Min jî bêriya helbestê kiriye.
Dîrok: ÇáÎãíÓ 18 ÃÈÑíá 2024
Mijar: Nûçe




Tengezar Marînî

Eve jî hin pîj.
Sîber ên teniþtrêkan Sînorên bêdawî ne.
“Pîj ên Bîreweriyên þeveke ji hiþketî”
Hizirkirin,
destpêka lêpirsînê li kilîta xwezindanîkirinê ye
naxwe kî dikare ewqas bi hêsanî
min bavêje himbêza te?


Biserdebirin.
Ev tu yî?
Eger belê,
Ez li kû me?
Dem dereng dikeve,
Tu zelal
Mijaneye nêrîn
pencere,
nefesek kûr
her tiþt zelal,
hêsan,
bîhnxweþ
ronahî
bayê biharê diherike
Bilbil tê bêhinvedanê.
Eger eve tu yî?
Çima li xwe û te digerim!?
Sozên þevê!
Ta bi vê kêliyê bendewar im.
Pirreng
Daristan pelan diweþîne û werdigire
Tu ez im,
ê xwe ji ber min vediþêrî.
Diger im,
Li çi?
Li kê?
Dipirsim:
Ev kî ye?
Min bêriya dewê sibehên þil,
dewê meþkan kiriye…
di nav mijê de dibiriqî
keska nazik ji qurmê kevn.
Wêneyekî te li berçavên min diçû û dihat...
wêneyekî reþ û spî
dem dihat, bêhn dikir
gerim dikir, dineqiþandin,
sar dikir,
bi tenê dihiþt û diçû
Ez qûnaxeke tevlîhev û vekirî me.
Ji þikestinan,
têkçûnan,
ji ber wan çavên tije
þînî, xemgînî,
girî
û
kîn direvim
ji ber westanê
netêgehiþtinê
nelihevkirinê,
bermayên kevin
demên jidestçûyî
di…re…vim.
Stran ji peyv ên min in û awazdanîn û bi dengê dostê min yê hêja Þêrzad Efrînî ye.








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=6144