Xemgîn RemoEz ne poþmanim
Ku min rîsê dilîniya
Bi teþiya evîna te diristin
Û mirîdê du çavên te bûm
Ey þêxa vînê .....
Di cîhanek mijokî de
Hevendekî gandêre
Di kûr geliyên bi saw de
Þopdar û bîndarê miska te bûm
Te jî bi tîrên xwe
Her xwîn dirjand ji birînê ...
Erê canê , can þêrînê
Kaniya jan û jînê ...
Te diviya min þîrveke
Û ez berxê li dûv makê
Dibarriyam bi keser û nalînê ...
Hîn jî þewþena te dilrevîne
Tu pertûka ol û dîne
Dastanek nehatiye nivîsandin
Û ji xwe helbest
Nikare barê te hilîne .....
Belê xanê , xan lewendê
Peyala dawî ya vîna xwe
Bi elendê re bidî min
Jaremar be yan canvejîn be
Tê min bikuje yan bifirîne ....
***************