Rêber HebûnDi derbarê mirinê de wisa Firûyd 1 di pirtûka xwe de Evîn, şaristanî û mirinê R27 diaxive:
( Mirin tiştek î xuristî ye, mirin ew mirina me ye, û tevî wisa jî em pê naramin ji bilî ku em wî bi mirina kesên din pesindan dikin, a girîng tu melevaniyê berdewam bikî, ceng bi mirinê dikeve rûbirû mirov, û wî neçar dike ku bi wî mikûr bibe, mirin mirov dajo ramandinê , mirin li cem berpêşkî ramana giyan, nemirî û hestbûna bi gunehbûnê ye, ceng ne hestbûna me yê berpêşkî riswa dike.)
Firûyd sedema çêbûna şer vedigerîne rewşa nehestbûna berpêşkî a
ku rastî mirov tê û di hiş û sewdayê wî de cih digre, ji ber ku
dirindîtiya a ku di takes de cîgir dibe sedemek e di cî xwe de ye ji
wêrankirinê re, û ev tişta em di hişmendiya cîhadî de dibînin, ji ber ku
rê vekiribû ji bijînên takesan re ta derkevin û şer bidomînin, li gel
wê Islama Siyasî zayend û hezkirina mirinê bikaranî, zayend wek
destikek ê ji arandinê li rex diravê, û peydakirina kêfê bi rêya Cîhada
Nekehê,û buhişta xwedayî a wek sozek î hatî ye birrîn, û ev yeka
gerentî dide berdewamkirina doz û ferehbûnê ji bo desteserkirina
erdan.
Mirin konê xwe li ser henas vedigre, di kêliya hatina wî
ya bê sînor de, çawa mirov hevsengiya xwe ya hişmendî di dijwartirîn
kêliyên jiyana xwe yê germ û şîn de ji dest dide, bi taybet dema bi
mirina kesekî nêzik û hêja ve tê girêdan an dema nûçeyek î giran wê
çarenûsa wî tam biguhêre, û hêza huş û sewda nahêle hiş bi azadî
birame, ji ber ku mirov li pêş lêxistinê bi matmayîbûn , seyr û ziman li
hevgerandinê ve dagirtî ye, ev têkçûna hundirî wî dihêvoje li kiryarên
ne vacî, wek ku biqêre an bêdeng be bê ku karek î bi vac bike li pêş
helwestê, ji ber vê yekê huner û wêje li kêlek tevgera siyasî û leşgerî
dixebitin ji bo li berxwe bidin li hember metirsiyên qirkirina nijadî a
ku rastî kurdan tê li başûr û rojavayê Kurdistanê de, û yekîtiya
Kurdistanî bû rewrewkek î bin siha girêdana tevgera kurdistanî bi herdû
aliyên xwe ve ji ecnîdeyên Tirkî û Îranê ve, û ev yeka tîna li bîr
girêdana kurdistanî ji kevin ve ji wan herdû şahînşahiyên yên şerî hevdû
dikirin Sefewî û Osmanî ve, di vir de dîrok xwe ji nû ve dûbare kir bi
rengek î bi êş ve, gel têde buha dide ji xwînê lawên xwe ve,ta bibe
qurbana bîrdoziya partîtî û roparta wê ya taybet a bi wêje û nerîna xwe
yê sofîtî ve girtî.
Ew gotara ji rêbaza netewî a demûkrasî dûr e,
wisa her partiyek î şehîdên xwe ji yê din ve cuda dibin û herwiha nîşan û
nirxên xwe jî, yê partiyê din a dijber pê mikûr nabe
---------------
1-
Firûyd : di 6 Gulanê sala 1856 de jidayîk bûye ji malbatek e cihû li
bajaroka Birîbûrê bi zimanê Tişîkî di navçeya Morafiya yê a di wê deme
de bi şahînşahiya Nemsayê ve girêdayî bû .
û wêjevan jî tên e
dabeşkirin li ser wan herdû aliyan , û desthilata partîtî wêje û hunerê
xira dike, û cemawer parve dike,ta ew parçebûna şilîbûyî siyasî, leşgerî
,wêjeyî û hunerî cîgir bibe.
Ev bû sedema koçberîbûna cemawerî, û
hebûna gotara netewî nediyar kir û herwiha stratîciya niştîmanî a ku
kurdistaniyan li ser heman cudabûnên xwe dicivîne, bi sedema girêdana
ji ecnîdeyên dewletên yên Kurdistanê dagir kirin e, û ev dibin rêgir li
pêş yekbûna siyasî, tiştê ku dihêle destkeftiyên niştîmanî a pêkhatî bi
saya xwînên şehîdan û vîna şervanan ve di metirsiyek e timî de bin, ku
bêne jinavbirin, mînak tiştê ku bi ketina Kerkokê ve qewimî bi destê
Heşd Eşabî ve di dema rêferendomê de, ji encamê neyartiya aliyek î
Kurdistanî bi Îranê ve girêdayî, û ketina Şengalê di destê Daişê de bi
encamê vekişandina Pêşmergan bê şer jê , û ketina Efrînê bi encamê
serişkbûna bîrdozî ve,û wisa wêje berûvajî van tiştan hewil dide kelemên
giyanî di navbera cemawer de jinav bibe, dema tekes dike li ser wijdana
niştîmanî û herwiha hembêzkirina xwîna rijî ji bo erdê, û parek î
mezin dide vê yekê ji bo girêdanên yekgirtî di navbera civaka Kurdistanî
de bên e parastin, û tiştê ku huner û wêje pê serkeftî bûye di
komkirina dîroka Kurdî û yekbûna cemawer de , nikarîbû siyaseta
Kurdistanî vê yekê bi dehên salên xwe ve pêkbîne ,wêjeya azad û
vejînkirina kultor û paşmayê dîroka niştîmanî ji neman û windabûnê ve
diparêze.
Û dibe ku rewrewkên komî ji rastiyekê ve hatibin , û
ewa lawaziya jîndarê mirovî û pêdiviya xwe yê dijwar bi serxweşkirinek e
deronî ve ye, berhinde Firûyd dibîne : R 51 – Evîn, şaristanî û mirinê :
( olên ezmanî tenê rewrewkên komî ne, û pêwîstî nîne ku em bêjin ku
kesên yên bi wê baweriyê ve bi rewrewkan ve beşdar e ne şiyane ku mikûr
bibe ku ew rewrewk in.)
Ji ber vê jî ew ceng pêdiviya xwe bi
çekdarîbûnekê heye bi her tiştî ve , bi ol û bîrdoziya partîtî an
baweriya bi erdê ve û pêwîstiya bergiriya li wê,û herwiha ketina di
evînê de ew pergalek î ji pergalên mandelekirina êşa jiyanbûyî ye, û ewa
pêwîstiyek e niştîmanî ye dihêle pêvemanek î bi veşargehên bedewbûn,
maf û xêrê ve çêbe, berhinde roparta nefreta kor ji kurdan dibe êzinga
vê cengê û bi destêkelbûnek e Tirkî diyar ve , ji ber ku Erdoxaniyet
Daişê nijde kir û hemî derfet dayêkî ji bo xwe berferh bike û karê wê
bibe ji berjewendiya pirojeya Biraderên misliman a cîhanî , bi
gihîştina desthilatê li cîhana Erebî de,û bi sazkirina lêdanên xwînî
têde, nexasim ku li paş Daişê akran hene , hêz û sertiya wê belav dikin
bi awayek î ne zindî ve û bi taybet Ekrana Eccezîra a Qeterî , bêhtir
hêza komên cîhadî mezin kiribû, berûvajî ekranên din yên wê rêxistinê bi
navê wê ya navdar binav kiribûn Daiş, û hemî destwerdanên derveyî di
dewletan de ne ji sedemên sincî ne lê ji bo berjewendî ne, û cîhan rehnî
dabû Kobanî û xwe jîbîrkirin kiribû ji şewatên hinek bajar mînak
Nisîbînê li bakûrê Kurdistanê, û wêrankirina wê ji aliyê toraniya tirkî
ve, em vê sextebûnê dibînin di vê mirovatiya a ku diyar dibe li ser
Telefiziyonê, rojname û acansên cîhanî de, ji ber ku faşîzma olî
Erdoxaniyetê belav kiribû mîna rewşek e cîgirbûyî berferehbûyî, û dibû
destikekê ji parçebûna dewletan û windabûna wana, û wisa cenga olî
hatibû nojenkirin taku bi komê kêşeyên aloz ve di rojhilata navîn de
lihevhatî bin, û ta bibin destikekê ku gelek dewletan bihêle hesabên xwe
û awayê ramandina xwe vegerînin, ji ber ku hatina biyanan mîna
penaberan li Ewrûpayê dibû gurkirinek î ji roparta nefretê a ku
netewperestên nû li Ewrûpayê rahijtibûn, û sînora 15 de ji sedî ji
rêjeya cemawerên alîgir derbas kiribûn,û ev rêjeya gumanî heye ji
nişkêve bilind bibe, eger tundirwiya olî çalak be û herwiha cengên
navxweyî bimînin.
https://youtu.be/_V_oFHm445E