Þêrîn EbdoDema ko dengê evînê dil mest bike,
êdî hest bêzar namîne..
Dema ko sawa hestan hinava min bilerizîne,
êdî henase ji hilma te têr dibe..
Dema ko dara miradan siha xwe li ser piþta nervînê vede,
êdî motika hezkirinê di giyanê min de germ dibe..
Li ber deriyê ewî bajarî,
dema ko zeytûn bi silavê dilê axê xweþ dike,
êdî Perwane jî dê sîngûberê buharê biramîse..
Li sivdera ewî bajarî,
xunceya dilrevîn dibiþkive û min ji te hez kir..
Ez û te û zeytûn bi axê re hevpar in..
Ez û te bi berbangê re di çavên arî de hilhatí ne..
Êdî ez û te û ewî bajarî,
þaristaniya evîneke pîroz in..
Êdî li ewî warî,
ez û te dê azad bi yek rewanî bifirin...
04.04.2024