Xemgîn Remo Bi hatina hechecûka re
Yekem taviya vîna te
Li beyarê dil baranê lê kir ...
Dar jîna min nû ciwan bû
Þax bi kulîlka xemilîn
Dîsa buharê destpê kir ...
Yarê .. çira ya þevtariya
Zivistana reþ bi dawî bû
Ey tîna germerojên hêviya ...
Mêrg û çîmen yane yên me ne
Eger tu bibî palevana gula
Ezê bibim nêçîrvanê perwana
Li nav zeviya ....
Ji bade ya lêvên lale
Bila biherikin co û cobar
Da mest û mest
Her binoþim meya kevnar ...
Tê dil û can ji min bibî bi mestî
Xweþiya vînê her eve
Da ku nebêjim :
Di jînê de nebûm jîndar ....
Dirbêsiyê / 11 / 4 / 24