Nêzîkî 250 kesî li vê fistîvalê beþdarbûbûn, pirên wan ji helbestvan, nivîskar, rewþenbîr, siyasetmedar, û kesayetiyên olî pêkhatibûn, her weha koma Newroz ya bi ser partiya pêþveroya demoqrat jî bi cil û bergên xweyî floklorî li hawîrdorê gora Seyda civiya bûn.
Di vê fistîvala bîranînê de, gelek gotar, lêkolîn û helbest hatin xwendin, ji wan e:
- Heybet meemo: Gotina komîta weþanên kurdî
- Kisra Cegerxwîn: Nameya malbata seyda Cegerxwîn
- Arjen Arî (ji Amedê): gotinek
- Xelîl Sasûnî: Helbest
- Derwêþ Xalib: Gotar
- Rezo Osê: lêkolîn
- Deham Ebdulfetah: gotinek
- Xalis Msewer: lêkolîn
- Salhê Heydo: Helbest
- Bêwar Brahîm: gotar û Helbest
- Narîn Umer: Helbest
- Hozanê Girkundê: Helbest
- Hêmin Mendanî: Helbest
- Salhê Silo (bavê Muslih): helbest.
Herweha gelek birûsk jî hatin xwendin kû ji navend û dezgehên çandî, malperên kurdî , nivîskar û hunermendên kurd ji derveyî welêt û ji hundir, hatibûn rêkirin.
li dawiya fistîvalê peyamnêrê malpera (welatê me) xwest nerîna çend kesên peþdarbûyî, li ser vê fistîvalê bistîne:
- Enîse mele Xelîl (ji malbata Cegerxwîn): Cegerxwîn gulek bû bexçeyek çêkir, pêktê ji van nivîskar û helbestvan û zanayên kû li vir amadene.
- Nesrîn Melekî (hevjîna nemir M. Þêxo): berî her tiþtî ez sipasiya we dikim. Sipasiya çi karê kû xortên me qîzên me dikin , ez bihêvîme miletê me roj bi roj gav bi gav kar û xebata xwe mijûlbin, Ez gelkî kêfxweþim kû peþdarî vê þevê bûm, û ez gelkî kêfxweþim kû ev bîranînên wilo tên li darxistin, û ev cihê serbilindiyê ye.
- Dildarê Mîdî: ez sipasiya we dikim. Ev þev þevek pir xweþbû, ez bi hêvî me pir þevê wilo xweþ û xweþtir jî li bajarê Qamiþlo bên e amadekirin, ev bajarê kû li ber dilê me teva þêrîn û ezîz e, bajarê Seyda Cegerxwîn e, xwezî ez di wê hêviyê debame kû komîteyên meyî amadekar jî di bilindbûna bajarê qamiþlo de ban, û li gor bejna seydayê Cegerxwîn ban di vê þevê de, ji ber kû gelek kêmasî çêbûn, ji bilî ên (teknîkî) gereke ev gotarên binirx yên van nivîskarên meyî giranbuha , þevek taybet li ser wan hatiba çêkirin, ya dîtir, gelek helbesvanên mezin hebûn gereke helbestên xwe bi xwendan û yê xwendinê bûn lê mixabin hatin jibîrkirin , û xwezî jibîrkirin bê, wek wan da nîþandan, kinbûna þevê bê, em bi hêvîne kû ne tiþtek dîbê, lê em ditirsin kû pîlana destin reþbû li piþt perdê.
Û li dawî ez mamostayê hêja Xalis msewer rexne dikim, kû (Suhêl Zekar) wek nûmûne di lêkolîna xwede bi karanî , û wek kesayetiyek pir zana da naskirin ??!!
Heybet Meemo: ji komîta weþanên kurdî Helbestvan û nivîskar Arjen Arî ji Amedê Derwêþ Xalib: komîta fêrbûna zimanê kurdî
Helbestvan Xelîl Sasûnî nivîskar û lêkolîner: Rezo Osê pisporê Zimanê Kurdî: Deham Ebdulfetah
nivîskar û lêkolîner: Xalis Msewer Helbestvan Salhê Heydo
nivîskar û helbestvan: Bêwar Brahîm, nûnera PEN a kurd li baþurî rojavayî kurdistan nivîskar û helbestvan: Narîn Umer Helbestvan: Hozanê Girkundê nivîskar û helbestvan: Hêmin mendanî helbestvan: Salhê Silo Arjen Arî Kenala Asmanî (VÎN tv) jî li wir amadebû Sekerterê partiya pêþverû birêz Hemîdê Hacî Derwêþ jî li wir bû, li teniþta wî ya çepê: Diya Felek (Nesrîn melekî) li ber derî li xatir xwestinê de þekir di hat belavkirin