Min ji destlatdar re got
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 23 ÓÈÊãÈÑ 2022
Mijar: Nûçe



Ehmed Meter
Werger ji Erebî:Dr.Ebdilmecît Þêxo

Min ji destlatdar re got: Te  em anîne jiyanê?
Ewî got: Na …. Ne ez im
Min got: Eyan Xweda, tu li ser me kiriye Xwedayek?
Ewî got:Ev ne liyaqî Xweda ye.
Min got: Me ji te daxwaz kiriye ku tu destladariyê me bikî ?
Ewî got:Na !


Min got: Eyan deh welatên me hebûn
Û  welatek ji wan balê  ye(bi karhatiye) û pêwîstiya me pê tuneye
Û me ew welata daye te?     
Ewî got:Eva  çê nebûye û çê nabe jî .
Min got: Te tiþtek bi dên daye me?
Eger em dênê xwe ne din te
Tuyê vî erdî li pêþ me winda bikî.?
Ewî got: Na!
Min  got:Eger tu ne Xweda bî  yan ne  bav bî
Yan serdarekî  hilbijartî bî
Yan maldar û dayînger bî
Vêca Xêre, ya lawê filan kesî ,tu li me sîwar dibî?
.…..Lê  di vir de xewin bi dawî bû
Lêdanên deriya min ez þiyar kirim
Deriyê ji me re veke bêjîyo!
Deriyê ji me re veke !
Xewnek noker di mala te de heye !!!!!!!

   Efrîn.22.09.2022  

X:Ehmed Meter helbestvanekî Îraqî ye ,di sala 1954 an de ji dayik bûye,ew  niha li Êngiltera dijî  û heft dîwanên  wî hene û ew li seranserî welatên Ereban navdar e.
Çavkanî: Fêsbok






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5827