Bavê Zozanê- Merwan Mistefa-
Qapût çîroka Nikolay Gogol e, ku di dawiya sala 1841yê de bi dawî bûye. Bi rastî vê çîroka kin cîhan tev hejand, ku wisa bi zelalî dûrî romansiyetê civata Rûsî serhevde û vekolîn û wêne kir.
Berevajî þêweyê wê demê, Gogol karîbû ser jiyana rojane ya perîþanan bi herî hûrikî bisekine, wisa jî ser xewnên wanî rewa ji bo jiyaneke herî xweþ yên ku timî rastî keleman dihatin, nivîsand.
Dibêjin ku çîrok hê ku wek destnivîs bû û ta serdema niha jî, yek ji kûrtirîn nivîsên Gogol tê jimartin .Vêce hevokek herî navdar li ser vê çîrokê belav bûye ku dibêje (em tev ji bin Qapûtê Gogol derketine).
Nivîskarê Fransî Milkiyor Dîfocoz li ser zimanê nivîskarekî
Rûs ew hevok tomar kiriye, lê eþkere nekiriye bê ka kî ye. Ya herî nêzî
rastiyê dibêjin ku Dostoyevsky (1821-1881) ev hevok gotiye. Hinî din
dibêjin na, xwediyê wê Turgenev e (1818-1883).
Kî ev hevoka
giranbiha gotibe ne xem e, lê bêguman ew hevok dide xuyanîkirin bê ka
çiqasî akama Gogol li ser wêje û toreya Rûsî heye, ku ew bi xwe nola yek
ji pêþengên damezerênerên dibistana rasteyeqîn di toreya Rûsî de hatiye
binavkirin.
Nivîskarê navdar ê þoreþvan Aleksander Herzen (1812-1870) gotibû ku Qapût danerekî herî bi gewd e.
Roman bi gelek zimanan hatiye wergerandin. Min jî bi zimanê Kurdî ew wergirandiye, lê hîn destnivîs e û li benda çapê ye.
Naverok
Karmendek di rêvebirgeheke fermî de kar dike, herî belengaz û perîþan e, tu kes hay jê tune ye, karê wî yê sereke nivîsandin e.
Belgename
û palpiþtan û her tiþtê ku ji wan re gerek e û yên ji wan re ne gerek e
jî jê re davêjin bo ji wan re binivîse –çiku wê demê alavên nivîsandinê
û kopîkirinê nebûn.
Xewna karmendê me (Akakî Akakîvîç) a
yekem û dawî ew bû ku bikaribe Qapûtekî nuh ji xwe re bikire, qene xwe
ji serma zor a Petersburgê biparêze, çiku qapûtê wî yê kevin tev
pînekirî ye, riziyaye, hew tê lixwekirin.
Ji xwe serma û
barana wî welatî di wan qulên qapûtê wî ve bê rêdan derbas dibûn, tevlî
ewê bahoza tûj li mêjiyê hestiwên Akakî disekinîn.
Lewma divê
xwe ji gelek xwarin û vexwarinan û þîvan mehrûm bike qene karibe bihayê
Qapûtekî nuh kom bike, û xwedê terzî (Petrovîç) raserî kesî neke. Akakî
dît û xwedêyo bera kes nebîne.
Dawî û piþtî rojiyeke bêhempa
Akakî karîbû bi zor û heft kotekan bihayê Qapûtekî nuh komk bike, lewma
di cî de berê xwe da bal terziyê bêol Petrovîç, wisa piþtî demeke kurt
Qapûtê xwe yê nuh wergirt.
Bo vê bona herî mezin -þêraniya
qapûtê nuh- hevalên wî yên kar ew vexwendin mal wek þahiyek mezin jê re
çêkirin. Akakî bi kêf û iþq tevlî qapûtê xwe yê nuh berê xwe da mala
hevalê xwe…ji kêfa qapût niza bê ka çilo giha wir.
Dawiya þevê Akakî vegeriya malê, di rê de çetan ew þêlandin û qapûtê wî jê standin, (xewna wî ya sade) þikandin.
Piþtî
gelek cihan, çû bal yê herî mezin qene giliyê xwe libalê bike, lê
vegerand: Te nîvê þevê li wan celdan çi dikir, karmend ji qehra serma
mirinê ew girt û neberda.
Çîroka Akakî li welêt hemî belav
bû, wisa wek bawek pêve zêdekirin ku yekî mirî ji nîvê þevê û pêve, çi
kesê ku li celdê dibînê qapûtê wana ji wan dike, gelekan ev bawe bawer
kir, ta biryarek fermî derket ku divê yê mirî bi çi awayî mabê bê
girtin.
Nerîn
Gogol bi saya serê vê çîrokê bû torevanê
jiyana jînwarî (realîst) û bi saya serê Gogol jî wêjeya Rûsî bo hêzek
giranbiha ya madî û materyal dikarîbû rêjîma koletiyê riswa bike wisa jî
wê biguhêre.
Þêweyê ku Gogol çîrok pê nivîsiye þêwekî gelêrî
ye, kula dilê milet nîþan dide, gotinên wî herî nêzî civatê ye, lê bi
þêwekî herî hestyar nivîsiye.
Di vir de gotina apê
romannivîsê Sûdanî Tayib Salih tê bala min ku ser biraziyê xwe wisa
digot: (Eyin gotinên wî wek yê min in, tiþtekî ne normal nabêje, çima ev
qas milet wisa heyranê wî ye ez vê nizanim?) dêmek raz ji xwe di vir de
ye.
Ez bi xwe jî heyranê qapûtê Gogol im, ji beriya bîst û
pênc salan zêdetir jî û ta niha jî her çile qapûtê Gogol tevli wan hemî
pînên pêve tevlî wan berîkin qul ez li xwe dikim, çiku ne þil dibe û ne
jî ew berîkê qul ji mirovatiyê vala dibin.
Lehengê çîrokê: Tê
xuyanîkirin ku naveroka çîrokê hemî li ser bûyerekê tenê hatiye
hûnandin, bûyereke bê þax û pel e, wisa lehengê wê jî yekî bi tenê ye,
ew jî ne wek lehengê romanên din e, ango lehengê me ne dirêj û çavþîn e,
yan jî ne xwedî hêzek taybet e ku dikare goka zemînê bi destekî tenê
hilgire. Ji xwe evê hiþt ku Gogol bi serkeve çiku tiþtekî beloq di
lehengê xwe de nedanî, tenê em dikarin bêjin ku lehengekî ne lehenge ti
hêza wî bo berberiyê tune ye, nikare xweþ xwe binaskirin bide.
Lê tiþtê balkêþ tê de hestê wî yê herî naz e ku dixwaze di civateke mirovatî ya wekhevî de bijî.
Ji
xwe lehengiya wî ji vir dest pê dike ku dixwaze bibe mirov, daxwaza wî
ya veþartî û azeweriya wî ew bû ku milet wek mirov divê dan û standinê
pê re bikin, wek her kesekî din.
Bi rastî carna dilê yekî bi
lehengê vê romanê diþewite ku ewqas xelk mafî wî dixun û carna jî mirov
jê aciz dibe jê diengire ku çima wisa qels e û nikare berevaniya xwe
bike.
Bêtara Qapût ew e ku li rastiyê digere, ew rastiya ku
leheng jî lê digere. Gogol bi xwe jî bi lehengê xwe re di wê civata
Rûsî de lê digere, ew civata dijî hev û divê ku Gogol wê nebî jî.
Terziyê
ku leheng çû balê bo pînekirina qapûtê xwe ew nêzî vê rastiyê dibû. Lê
Gogol ew tev bi destê xwe kontrol kiribûn qet nedihiþt ku kes ji wan ji
rêya xwe derkeve.
Bi rastî nivîsandin ser qapût û Gogol bi
dawî nabe, bi dehên rûpelan jê re divê û hîn jî kula dilê mirov rehet
nabe. Bi kurtî qapût wênek biçûk ji vê cîhana mezin e ku dihêle mirov
timî ne di rehetiyê de yan jî di bêbaweriyê de anjî di windabûnê de
bimîne ku wisa çîrok bi dawî hat ku ta niha jî yê mirî qapûtê wan ji wan
dike...ku dawî (reþkê þevê) ji wan kesên ku li pey diçin ji niþka ve
disekine û dibêje: (we xêr e ma hûn li bêtaran digerin?)
Li
vir nivîskar hinekî ji mendînê derketiye bal bi xeyal ve çûye dema ku
yaxîbûna wî mirovê tev hest di rewanê wî de berz kir wisa jî ma
girêdayî bi qapût ve. Ku tiþtê Akakî nikaribû di jiyana xwe de bike,
rewanê wî piþtî mirinê pêk anî, tola wî hilanî.
Jiyan bê
guman herî berdewam e, çîroka me bi xwe jî heroj dubare dibe ne tenê
bi bûyerên xwe ve jî belê bi kûrbûna xwe ya mirovatî jî wisa ji bi wa
mafên windakirî jî ku bê sûç hatine birîn..
Dawî
Gogol
xwediyê rewanbêjiya mest dikarîbû ku kesên xwe biafirîne û bi rengekî
tinazî wan bikar bîne, evê jî akamek mezin giran ser nifþên paþî ji
torevanên Rûs kir tevlî Dostoevsky lê ew baþ nehat fêmkirin di pir cihan
de, vê jî tesîr lê kir nemaze ku ku ew herî naztirîn berhest bû, lewma
jiyana xwe ya dawî bi azar di navbera sinç û olê de derbas kir.
Bêguman wek me got Gogol tevî Puþkin ji yekemîn damezrênerên dibistana jînwarî (realîst) di tore û wêjeya Rûsî de tên jimartin.
Helbet Gogol (1805-1852) nivîskarekî welatparêz bû bi hemî wateyan wisa jî di vê pêþbirkê de dide pêþiya Puþkin.