Careke Din Mr Miqdad Medhet Bedirxan Rojnameya KURDISTAN
Drok: 20 2024
Mijar: Ne



Konê Re
 
   Di dawiya sala 1897an de, ji neçarî Mîr Miqdad Medhet Bedirxan Stenbol li pa xwe hitiye û berê xwe daye Qahîre.. Li Misrê wek rikeberekî dijî siyaseta Sulatan Abdulhemîdê/2an, ji bo pêketina Kurdan kar û xebat kiriye û di roja 22ê Nîsana 1898an de, anku di rojek wek îro 22.4.2024an de, berî 126 salan, yekemîn rojnameya bi zimanê Kurdî, bi navê (KURDISTAN) weandîye û di nav rûpelên wê de wiha gazî û hawarî Kurdan kirîye û gotiye: (Gelî Mîr û Axano! Kurmancno! qenc bizanin xwendin, ilm û merîfet li dinyayê û axretê rûyê mirov sipî dike. Niho zaroyên xwe fêr bikin ilm û merîfetan hûn bi xulaqetê xwe ûcai û cesûrin, heke hûn bibin xweyî ilm, hûnê ji dinyayê hemîyan xurtir û dewlemendtir bin..).
Mîr Miqdad Medhet Bedirxan, rojnameya KURDISTAN, (4) Qahîre/1898.


  Rojnameya (Kurdistan): Rojnameyeke 15 rojî bû.. 31 hejmar jê hatine çap û belavkirin: Xwedî û berpirsyarê her 5 hejmarên pêî ji 1-5 ku li Qahîre hatine çap û belavkirin (Mîr Miqdad Midhet Bedirxan) bû.. hejmarên mayî ji 6-31ê xwediyê wan birayê wî (Mîr Abdulrehman Bedirxan) bû, cihê weandina wan ji 6-19 an li Cinêvê bû, ji 23-20an jî careke din li Qahîra bû, hejmara 24an li Londonê bû, hejmarên 29-25 li Folkostonê û herdu hejmarên dawî li Cinêvê bû; hejmara dawî (31) di roja 14ê Nîsana 1902an de bû.  
  Pêwîste ku zana û nivîskarên kurdan di kovar û rojnameyên xwe de, li ser weha  roj rawestin ku, di roja 22ê Nîsana/ 2024 (126) sal di ser weana rojnameya wî KURDISTAN re derbas dibe, jînenîgarîya xwediyê wê û rojnameya wî bidin naskirin, da ku nifên nû ji nêzîk ve wî, nasbikin û serwextî têkoîn û xebatên wî bibin.
   Mixabin, gelek navdarên me, mîna Mîr Miqdad Bedirxan hene me ew di ser guhên xwe re avêtine..! Wek ku pêdiviye, me guh li wan nekiriye wek: Mîr Celadet Bedirxan û herdû kovarên wî (Hawar û Ronahî) li amê, Dr. Kamîran Bedirxan, xwedî û berpirsyarê kovara (Roja Nû û Stêr) li Beyrûtê di navbera salên 1943 - 1946an de, Memdûh Selîm Beg Wanlî û Hemze Behê Miksî berpirsyarên Kovara (Jîn -1918) li Stembolê, Mewlana Rifet Beg Zade xwedî û bepirsyarê Rojnameya (Serbestî - 1909) li Stembolê, ev mirov di sala 1930î de li Helebê çûye ber dilovanîya Xwedê û îro kesek gora wî nasnake, Mîr Sûreya Bedirxan, yê ku di sala 1908an û li Stembolê û sala 1917an de li Qahîre rojnameyek bi navê (Kurdistan) weandîye. Û gelek mirovên din hene mîna: Mîr Abdulrezaq Bedirxan, Dr. Nûrî Dêrsimî, Dr. Nûredîn Zaza, Qedrî Beg Cemîl Paa, Ekrem Beg Cemîl Paa, Qedrî Can û weha bi dehan ji welatparêz û rewenbîrên gelê Kurd, yên ku tev jiyana xwe di ber gelê xwe de xerckirine hene. Ji mafê waye jî, ku em wan bi bîr bînin û gurzên nêrgizan li ber serê wan deynin.
  Erê bavo! Kirîzeyên mezin, li pê fêrkirina zimanê me hene.. Li Bakurê Kurdistanê perwerde û hînkirin bi tirkî ye, li Baûr bi Erebî ye, li Rojhilat bi Farisî û li Rojava bi Erebî ye. Ji bo vê yekê zarokên me ji zimanê dayika xwe dûr dikevin, zimanê biyaniyan hîn dibin. Sebaretî me kurdên Rojava bi mixabînî dibêjim: Guhdana Partiyên Kurdên me bi zimanê kurdî gelekî qels û lawaz e.. Tev nivîsên wan bi zimanê erebî ne, pirrê axaftina wan bi zimanê erebî hatiye xemilandin.. Ez ne bawerim ku berpirsyarekî wan, zanibe bi kurdî bixwîne û binvîsîne.. Kurdperwariya wan bi zimanê erebî ye..! Di vê derbarê de bi min xwe e bêjim: Ziman; berdewamiya hebûna mileta ye. Yê ku zimanê xwe jibîr bike, evrekî dibe, ev lê digere û êdî nema kare bi serbestî derbasî civaka welatiyên xwe bibe.






Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=6148