Barzanî; 44 sal ji Oxirkirinê û 62 sal ji Þoreþa Îlûnê
Dîrok: ÇáÃËäíä 27 ÝÈÑÇíÑ 2023
Mijar: Nûçe



Konê Reþ

   Di 44 saliya koçkirina Barzaniyê Nemir de, bi min xweþ e li destpêka Þoreþa Îlûnê vegerim û vî rûpelê windayî ji we re bînim ziman; Di 11ê Îlûna 1961ê de, dema ku Þoreþa Îlûnê bi serokatiya Barzaniyê nemir destpê kir, berpirsyarên rêjîma Sûriyê di parêzgeha Hesekê de dest bi civînên piþtgiriyê ji bo rêjîma Abdulkerîm Qasim, dijî þoreþa Barzaniyê nemir kirin.. Destpêkê, civînek li gundê Rimêlana Paþê pêk anîn û di wê civîne de ji Þêx Reþîdê Dêrþewî xwestin ku gotinekê dijî þoreþa Barzanî bibêje.. Þêx wiha li wan vegerand:


  (Ez ê wek Xwedê û pêxember gotiye bibêjim; Eger du beþ ji misilmanan þer hev bikin, wan li hev bînin, eger yê xurt û zalim, lihevhatinê nexwaze û zulma xwe nesekinîne, li rex yê mezlûm bisekinin. Mela Mustefa ne hinkûfê hikûmeta Îraqê ye, ew yê mezlûme..) Û gelek caran jî Reþîdê Dêrþewî di nav mela, sofî û mirîdên xwe de wiha digot: (Heçî li qewmiya xwe nepirse, bela ji îmana xwe bitirse). Hîn ev gotina wî li ser zardevê kalemêra ye.
  Herweha di wan salan de, berpirsyarên rêjîmê çûne cem þêxê erebên êla Þemera û jê xwestine ku di nav eþîra xwe de belav bike ku serhildana Barzanî ne di rêka misilmantiyê de ye, pêwîste þerê wî bikin.. Dibêjin; þêxê Þemera li wan vegerandiye: (Heyra! Em û Kurd cîran in.. kêfa Kurdan ji Barzanî re tê.. em pêwendiyên xwe bi kurdan re xera nakin.. Gelek rêjîmên wek we hatine û çûne, em kurd cîran mane..).
  Di sala 1966an de, gelek caran hikûmeta Sûriyê zor li Þêx Îzzedînê Xiznewî kiriye ku beyannameyekê dijî Mela Mustefa Barzanî belav bike û têde bibêje; Þoreþa Barzanî di rêka kufrê de ye û dûrî dînê îslamê ye.. Dibêjin;  Þêx Îzzedîn jî, qebûl nekiriye.. razî nebûye û wek wan nekiriye..
  Mêzekin! Roja îro, piþtî 62 salan ji þoreþa Îlûnê, bi serokatiya Barzaniyê nemir, bê çawa hikûmeta Herêma Kurdistanê, wek dewleteke azad û serbixwe, di nav dewletên dinyayê de, bi alîkariya xwe ji xelkên erdheja Tirkiyê û Sûriyê re radibe.. Û di derhal de alîkariya (Xêrxwaziya Barzanî), di hawara Bakûr û li Rojavayê Kurdistanê hat þandin.. Bê cudabûn, ew alîkariya însanî ya ku di bin navê Bazaniyê nemir de bû li tev xelkên erdheja 6ê Sibata 2023an, ji Kurd, Tirk û Ereb hat belavkirin.. Xwedê! Çendî bêhna te fireh e.. Barzaniyê nemir! Çendî tu mezin bû.. Gelê Kurdistanê! Pîroz be li me dewleta Kurdistanê li Baþûrê Kurdistanê.
 
Qamiþlo 28.02.2023








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5901