Tengezar MarînîRê çendî xweþ in, bê dawî
Roj çendî nexweþ in, bêy þev!
Xweska min û te, hev av bidaya,
ji zimanê bo ziman, min û te,
me hev wergeranda.
Baran dibare,
piþkujên baranê,
piþkên baran, serê pencereya me gêj kir
pizrûk, pizrûk
û pencere?
Min û te pir nizim xwe ava bikira.
Ev zemîn avis e, bi kulan.
Ji belngaziya vê rewþê, dilê xewnhezan þikest,
ê min û te jî…
Ez û te berdewamiya bêdengiyê ne.
Tu awirên min,
ez henaseya te werdigerênim.
Eve peymana di navbera me de,
navê min û te li ser giyayê girê gundê me, þînhat …
Binêre
Di nav wan du pêlên har de,
serê zarokî kurd diyar dibe.
Bîranîn sosineke avî ye.
Ez bê sîwan im,
tu bê sîwan î,
ber bi êþê ve diherikin
gerdûn padîþahiya agirekî kevnar e
melodiyek berbangê diþikîne
û roj nû bi gêjbûnê þiyar dibe
lerizînek bêhempa laþên me girt.