Ezbenî! Ji ber ku min jî, li gor hêza xwe, baþ xebat û bizav di ber kultura Kurdî de kiriye û dikim, ji mafê min e ku wiha bang belav bikim.
Ez nebawer im ku herêm wek herêma Cizîrê bi her Sê deþtên xwe ve; Beriya Mêrdînê, Sinceqa Aþîta û Deþta Hesina bi zargotina Kurdî a devikî dewlemend heye. Dewlemendiya wê li xelkên wê yên têvel vedigere. Ew akinciyên ku ji sedên salan ve li ser xaka wê jiyana xwe derbas dikin wek; Milan, Kîkan, Deqoryan, Aþîtan, Aliyan, Hesinan, koçerên Mîran û yên mayî.. Û Efrîn bi eþîrên li çiyayê Kurmênc û Deþta Cûmê ve. (Sed mixabin ku, roja îro Efrîn di kêferata mirinê de li ber xwe dide…). û Kobanî bi erþîrên Berazan yên têvel ve di deþta Sirûcê de.
Ji dor sed salî ve jî, gelek ji xelkên çiyayê Omeriya, Mêrdînê,
deþta Biþêriyê û Xerza, Mehcirên Hesena û Heydera û hin ji xelkên Botan
li van herêmên Rojava zêde bûne. Wan jî, edebiyata xwe a devikî, bi xwe
re aniye û li zargotina xelkên Rojava zêde kirine. Di encam de Rojava
bûye gencîneyeke dewlemend ji ziman û zargotina Kurdî re.
Wek ku
diyar e, sal bi sal kalemêr û pîrejinên me, yên ku ew zargotin di
tûrikên xwe de parastiye, ji nav me bardikin.. Nifþê nû jî, di bibin
bandora xwendina zimanê Erebî û teknelojiya nû de dûrî xwendin û
edebiyata Kurdî ya devikî (Zargotina Kurdî), ketine û dikevin.. Ev
zargotina ku li hezarê salan vedigere û bi saya wê, zimanê me, dîroka
me, hebûn û reseniya me têde kom bûye û kesayetiya mirovê Kurd pê hatiye
û tê naskirin.. Roja îro, tiþtê ku jê maye, bi wan kalemêr û pîrejinan
re ye. Ew jî, wek ku min got, li ser rêka oxirê ne; roj bi roj ji nav me
bardikin, dimrin.. Eger ji niha û pênc salên hatî ve, em liqata wê
edebiyata zargotinî ji tûrikên wan nekin, em ê poþman bibin û em þaþiyek
mezin di derheqî kultura xwe a devikî û kesayetiya xwe a Kurdî de
dikin..
Di vê derbarê de bi min xweþ e ku ez vê gotina nivîskarê
Berazîlî (Jorge Amado: 1912-2001), ku ji welatiyên xwe re gotiye, ji we
re bînim ziman; "Her ku kalemêrekî me dimire, pirtûkxaneyeke me pê re
diþewite".
Ji çend salan ve, xwendin û nivîsndina bi zimanê me
serbest e û derfetên danheva zargotina me bi erênî li pêþ me vekiriye;
ew tirsa berê ji rêjîmê nema ye, pereyên rêxistinan hene û xortên jîr û
çeleng peyda dibin ku bi wiha kar rabin.
Lê cihê daxê ye ku roja îro,
bêtir ji 30 rêxistin û saziyên siyasî û sivîl, 7-8 komeleyên jinan, 5
yekîtî û hevbendên nivîskaran li Rojava û Qamiþlo hene, yekê ji wan di
warê praktîk de danhev û komkirina zargotina kurdî ji xwe re nekiriye
kar û bar..!
Bi piranî heyranên nav û bejewendiyên xwe ne û di
diyaloga ku "Hêk ji mirþîkê ye an mirîþk ji hêkê ye" serî li hev gêj
dikin..! Û wek ku diyar e xala herî giring ji hebûna me Kurdan re li
Rojava ku em li ser xaka xwe, di gund û bajarên xwe de bimînin, bi
zimanê xwe bi zarok û neviyên xwe re xeber bidin û kultura xwe a devikî
ji talanê biparêzin.. Lê mixabin ev yekane di ser guhan re têne avêtin û
ya sosretmayî ku tev çalakî û siyaseta rêxistinên me bi zimanê Erebî
ye..!
Bi hêvî me ku berpirsyarên me baþ serwextî vê yekê bin û di
kurttirîn dem de li ser bisekinin.. Da ku nifþê ayinde gazinan ji me
nekin, pêwîste em bilivin; zargotina xwe ji ser zardevê kalemêr û
pîrejnan bidin hev.. Va min a xwe got.
Konê Reþ/ Qamiþlo, 3/7/2022