Ji temen Kullkan.
Drok: 06 2024
Mijar: Ne




Mizgîn Hesko

Ji temenê kulîlkan
Hîn jî spêdeyek
Rê û rêwan
Hîn jî avrêl in...!

Çend bîstikên din
Û di xirecira bihara navîn de
Tiliyên keskesorê
Perwane vêdixînim...!



Dem û dewr
Hîn jî elind e
Pêkên...
Ku hogirî dilê sirutê bûne
Û tevî têlên rêsayî
          Û pencên êê
Bifirê dixînim...!

Û hêvî...
Deriyekî vekirî û bê dawî ye
Êdî vegera jê...
Xwekutin e
Û ji destxistina heyvanê roniyê
Hem dilzarî
Û hem mirin e..!


Wiha û di vê riyê de
Ji temenê kulîlkan
Hîn jî spêdeyek...!

Baweîna gulava omîdan
Yan jî...
Bênderek ji nîsanokên sava?!


Destên tîrêjê
Çivîk...
Ji hêlînên hevrîimîn
Û ber bi kenaran ve
Bi çîvçîva xwe
Û kulîlkên ji axikên daran
Weriyayî !
Û liv û tevgera spêdeyê
Ron, biirîn û silav e


Û ev tiliyên bi hingivê hunerê
Mest..
Ji anên xwe der tên
Û li ser kirasê asûmên
Vedigerin pirpirîkên matmayî
Û pitî bîstikekê
Di xirecira werzê de
Û li ser pêsîra hêviyê
Pir hêmin
Û rewan aza
Diçin ava...!

29.Avrêla 2024








Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=6187