Elî ŞemdînBi dilxweşî vê pirtûkê bala min kişand, pirtûka lêkolîner û nivîskarê kurd yê naskirî (Dr. Ebdul Fetah Elî Botanî), ku bi navnîşana (Di Kurdolociya Erebî de: Kurd û Kurdistan di hişê siyasî yê Erebî de), di sala (2018)’de, li Dihokê bi zimanê Erebî derçûye û hatiye çapkirin, û di vê derbarê de ew dibêjê ku: (Ev pirtûk bi xwe lêkolîneke li ser Kurdolociya Erebî ya Îraqî, û girêdayî ye bi wan kesên ku pirtûk li ser dîroka Kurd û Kurdistanê bi zimanê Erebî nivîsîne..), û dibêjê jî ku:(Ev lêkolîn gihiştiye encamekî ew jî ewe ku dîroka Kurdan û zimanê wan û wêjeya wan û tevgera wan ya niştimanî di dema 1932- 1970’de, ne di hate parastin eger ne bi saya guhdana hijimareyeke hindik ji ekadîmînas û nivîskarên Erebî ba ye..).
Paş xwendina vê pitûkê bi zimanê Erebî, min bi xwe jî dît ku
lêkolîner babetekî gelekî giring hilbijartiye û li ser westiya ye, çi di
warê navnîşana wê de, ku lêkolîner hewil daye wêneya netewa Kurdî û
welatê wî Kurdistan, di awêneya Erebî de bi şarezayî bi xwînê û bi belge
nîşanî xwendevanan bidê, û bi hostayî bidê nîşandan çendî ev wêne
hatiye şêwandin û neşêrînkirin di çarçewê awêneya Erebî ya ne paqij û
qirêj de, lewma lêkolîner (di şûna pêşgotinê)’de, di bêjê: (Ji her
hemwelatiyekî Ereb tê xwestin ku agahdarî pirsa Kurdî bibê, û bi zelalî
têbigihê, û jê tê xwestin jî ku hevbeş bê bi miletê Kurd’re, di hêvî û
nexwşiyên wî de..).
Her wiha bi naverûka xwe ya zengîn’ve jî, vê
lêkolînê gelekî bala min kişand, ku bi şêweyekî ekadîmî hatiye
nivîsandin, û di seranserê (244) rûpelên qebere mizin de, diyar bû ku
nivîskar çendî xwe westandiye di komkirin û civandina jêder û belge û
zaniyarî û dîkomentên giring û zengîn, yên pêwendîdar bi vî babetê
hestiyar ve, ku ev lêkolîn bi xwe di eynî çaxê de nameya lêkolîner bû ji
bo wergirtina berwenameya diktora, û wî ev nameya xwe diyarî her kesekî
kiribû ku li kêleka mafê neteweyî rewa yê miletê bindest sekinîne, û di
pêşiya wan de jî li kêleka mafê miletê Kurd, mîna: (Dr. Edîb Mû’ewed,
Dîroknasê Ermenî Arşak Safrestiyan, Ezîz Şerîf û civaknasê Turkî Dr.
Ismaîl Pêşkiçî..).
Her wiha kesayetiya lêkolîner jî hokarekî serekî
bû ku vê pirtûkê ciyê xwe di mêjiyê min de çêkir û bala min zêdetir
kişand, çimkî (Ebdul Fetah Elî Botanî), bi xwe jî navekî naskirî û
diyare li ser astê tevgera nivîsandin û lêkolîn û zanist û rewşenbîriyê
di Kurdistan û di navçeyê de, ew di sala (1950)’de, ji dayk bûyê, û bi
pileyên herî bilind berwenameya dektora di (Wêjeya dîroka nûjen)’de, ji
zankoya Mûsilê di sala (1995)’de, bi dest xistiye û sitandiye, û di
salên (1996- 2002)’de, postê ragir (emîd) wergirtiye li zankoya Dihokê, û
ta niha jî nêzîkî (25), pirtûk û lêkolînan bi zimanê Erebî û Kurdî
çapkiriye, lewma çaxê ku pirtûkek navê vî ekadîmînasê bi nav û deng li
ser qapê xwe yê pêşî hildigirê, yekser ew pirtûk bala me bê dûdilî bi
aliyê xwe ve radikişînê..
Ev li aliyekî, lê aliyê din pêwendî bi min
ve heye, ew jî ewe ku ez bi xwe jî bi vî babetê giring û hestiyar’ve
mijûlim, babetê pêwndiyên di navbera Kurd û Ereban de, û çawa
rewşenbîrên Kurd di karin bi zelalî pirsa Kurdî bi rewşenbîrên Ereb
bidin naskirin û erê kirin, bi riya belgan û bi şêweyekî zanistî, ne bi
cûn û cinêw û xeberan? Bi rastî vî camêrî weke min di xwest wî jî her
wisa kiriye, wî di vê pirtûka xwe de karîbû lîkolîna xwe bi encam
bigihînê û wêneya rasteqîne di awêneyeke paqij û zelal de pêşan bidê û
bi serkeftî pêşkêşî xwendevanan bikê ku bi Zimanê Erebî di xwînin.
Weke
me di pêşî de jî gotiye, her ji ber giringiya vê pirtûkê, û ji bo kû
bazinekî berfirehtir ji xwendevanan karibin vê pirtûka bi nerx û buha
bixwînin, nexasim xwendevanên kurd, me ji erkê xwe didît ku vê pirtûkê
wergerînin ser zimanê Kurdî, û vaye îro me ji aliyê xwe ve, û li gor
karîbûna xwe ev erk cîbicî kir û me ew pirtûk ji Erebî wergerande ser
zimanê Kurdî (kurmancî), bê goman wê ev kar ne dûr bê ji hin şaşiyan, bi
taybet yên ziman, lê hêvî dikim ku ew şaşî, eger hebin jî, ne di wê
astê de bin ku ziyanê bigihînin naveroka vê pirtûkê,
Hêjayî gotinê
ye ku ev pirtûk ya siyeme, ku me wergerandiye ser zimanê Kurdî, pirtûka
yekem ya mamoste Ebdul Hemîd Derwîş bû, bi navnîşana (Tevgera Kurdî li
Sûriya di bin roniyê de, Istenbol,2012), ku me ji Erebî wergerandiye ser
zimanê Kurdî (kurmancî), her wiha pirtûka diwem ya min bû ku bi
navnîşana (Tevgera Kurdî li Sûriya, û diyardeya parçebûnê, dezgihê Ser
Sera, Berlîn, 2020), her min bi xwe pirtûka xwe ji Erebî wergerandiye
ser zimanê Kurdî (kurmancî), û vaye ev pirtûka di nav destê wede, ya bi
nav nîşana (Kurd Û Kurdistan di hişê siyasî yê Erebî de), ew jî ya
siyeme, hêvî dikim ku bi vî karê xwe yê piçûk me sûd gihandibê ziman û
pirtûkxaneya Kurdî.
Di dawî de jî her nebê, ev karê min dimînê
rêzgirtinek ji (Ebdul Fetah Elî Botanî)’re, wek mirov û wek Kurd û wek
ekdîmînasekî şareza di karûbarê piras kurdî de.
Silêmaniyê: 2/7/2022
----------------
*
- Ev gotar bi xwe pêşgotina wergêr (Elî Şemdîn)‘e, ji pirtoka (Dr.
Ebdul Fetah Elî Botanî), ya bi nav nîşana (Di Kurdolociya Erebî de: Kurd
û Kurdistan di hişê siyasî yê Erebî de), ku di sala (2018)’de, li
Dihokê bi zimanê Eerebî hatiye çapkirin, û vaye me jî wergerandiye ser
zimanê Kurdî (Zaravê Kurmancî), çaverêyî çapkirina vê pirtûkê bin bi
zimanê Kurdî, di nêzktirîn dem de..