Tekane bernameyê qerf û tinaziyê bi Kurdî rawestiya
Dîrok: ÇáÃËäíä 27 íæäíæ 2022
Mijar: Nûçe



Idrîs Hiso

Youtuberê Kurd Ekrem Osman ku xwedanê tekane bernameyê tinaziyê ye li ser tora medyaya civakî YouTube di postekê de li ser rûpela xwe ya Facebook ragihand ku ew dê bernameya xwe ya bi navê NOSITIVE bide sekinandin.
Di nav bi dehan kenalên telvizyonê yên Kurdî herwisa radiyo û kenalên Youtube de hîç bernameyeke tinazî ji bilî NOsitive li gorî agahdariyên min nîn e. Lê niha jî ji ber hokarên cuda Ekrem Osman jî dixwaze bernameyê xwe rawestîne.


Derbarê vê biryara wî min pêwendî ligel wî kir û min xwest nasbikim hokarên vê biryarê çi ne?
Erkrem Osman got: “Bernameyên tinaziyê di nav ragihandina Kurdî de nîn in, min xwest vê valahiyê  dagirim, lê karvedanên ne pêþbînî kirî derketin holê, ew karvedan ji çîna xwedêgiravî rewþenbîr, zana û pêþengê civatê ne.”
Herwiha got: “wan rewþenbîr û kesayetiyan famkirin ku ez zimandirêjiyê li ser wan dikim, ne wan bi þêweyekî tinazî rexne dikim û bi çavekî din, ew çavê ku dibîne nivîskar, helbestvan, hunermend jî wek xeynî xwe ne, ew jî dibe di cihekî de baþ kiribin û di cihekî de xirab kiribin, ne tenê hema divê em karên wan bilind û dûr ji þaþitî û heleyan  wergirin û binirxînin, mîna ku ew qet þaþtiyan nakin.”
Ji aliyekî din ve got: “Lê mixabin diyar bû ku heta vê vê gavê jî di nav civata Kurdî kes xwe xelet û berpirsiyarê karê xwe heger bi þêweyekî nebaþ hate encamdan, nabîne… tevî ku kes bê kêmanî nîn e.. ji ber vê û ji ber hin hokarên din ez dê bernameya xwe bidim rawestandin.”
Bernameyê NOsitive dixwaze nameyekê bighîne xelkê Kurdistanê, bi zimanekî sade nêzîk ji zimanê xelkê, ku her kes bihêsanî dikare têbighê, ew name dixwaze ji xelkê re bêje kes di ser rexneyê re nîne, xelik jî dikarin nasbikin bê berhemê rewþenbîr, niviskar û hunermendan, di çi astê de ne, wate dixwaze bêje berhem dualî ye, aliyê berhemdar û aliyê xwêner, ne tenê divê xelik hemû tiþtî wek ji wan re tê gotin, qebûl bikin, çi ji rewþenbîran çi siyasetmedar û çalkvanan be.
Girînge temaþevanê Kurd hemû core bernameyan bi zimanê Kurdî li ser ekranên telvizyonên Kurdî, yan jî li ser tora medyaya civakî bibînin, lê mixabin kêmaniyeke mezin di bername û dirama de heye, lewma temeþevanê Kurd berê xwe dide bername û diramaya bi zimanên Erebî, Tirkî û zimanên din, lewma girîng e ev þêwe bername berdewam bibin, alîkarî bi wan re bê kirin û asta wan ya teknîkî jî bilindtir bibe.
NOsitîve, bernameyekî wek logoya xwe tûj e, bi zimanekî tûj nêzîkî babetên civakî û siyasî dibû, lê mixabin ku piþtî berhemînana bêhtir ji 40 xelekî Ekrem Osman biryarê dide ku ew dê bernameyê xwe rawestîne, li gorî agahdariya min, gelek bînerên bernameyê daxwazê ji Ekrem dikin ku ew di werzekî nû de û bi þêweyekî bihêztir vê bernameyê berdewam bike, ez jî dengê xwe wek bînerekî tevlî dengê wan dikim.
Duhok-Kampa Gewîlan 25.06.2022 













Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5785