SÝBEHÊ
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 19 ÃÈÑíá 2024
Mijar:



Xemgîn Remo
 
Sibehê tê min bibîne darçinarek
Li xaçerêkên çiya
Di rêya seyrangeha de
Bînvedana rêwiya ....
Sibehê ger tu hat
Tê min bibîne kanî ...


Hîva þevînî li rajorê banî
Kezî û biskên min
Hêlîna çûkan
Xatûna evînê
Serdara bûka ...
Sibehê ger tu evîndar bî
Di gola vînê de
Sermest û har bî
Melevano tê bighê
Lûlû û mircana
Li peravê zêrîn
Cîgehê civana ....
Sibehê ez dêlya tirî
Li nîva rezî
Li bin sîbera min
Namînin xwezî
Goþî gihane bo meya jînê
Mêvano de binoþe xwîna birînê .....






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=6146