Brahîm Mehmûd
Ji roja te ji min re gotiye:
Ez ji te re welatekim
Xew neketiye çavên min
Žev û roj bûne yek
Min tižtên nemayî dîtin
Dergehên sînorê te yên bê nav
Ji yên bi nav pirtir in
Kesên derbas dibin ro nîv ro
Nayên rawestandin
Belê, min çi dît min çi ne dît
Tu bûyî bazareke berfireh
Min gelek
Hirç
Wawîk
Rovî
Gur
Keftar
Gornebaž
Tê de dîtin
Ev hemî ji ku hatine
De ka ji min re bibêje
Min dîtin bê çawa
Roniya çavên te difrožin
Bê çawa steyrikên asîmanê te
Dugvêžin
Û hey dugvêžin
Daku bazarên xwe
Duristir bikin
Bê çawa pîkoliyê li ser sînga te dikin
Bîhna te difrožin
Ciwaniya te difrožin
Keçikaniya te difrožin
Zarokitiya te difrožin
Banga xewnên te difrožin
Žîrê di pêsîrên te de
Yê zarokên te difrožin
Kaniyên ava te difrožin
Bayê te yê hênik difrožin
Daristanên te difrožin
Asoyên pažeroja te difrožin
Lewra roniya dilê min yê têkçûyî
Xwe vegerîne weke navekî normal
Daku ez te weku tûyî bibînim