Bi boneya (ROJA HELBESTA KURDÎ )hin gazinên min ji sê beþên Kurdistanê
Dîrok: ÇáÎãíÓ 13 ÃßÊæÈÑ 2022
Mijar: Nûçe



Dr.phil. Ebdilmecît Þêxo

Di meha 10, sala 1993 an de, çar nivîskarên Kurd ji (Çiyayê Kurmênc)1-Heyder Omer, 2-Rûxwaþ Zîvar,3-Elî Cefer û Ebdilmecît Þêxo bi hev re civînek fermî  li darxistin, piþtî danûstandinek dirêj û kêrhatî di wê civînê de, wan  birayar istandin ku roja koçbarkirina Seyda  Cegerxwîn, helbestvanê Kurdistanî,dengê gelê Kurd li seranserî welatê Ehmedê Xanî,Mileyê Cizîrî, ku roja  22.10. an hersal  bibe (ROJA HELBESTA KURDÎ) li Rojavayê Kurdistanê.
Vê komîtê gelek  vexwendname þandin  ji hemû helbestvan û hezkiriyên wêje re (Efrînê,Qamuþlê,Kobaniyê,Þamê) û di 22,meha 10,sala 1993 an de mehrecana (Roja Helbesta Kurdî li Kelha Horî li Navçeya Efrînê  Lidarket).


Di vê fêstîvalê de (25) helbestvan û nivîskarên payebilind  li  (Kelha Horî)  beþdar bûn  û mehrecana yekê  bi helbestên xwe dewlemend û geþ kirin. Lê li vir hêcayî bîranînê ye , ku em navên helbestvanên rêzdar jî bi xwendevanên vê gotarê bidin nasîn: 1-Seydayê Tîrêj,2- Diya Ciwan 3- Hawarê Gundî (Heyder Omer),4-Rûxwaþ Zîvar,5-Omerê Lelê,6-Dêrsim,7-Rifet Þêxo, 8-Tengezar Marînî,9-Axîn,10-Nesret Hebeþ,11-Mihemed Hemo,12-Mûmê welat,13-Þêrgelê Kurd,14- Fethela Huseynî, 15-Xemgîn Remo,16-M.Bêkes,17-Axîn,18-B.Cîger.19-Îbo,20-Þîlan,21-Hiþyar,22-Xanim,23- Ebdilmecît Þêxo 24-….. 25- …….).
Di  30 .10. 1996 an de me  di hevpeyvînekê de , di bin navê Þêrgo Bedirxan  de pêþniyar li hemû helbestvanên beþên Kurdistanê kiribû ku ew roja  koçbarkirina helbestvanê Kurdistanî  (22.10)an  li beþên xwe jî  bikin  (Roja Helbesta Kurdî), ta niha (29)  sal têper bûn, lê pir û pir mixabin wêjevanên me li sê beþên mayin pêþniyara me di piþ guhên xwe re derbaz dikin; tu dibêjî qey; Kurdên Rojavayê Kurdistanê ne layîqî pêþniyaran ne,divê ew tenê guhdar bikin  !!!  .
 Di rastiyê de;pir caran gelek kesayetiyîn rewþenbîr ji ber vê helwesta neyênî  ji birayên  xwe  bêhnteng dibin û ew ji xwe dipirsin, ma gelo ! Divê  gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê  herdem  GUHDAR  be û  ne  PEYVDAR be.???
Hemû wêjevan, ronakbîr, siyasetmedar baþ zanin  ku ji çend salan û vir de, di 15 Gulanê de, bi boneya roja zimanê Kurdî  sêmînar û aheng lidardikevin,zimanzan, nivîskar û mamostên zimanê Kurdî li hemû navçeyên Rojavayê Kurdistanê jî bi dilên germ vê cejna nirxbuha  pîroz dikin, ew nabêjin: EV BIRYAR JI ME DERNEKETÎYE!  
Ew yekser pabendiyê bi pêþniyarên birayên xwe ji beþên din dikin ,bi sîngên fereh û bi  wireyên bilind wan jî  dipejrînin .
Me hîn gotibû jî, eger gelê Kurd li sê beþên Kurdistanê naxwazin pabendiyê
Bi pêþniyara Kurdên Rojava bikin , dîsan ne xem e,lê em pêþniyar dikin ku nivîskar û nemaze helbestvan, rojekê ji rojên dayikbûnêa helbestvanekî  Kurd  di beþên xwe de  destnîþan bikin  û mehrecanên xwe  lidarxînin,lê ev pêþniyara jî li cem birayên me bê nirx  bû  ???
Em zanin ku gelek nivîskarên herêma Kurdistana îraqê  dê bêjin : Erê Kurdên Sûriyê salê carekê mehrecana helbestê lidardixînin ,lê em di salê de pir mehrecanan  li dardixînin,lê em pêþda ji berêzan re  dibêjin: Em dibjin bila rojek taybet ji bo fêstîvalê were destnîþankirin  û hersal di wê rojê de mehrecan were lidarxistin û nûnerên beþên din jî li mehrecanê beþdar bin û  bi vî rengî jî   hemû helbestvanên beþên Kurdistanê wê hevdu nas bikin  û gengaziyek berfereh di pêþrojê de  li pêþ nivîskarên Kurdistanê çêdibe ku ew (Yekitiya Nivîskarên Kurdistanê) ji çar beþan  ava bikin.  






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5836