Mizgîn Hesko*Ji bo bîranîna komkojiya Ermeniyan.Wê gavê...
Perên pelatînkan
Di paþila mijê de!
Ji janê û ta destên janê
Mijê...
Tevnên bêdengiyê ristibûn...?!
Di nav mijankên pîrka min...
Rojeke veþartî...
Û di qermîçonkên rûyên azirandî de
Rêlistanên tî...!
Û çavên hêviyê
Þînok...
Û vemirîbûn.
Hin di rê de
Di himêza dêwê de
Û di pêla mijê de Pelatînkan...
Biþirîna lêvên xwe
Gund û þarên wêran Erxewanên serveqetandî
Û neçar...
Xwe ji dest dabûn.
Pîrka min jî
Û hîn di rê de
Navê xwe ji xwe kir
Û di bin kevirekî de
Ew veþartî hêla...
Û bê nav
Bê per
Û bê bîrewerî ma...?!
25.04.2024