Li Bosna helbestvan Kurd Husn M. Hebe hate xelatkirin
Drok: 05 2022
Mijar: Ne



Festîvala Rojên Helbestê ya Navnetewî li Sarajevoyê xelata ku bi navê "Bosnian Stećak" da helbestvanê Kurd Husên M. Hebe (Hussein Habasch)
Xelata Navneteweyî ya Helbestê li Bosna, xelata herî bilind e, ku ji aliyê Yekîtiya Nivîskarên Bosna û Hersek (Herzegovina) ve tê dayîn, û yek ji girîngtirîn Xelatên Balkanê yên Wêjeyê ye. Yek ji sedemên dayîna xelatê ji bo helbestvan Kurd ev e: "Ev xelat nirxek bilind nîan dide ji bo xebata we ya ji bo helbestê ya li berbiçav û bedariya we di wêjeya ku rûmeta azadî û mirovahiyê bilind dike...".


Di kongreya rojnamevanî de derbarê dayîna xelatê de hate gotin: Yê îsal xelata Ykîtiya Nivîskarên Bosnayî "Bosnian Stećak" wergirtiye helbestvanê Kurd Husên Hebe e ku li Almanyayê li sirgûnê dijî. Ev kesek taybet e, Mile Stojic, serokê Desteya Rojên Helbestê li Sarajevo, got. Bi awayekî helbesta wî nêzîkî me ye, ji ber ku ew li ser wêrankirina welatê kurdan, û terorîzma ku li dijî gelê kurd tê kirin, dinivîse. Me îsal Husên Hebe hilbijart, ji ber ku li Ewropayê dramayeke er a mezin diqewime ku hinek dibêjin destpêka erê Cîhanê yê Sêyem e û êdî nema kes li Rojhilata Navîn difikire, ku drama wê bi salan e didome. Ji ber vê yekê me biryar da ku xelatê bidin helbestvanekî kurd, sirgûnî û mirovekî ji welatekî wêrankirî wisa Stojic got. Wî got ku Husên Hebe bo gelek zimanên cîhanê hatiye wergerandin û sala bê Yekîtiya Nivîskarên Bosnayê dê bijarteyeke helbestên wî çap bike.

Xelat berê ji bo helbestvanên herî mezin yên cîhanê hatiye dayîn, wek helbestvanê Polonî Tadeusz Rżewicz, helbestvanê Filistînî Mahmûd Derwî, helbestvanê Amerîkî Charles Simic, helbestvanê swêdî Lars Gustafsson, helbestvanê Almanî Michael Krüger, helbestvana Bonî Bisera Alikadić...

Festîvala Rojên Helbestê li Sarajevoyê festîvaleke navneteweyî ye ku ew ji sala 1962an ve her sal bi bedariya helbestvanên ji Bona û cîhanê tê lidarxistin.






Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5769