Bo riswakirina Seddam Huseyn
Dîrok: ÇáÎãíÓ 16 íæäíæ 2022
Mijar: Nûçe




 Nîzar Qebbanî
(Wergerandin ji Erebî: Cankurd)

Kenok-girînok bû şergeha kendavê
Ne şûr li ser şûran şikestin
Ne jî mêr rabûn li mêran
û ne jî me Aşûr Banîbal carekê dît
Lê hemî ew ji ber ma bo antîkxaneya dûrokê bû
Ehramatin ji solan!!


Kî yê me ji rewşa dulayî rizgar bike?
Kî yê bi me bide bawerkirin, ku em ne reviyane?
û em her şevekê
Li ser şaşikan leşkerekî birçî û tazî dibînin…
Ji xendekên neyartiyê (sandewîşekê) pêda dike
û xwe diçemîne..
ku biramûse pêyan!!
Ne cenga me ceng e û ne jî aştiya me aştî ye
Hemî tiştê, ku di jîna me re derbas dibe
Tenê film in, markirina me bi lez û bez e
û hezkirina me bi lez û bez e
Weku hezkirina di destpêka filman de
û mirina me jî biryarkirî ye
Weku mirina di taliya filman de!!
Em rojekê bi serneketin li ser mêşekê
Lê ev e bazarvaniya gumanan
Çiku Xalid û Tariq û Hemze
û U’qbe Ibin Nafê’
û Zubêr û Qee’qaa’ û Simsam (1)
Giş di qutîkên filman de...
bi ser hev de hatine guvaştin
Şikestinekli pey şikestinekê
Emê çito cengê qezenc bikin
Eger ewên lîstine Wêne girtine…
û derxistine Fêrbûn şervaniyê
di wezareta bangeşîniyê da!!  
Di her bîst salan da Qeralekî bi fermana xwe (2) tê ji me re
ku ezmên di şîşeyekî da zindan bike
û royê bibe sêdara darvekirinê!
Di her bîst salan da
Nercisîyekî aşiq xwe bûye tê ji me re
ku bêje, ew Mehdî ye..
û Rizgarkir e û paqij…
û Xwedatirs e… û hêzdar e
û Tenha ye..
û herheyî ye
ku li ser welat û evdalan...
û kelepûrê Li ser Saman û çeman
Dar û darberan Mêr û jinan
û pêlan û zireyê (3)
Li ber maseya qumarê bilîze..
Bo me her bîst salan mêrekî tevlihev tê
ku di berîkên xwe tiliyên lexeman hilgirtine…
Tirsa me ne nû ye
Ji ber ku tirs her dostê me bû
Ji roja ku em pehlik (4) bûn
Di hindirê dangan da (5)  
Ma sazman di bingehê da kuştiwar e?
An jî em di ber çêkirina sazmanê da berpirsiyarin?  
Eger niviskar carekê pêxweşbû, ku bibe..mirîşk
Li gel dîkan bijî
An hêkan bike an jî rakeve
Tu li ser nivisandinê silavê bixwîne!! (6)  
Bo wêjevanan li ba me sendîkatek fermî heye
Ew di dîmenê xwe da
Wek sendîkata miyan e!!
Paşê padişah in, ku jinêd xwe xwarine
di kevnerojan da
Lê belê padişah di welatên me da
hîn bûne pênûsan bixun..  
Ibin Xeldon ê em dinasin mir (7)
û dûroka di hinavên me da
Nîşana pirsînê ye!!  
Ewan xurmedaran li welatên me dibirrin,
ku li ciyê wan
bo serok axa daristanekê ji pûtan biçînin!!  
Pêdakar (Xwedê) ji evdalên xwe ne xwast,
ku ji wî re milyonek hîman ji ruxamê çêbikin!!
Xencerên Erebtiyê di goştê me da
li hev û din çat bûn..
û Islam bi Islamê re ket pevçûnê  
Piştî hinde hefteyan ji ji melevaniyê
Di lêbarên peyivînê
Di ferhenga me ya cengînî da
Ji çerm û hestiyan pê ve
Tiştek nema  
Firoka Fantom
Xwe berdide ser seriyên me
Kuştegeha me di zimanê me da ye
Pa çendîn me bihayê lêdana peyvînê giran da  
Rêber paş serketina xwe
ket maxa hemamê
û em jî ketin veşartgeha sêwiyan!!  
Em belaş (8) dimirin wek mêşan li Afrîqa
Em dimirin wek mêşan
û mirin bi kenîn derbas ba me dibe
û deriyan digire
Em bi tevayî di nav ciyê xwe da dimirin
û berpirsê saringa miriyan napejirîne,
ku egeran rave bike Em dimirin..
di cenga lavlavan da
û di cenga radiyoyan da
û cenga wekaniyan (9) da
û di cenga jibervaniyan (10) da
û di fêlbaziya seravê da
Em dimirin..
serşikestî..
qorîkirî (11)  
Nifirkirî..
ji bîrkirî wek segan    
û rêberê sadîst di veşartgeha xwe da
herifandinê difelsifîne!!  
Di her bîsta salan da
Bo me mîhyarek tê
Royê di rastê xwe da hildigire   
û rojê di çepê xwe da   
û behiştan di pêjiniya me dinexşîne   
û baranê dibarîne   
û ji nişka ve..
Leşkerê Romê quretiya me dagir dike   
û surh dikevin!!  
Di her bîst salan da Imroul Qeys (12)
li ser hespê xwe tê
Li padişahekî ji tozê digere  
Dengê me dengbirrî ne..
lêvên me dengbirrî ne
Gelên me tenê efsane ne
Tenha şêtbûn.
li eywana me biryarê çêdike  
Em di xwendina dûrokê da derewê dikin
Em di xwendina nûçeyan da derewê dikin
û em reva mezin diguhêrin, dikin serkeftin!!  
Ey niştê min î di xwîna xwe da binve bûye
Ey yê di serbilindiya xwe hatiye lêdan
Bajar bi bajar Pencere bi pencere
Ewir bi ewir
Qumrî bi qumrî…  
***************************
(1) - Evana qehremanên Ereban in di dûrokê da
(2) - Mebest qeralên wek Alhakim Bî Emrîhî
(3) - Derya
(4) - Çilpikek
(5) - Reh’mê dayikan
(6) - Xatir jê bixwaze
(7) - Ibin Xeldon: yek ji mezintirîn zanayê civaknas e di dûroka şaristaniyê da
(8) - Bê biha
(9) - Teşabîh (mebest di cenga zimên da, ku Ereb pir ji gotinê hezdikin)
(10) - Kinayat (mebest dîsa pirpeyivandina Ereban e)
(11) - Nebedkirî
(12) – Yek ji namdartirîn hozanvanên Ereban e berî hatina Islamê.    






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5779