Dil diþewitî wêranbû Maraþ Gurgum
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 07 ãÇÑÓ 2023
Mijar: Nûçe



Gurkan Elhac

Gurgum Gurgumê Mereþ
Deh xuþkan re mal û hewþ
Bûmelerza meha reþ
Anîn xwarê beþ bi beþ


....
Veceniqandin ji xew
Em kilandin weke dew
Bi lez hewar û lewlew
Me rizgarkir can û leþ
....
Xuristê xurt gerand aþ
Hêrandin kevir û laþ
Girî wêran ma li paþ
Qêrîn feryad gihan erþ
....
Ji bîr çûn mal û mewdan
Ma derdê can û giyan
Çi maldar û çi xizan
Li hêviya rojek geþ
...
Gel ji tirsa ma li der
Berf û baran hat li ser
Ba qerisî seranser
Kolan bûn bi kon û merþ
....
Nalîn ji bin wêranê
Bendî tîmê vedanê
Semsûr(Adiyamanê)
Ban ser hevdû bûne ferþ
...
Felek da me tûje derb
Em belabûn þerq û xerb
Di dilan de kul û kerb
Ne diyar e çi bê rewþ
...
Hatayê Osmaniyê
Nûrdaxê Islahiyê
Pazarciqê Elbistan
Xopan bûn nav ax û gerþ
.....
Dîlok Reha Xarpêtê
Edenê Amed Meletê
Dilê min kirin pêtê
Gund ketin ser gov û terþ
....
Cindrês Kilis Efrînê
Herikîn çemê xwînê
Dunya bo me ket þînê
Me poþa sipî û reþ
...
Hilweþîn koz û hêlîn
Perçiqîn text û nivîn
Valabûn kunc û kulîn
Bi erdê ve bûne tefþ
...
Zar û zêç man bê xwedî
Mal talan bûn bê fedî
Sosreta kesî nedî
Mirov bûn dîn û serxweþ
...
Mehþer e ne mehþer e
Xweza me re ket þer e
Çav li derî pencer e
Xan dikevin qad bi qelþ
...
Xirbe mirov daqurtin
Mal û mulk pirte pirt in
Can bin de firtefirt in
Hindik nav de bûne kifþ
....
Rijiyan zêr û para
Bûn mihvanê çadira
Ser êþa me tacira
Kirin þer û bi gengeþ
...
Karesat e karesat
Nahilê ilm û luxat
Bûye nûçe her civat
Li cîhanê bûye gelþ
....
Hinav agir diçirin
Mirî cem hev bi birr in
Wek derbika li vir in
Bendî çal û kêl û refþ
...
Nih hezar li Sûriyê
Çil û penc li Turkiyé
Þehîdên erdhejiyê
Serê miletê me xweþ
...
Anqara 4.03.2023
Gurgan Evde Evdela

https://www.facebook.com/Gurgan.Evde/posts/pfbid0jNphZYfTWAn42ZQgFd1SQT8iTzrthehdiJ5jnBgfC8AWpboB4nfAKse7ZHT8n6Fl








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5904