastî gelek astengiyan hatiye û ew astengî bûne sedema aloziya ku îro zimanê me tê de dijî. |
Bixwîne... Gotar |
|
|
|
|
|
|
|
|
|
Demhat Qasimlo
Min qîr dikir û girî li derdora minjî kêf û þahî bû ,dema ji dayik bûm ,yekemcar ku min nerî li vê jînê û dinyayê ,ez ketim xewke giran û her bigirî radbûn ,lê min nikarî bû wêçaxê bikim pirs û bêjim ,gelo ez li vir çi dikim ! |
Bixwîne... Helbest u pexþan |
|
|
|
|
|
|
|
|
|
Gotar: Rizgarbûna Êzidîxan girêdayî azadiya tevahî Baþûrî Kurdistan e |
Idrîs Hiso“Serjêkirina 50 jinên êzidî li Baxozê, berdewamiya cînosayda li dijî êzidiyan e”Li Baxozê dawî wargehê Dewlet û Xîlafeta muslmanên DAIÞê, hat ragihandin ku termê hejmarek jinên Êzidî bê serî hatin dîtin. Wê dîrok hovîtiya herî mezin di vê serdemê de qet jibîrneke, em dê zarokên xwe jî li ser van bîranînên tahil û bi azar perwerede bikin, çendî em bikin em heyfa xwe ji tawanbarên wisa nastînin. Jinên kurdên êzidî kirin kole, destdirêjî li ser xwehên me kirin, divê em vê yekê jibîr nekin û tola wê bi hemû rengî bistînin. |
Bixwîne... Gotar |
|
|
|
|
|
|
|
|
|
Gotar: Qamiþlo û 119 Saliya Rojnamegeriya Kurdî |
Konê Reþ
Ho bajarê Qamiþlo.. Xelkên
Qamiþlo.. Bihara Qamiþlo.. Azadiya Qamiþlo..! 22ê nîsanê ye, cejna
rojnamegeriya Kurdî ye.. 119 saliya derçûna rojnameya dayik (KURDISTAN)e..
Cejna ziman û peyva kurdî ye.. Bajarê Qamiþlo, xelkên Qamiþlo! Werin em silavê li
giyanê wan pêþengan bikin, ewên ku bingeh danîn û ev roj nedîtin.. Werin em
silavê li canê mîr Miqdad Medhet û Abdulrehman Bedirxan bikin, yên ku çira
ronahiyê li pêþiya me vêxistin..
|
Bixwîne... Gotar |
|
|
|
|
|
|
|
|
|
Gotar: Ji dîroka Kurd: Kes û helwest.. Xelek 3. Þah Keyxusro, rizgarkirê Med |
Dr. Ehmed Xelîl
Werger:
Heyder Omer
Amadekariya
þoreþê:
Pistî
kuþtina Xeþterît, kurê wî Keyxusro / Key Exsar þûna wî girt (di navbera salên
625 – 585 b. z de hukudar bû), Key paþnav e, û wateya wê þah e, û wateya navê
wî þahê wêrek e [1].
Ewî taybetiyên rêvebiriyê hebû; hizra steratîcîk û dîplomatîka piragmatîk û rêvebiriya
hiþkber berztirînên wan taybetiyan bûn. Ewî pirojeya Med bo rizgarkirina ji bin
destên þahniþîna Aþûr bi dawî hanî, û sê destkeftiyên giring pêk hanîn:
|
Bixwîne... Gotar |
|
|
|
|
|
|
|
|
|
Gotar: Kurd nêzîkî çarenûsa xwe dibin |
Arþevê Oskan
Tiþtekî dûrî aqil û piransipan e ku netewek bi mezinbûna netewa kurd, ne tenê bê welat e, lê bi ser de jî ziman, çand, mûzik, kevnetor... jî bi têlên qedexekirî dorpêçayî ne. Ji bo bidestxistina van hemû mafên jiyanê û xwezaya mirovatiyê, ji berê de guh û çavên dunyayê ji dîtin û guhdanê re xetimî bûn. Ne ku kurdan doza mafê xwe nedikirin, ne ku bi dehan þoreþ ranebibûn û bi deshezaran qurbanî nedabûn, lê belê ev hemû tiþt jî kiribûn û ji her aliyan ve jî diyar bû. Ji pêxemberê ku em ji wan re nimêj dikin bigre hetanî saziyên mafê mirovan û yekîtiya netewan. Berovajî wê, kurd bêhtirîn gelê ku bi axa xwe ve hatibûn girêdan. Hemû nirxên jiyanê ji parastina vê axê, vî zimanî û vê nasnameyê re kiribûn gorî. Kurdan li çiyan bi salan þer kirin û li kolanên welatên rojavayê jî qîriyan, lê mixabin dengên wan aso derbas nedikirin û nedighaþt guhê kesî. Çi bi mebest û çi jî bê mebest. |
Bixwîne... Gotar |
|
|
|
|
|
|
|
|
|
Gotar: Ji kelepûrê kurdî.. Fatmayê, û qiralka reþ |
Xalis Misewer
Fatmayê, ewa ku )Elzehra( jêre tê gotin. Ku keça (Mûhemed) pêxemberê ola islamêye , û jina (Elî kurê Ebî Talibe) . Efsana Kurdî dibêjê: Fatmayê rojekê ji rojan radihêje werîsê xwe, û derdikeve çolê, ku ji xwe re li nav pirêzan pûþ û pelaxê bide hev. Dunya jî havîne germeke bi himhim li dunyê belav bûye, genim û ceh nû hatine çinîn, pirêze mane li dar, hê pûþ û pelax li erdê rêzin. Xelk jî diçin ji xwe re pûþ didin hev û êmê kullekên xwe yê salê hiltînin. Bi westandin, û bi zor û heft belan Fatmayê jî, dikarîbû li ber vê germa havîna bi þewat, ji xwere piþtîyekî pûþ mezin bide hev. |
Bixwîne... Gotar |
|
|
|
|
|
|
|
|
|
Gotar: Helîma Gozê, mastfiroþa bê deng |
Abdulqader Bedredîn
Di kezeba spêde, bi bangdana limêja pêþî de, bi qêrîna dîkan re, bi derketina Firmano bi çend mî û pezên xwe re, dema berê xwe dida Sebaxa Hemo, bi gurgura matorê Namo û Emîn yên sê lingo, û bi derbuna Hecî Sedîq ji malê dema berê xwe bi ber mizgefta gund ve dida, di wê çaxê de, Helîmê kar û barê xwe dikir û herdu satilên mastê çêleka zer, ko ji þevêdîve hatibun meyandin, yek li ser serê xwe rast dikir, yan dinê jî bi destê xwenî rastê bi cî dikir û skakên gundê Cimayê yên teng badidan, geh bi tozin yan jî bi çirav û herya reþe,û berê xwe dida cada Qamiþlokê û herweha di ber pirka Mihsin, pirka Yogo û pêrgî kêzîna ziravî bê mirad û ya mezin jî dihat û di gundikê Dalînan de diburî û di ber Enteriya Miradê Kinê, Musa, Ibrahîm û Evdilo yê dengbêj re derbas dibe,bi zelal buna rojê ve dighe arasa Qamiþlo. |
Bixwîne... Gotar |
|
|
|
|
|
|
|
|
|
Gotar: Bajarê Cizîra Botan Bûka Mezopotamyayê Ye (Ji giyanê Mîr Celadet Bedirxan re) |
Konê Reþ
Cizîra Botan bajarekî gelekî kevnar e, mirovahiyê mora xwe li gelek perestgeh, mizgeft, keleh, qesir, pir, sûr, burc, û gelek avahiyên wê yên cur bi cur xistiye. Gelek þaristanî têre derbas bûne û her þaristaniyekê bermayê xwe, þop û þûna xwe lê hiþtine. Bajarê Cizîrê Botan ji kurdan re bajarekî pîroz e, ew jî mîna bajarê Qudsê ye(Orþelîm) e. Ji ber ku hêjî ew bajarê Kurdî yê orjîmal e; Kurdîtiya xwe parastiye, zimanê kurdî di kolan û çarþiyên wê de tê axaftin û yê bazarê ye.
|
Bixwîne... Gotar |
|
|
|
|
|
|
|
|
|
Gotar: Cizîra Botan Û Medreseya Sor, mîr Evdal, Gora Nuh, Mem Û Zîn Û Burca Belek* |
Konê Reþ
Bajarê Cizîrê ji kevntirîn bajarên Mezopotamiyayê ye. Þetê Dicle xwe li vî bajarî dipêçe û ji kevin ev bajar bi sûr û beden bû, hêjî kavlên bedena wê di gelk cihan de maye... Ji sê rexan ve dergeh di sûrê de hebûn, ew dergeh jî bi nav bûn: Dergehê Çiyê, dergehê Torê û dergehê Deþtê.. Hem jî ev bajar, ji mej ve û ta roja îro bi çend taxan bi nave wek: Taxa Kelehê, taxa Mîr Elî, taxa Torê.. Lê vê paþiyê hin taxên din hatine ava kirin wek: Taxa Sûrê, taxa Cûdî, taxa Þaxê û taxa Nûrê… Di vî bajarî de bingehê rewþenbîriya kurdî hatiye danîn û gelek þûnewarên dîrokî lê hene ji wan: |
Bixwîne... Gotar |
|
|
|
|
|
|
|
|
|
Gotar: NEWROZ: Cejna neteweyî- Sembola azadiyê û serxwebûnê… |
Îbrahîm GUÇLU ibrahimguclu21@gmail.com
Sibê Newroz e. Rojek û demsaleke nû ji bo kurdan û mirovatiyê dest pê dike. Newroz, cejna kurdan ya neteweyî ye. Sembola azadî, serxwebûnê, xweþî, vejînê, têkoþîn û efirandinê ye. Ji bona dewlet û hêzên dagîrker û kolonyalîst û nîjadperest ,roja tirs û hejandina sîstem û pergala wan e. Rojên beriya Newrozê, keç û bûkên, kal û pîrên, jin û mêrên, zarok û ciwanên, karker û gundiyên, rewþenbîr û hunermendên Kurdistanê ji bona ku li Baþurê- Rojhialatê-Rojavayê Baþurê-Bakurê Kurdistanê Newrozê pîroz bikin, bi heyecaneke mezin, bi hestekî paqij û bi azadî xwe amade dikin. |
Bixwîne... Gotar |
|
|
|
|
|
|
|
|