Ahenga Roja Chan ya Jin Roja Cil Bergn Kurd
Drok: 11 2024
Mijar: Ne



Li Bajarê Kiel-Elmanyayê bi helkeftina Roja Cîhanî ya Jinê û Roja Cil û Bergên Kurdî, Hevgirtina Jinên Kurd ya Rojavayê Kurdistanê çalakiyek li dar xist. Çalakî bi sirûda netewî ya Kurdistanê dest pê kir. Birêz Gulistan Beîr û birêz Selame Abdullah li ser Jinên navdar yên Kurdistanê û rola jinê bi gitî di dîroka Kurdistanê de peyivîn û bi berfirehî li ser kar û xebatên Hevgirtina Jinên Kurd li Rojavayê Kurdistanê û derveyî welat hin daxuyanî dan. Di pey re derfet dan mêvanên xwe yên ku ew vexwendibûn, ta ku peyva xwe pêkê bikin. Li evê çalakiyê hejmareka zêde ji jinên Kurd amade bibûn û sifreyeka rengareng ji bo mêvanan hatibû danîn û bi diyarîkirina sorgulekê rêz li jinê hat girtin.
Bername bi hestên kurdewarî û govendê bêdengiya salonê ikand. Li dawiya bernameyê çalakvan Dayika Çelengî bi helbest û stranan dilê hemûyan xwe kir.
Pir bi dilxweî min ev karê hêja nirxand, bi hêvî me ko hemû jinên me û bi taybetî li welatên biyaniyê karibin evî rewanê kurdewarî di zarokên xwe de biçînin.


Em li evan welatan hevgirtî bin, bi hev re bixebitin, pitgiriya hevûdu bikin. Hezkirinê di navbera xwe de çêbikin, her çiqas em rêzê li hev bigirin û pitgiriya hev bikin, em dê hemû biser bikevin.
Li dawiya ji dil ez spasiya Hevgirtina Jinên Kurd ya Rojavayê Kurdistanê dikim, ji wan re serkeftinê herdem dixwazim.
10.03.2024
îlan Doskî

















Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=6113