Qederê em pekandin
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 15 ãÇíæ 2024
Mijar: Nûçe




Lazgînê Dêrûnî

Bilbilê wek min dinalî derd û kul
Tek dijî tu bê heval û bax û gul

Ka dilê þadî gelo ka ew fîxan
Ez dizanim kû li me gerya zeman

Dem û dewran pir gerandin liv û ger
Çerxekê em dûr revandin derbider


Ew qeder çawa ji niþkê ser me hat
Va ye wê em tev pekandin der welat

Bilbilo ka wer bi min ra bib heval
Da bibêjim bo te êþ û rewþ û hal

Pêncî salên min temam bûn ez li gund
Qedrû qîmet tim bi rûmet serbilind

Va bû deh sal ez xerîb im bê xwedî
Rojeka xweþ keyf û þahî min nedî

Xweþ bizanin bê welat nîn e jiyan
Laþekî bê hest dimînê bê giyan








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=6194