Ew yara min e.
Drok: 27 2024
Mijar: Ne



Mizgîn Hesko

Mîna Gulgami
Ez mame di rê de
Giham û negiham kaniya jiyanê
Kanî ava...
Di çavên Dilberê de..?!


Ew yara min bû
Pir nazenîn û êrîn bû
Lê ew biçûk bû di çavên Xwedê de
Ew î kelem û çiya xistine rê de
Birûsik û Pereng xistine wê sîngê de

Ew yara min bû
Cerg û hinav
Dane ber xedeng û tîran
Dilkê min kesidand
Û ew xiste nava xwê de.

Ew yara min bû
Dûrî wê...
Ez qerisîm di vê zivistanê de
Lê ji iqa Dilberê
Vî dilê ikestî
Her bi xurtî lêda

Ew yara min bû
Dûrî wê...
Jîn bi min agirê sor e
Va hîn zindî
Ez dikelim tê de
Mîna nanê tenik im
Her diewitim
Di wê tenûrê de..!

Ew yara min bû
Ew yara min e
Min...
Bi lêvên lerzînok maç jê da
Lêvên min qelatin
Di sira maçê de
Min...
Xwe avêt bextê
Xaça di sukrê de
Min...
Xwe avêt bextê Yahwa
Û Yasîna di kemberê de
Min...
Xwe avêt bextê Zaradet
Û Tawis melekê di Laleê de


Ew ax û eng
Yara min bû
Yara min e
Ji pita Kasî- Mîtan û Mêde
Yara min e
Li min nabe xwedî
Her min dibîne
Tirsonekê di wê revê de..!

Yara min bû
Ez Gilgamiê di wê rojê de
Min...
Vînos û Itar navin
Bi tenê min divêt
Ew ava ku diherikî
Ji destên Dilberê de


Û dawî...
Eger ez negihitim Firatê xwe
Besî min e
Mistek ji axa pîroz di wê bejnê de
Dê her în bibe
Giyakê sêvê bi ser gorê de..!


Ji dîwana / Tîpên Evînê/ Avdar 2007.
Yekek ji helbestên herî, herî kevin.






Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=6099