Desthilatdariya bavîtiyê û fişara malgirtîbûnê:
Dîrok: ÇáÓÈÊ 04 íæäíæ 2022
Mijar: Nûçe



Rêber Hebûn

Tiştê ku pêdiviye em behsê bikin di derbarê koçberî, mirin, gendelî, zordarî, tengavî, û kolekirinê tekekesan de, ew koletiya a ku movikên jiyana civakî dorpêç kirî ye, û ew jiyana a ku di geravê çepandinê de heta dema teqînê de ma ye, û hevgariya rastîn bi temamî wateya vê peyvê ve ewa di serkotkirina berdewam e ji rûmet û azadiya mirov re, û dezgehên ewlehî mîna jêderek e celewkirin û bizdanê ye ji mirov re dimînin, dewsa ku bibin e jêdera aramî û rehetiyê, û dezgehên çavdêr têne bikaranîn ji bo serkotkirina jiyan û azadiyan bi hevdû re, tiştê  hîştin ku hestên reşbînî, bê hêvî û tijandina dijwar encam bidin beranberî rewşek e naye guhertin, ev jî narvîna cemaweran e yên ketine bin serweriya tirs, bizdan û derbideriya serkotker, di dema ku kanîna mirovê zanyar a afrênerî zêdetir e ji yê li cem siyasetvanê desthilatdar ve,


ewê  ku bi bihaneyan û sozan xwe nêzî xelkê dike , bihaneya xwe  bi pêwîstiyên şer, di çaxê ku pêdivî bi aştî heye û divê mirov ji bo wê kar bike bi berzkirina vaca avakirin, lêkirin û rawestandina li ser pêdiviyên mirov ên sereke de, tevî ku ti sînor ji dayîn û kanîbûnên mirov re nîne eger ku li ser bê rawestan û ramandin, lê narvîna wan civakan e yên hatin e dorpêç kirin bi cêrgehên qayim ji ramanê olî ve ji alîkî  û girêdankirina wê bi rêxistinên çewser a gelemper ve ji alîkî din , mêjiya rojhilatnavînî hîştibû bê temirandin û hatinhevdin, ew mêjî hîştibû ku  dîlgirtî dema borî bimîne, bi şerên comî û netewî, û ev hîşt ku tijandina desthilatdarî,  rastiya girtinheviyê û malgirtina qezencî heta bê dawiyê  cîgir bibe ,li kêlek fişara sermedariya malgirtîger û çêkirina wî ji sîstemên zordar re ji alîkî , û mehnegirtina bi azadîkirina gelan ji alîkî din ve, ji bo ku armancên xwe yên rastîn yê ku ji bona wê şer dike veşêre , û ewa hewildana ji hatinên aborî yên yedek li ser hesabê gelan û xwestekên wêna bi ricîmên din yên dikarin rehetî, jiyana wekhev  û rûmeta wê biparêzin, di dema ku gendelî beranberî rewşa tijandinê ye, û herdûyan hevdû di dîmenê cengê de temam dikin, û ji encamê temambûna herdûkan  ve perçebûna civakê ye û metirsiya berdewam e yê  hêdî hêdî radibe, ta bibe nîşana kirdeyî ji vê wêraniyê re.

Em van nîşanan meyze dikin di hundirên henasan  û cudabûnên wana de, berpalebûna li ser tewriya nifşan , û li vir feylesof Karil Manhayim 1 nifş danasîn kir  û got: ( Bibîne ku hinekan têgeha komê pêşinyar kiribûn ku ew bêhtir saxlemtir e, ji bo cudabûnkirina nifşên civakî  ji nifşên malbatî  ve  (malbatên yên bi xwînê ve dighêne hevdû
----------------
1- Karil Manhayim: 1893-1947 , civaknasek î cihû ye, mecerî ye bi zikmakê xwe, ji dameznerê zanista civaka kilasîk e , û herwiha jî dameznerê civakzanista zenbûnê ye.

Wekî komekê ji takekesên  temen nêzî hevdû , endaman buyerek e dîrokî dîtibûn hêjaye binavkirinê ye ,di çarçovê demek e  diyar de.)

Ev ciyawazî di navbera degel û ramanan de bi awayekî bihevketî ve ji bo duristkirina rêwîtiyek e  hûrtir û giştî ji naverokên dîtinan ve di navbera bav û lawik e bi şêweyek e metirsîdar ve  ji me re navberbûna çêbûyî di nava cîhanên yên nagihin hevdû diyar dike, bi xwestina nifş ku perdeyê rabikin ji ser metirsiyên felekê xwe ve, tevî fişara serweriya bavanî û sertbûnên wêna, ji ber ku çi tiştê nû naye pejirandin, û bi pîvanên sincî ve  yê li ser rabûye de tevderbas dibe, ji me re zorengek e heyî di hişmendiya a ku tiştê nû navê berz dike, û dixwaze timî rewşa heyî wek e xwe bimîne, rewşa hêzên kevinşopî yên têkoşînê dikin ji bo ku rengê xwe biparêzin, di dema hilatina hêzên nû yên ew jî bi heman vînê têkoşînê dikin ji bo xwe di meydana siyasî de cîgir bikin, û li gor Manhayim dibîne ku rabûna bîraweriya civakî a ku zemînekê ji bijardeya ciwan re yê bi buyerê ve bi giştî girêdayî ye çêdike, mîna erêkirinekî saz dike ji  gehîbûnek e heyî re di dem û cihek î diyar de, bi berzbûna hêzên moralî ve  yên radibin ji bo bibin e ew buyera bêhtir  gurbûyî, û ewa dibe ew tirsa a dike dilê nifşê birêzik a guhertinê bi hemî rengên xwe ve navê, û  di eynî demê jî dibe nîşanek e veşartî ji ricîmên rojhilata navîn a bavanî  û peto re, yên ji guhertin û pêşveçûnê ditirsin, û bi hemî hêzên xwe ve li hember wê radiwestin.

Eva rastiya zorenga bi êş e di navbera hêzên heyî û rabûyî de, û nîşanek e li ser girtina boriyên dan û standinê ye di nav herdû aliyan de, û bi dawî windabûn dibe encamek e diyarbûyî, û koçberiya takesî binyad dibe, û bê bawerî belav dibe, û ev tişt bandora xwe li ser pêvajoya guhertin û rabûnê dike, ji ber kelem hene li pêş nûjenkirinê ,û parastina tiştê nema bikêr tê û rizî di jiyanê de, ji ber ku razan di kurkê demborînê de ewa mendebûriyek e heyî ye, û bêzarbûnek e ji bo şopandina nûbûnê, ji ber ku hebûna belaweliyê û xwe radestbûnê ji vaca çewserî û reqbûnê re hemî  wan hinirên yên sûdê ji kevinyê werdigrin têk dibin, û mehnedîtin û berzbûna çareseriyê bi xurtî dibû encamekê ji dûrkirin û reqbûnê, û dibe ku ne bersivdayîn hişt ku hingema û pevçûn di nav xelkê de belav bibe.

Û guhertina civakî tiştek î misoger e divê pêkwere piştî hingeme û hevrikiya hevgariyê bervajî tiştê ku Manhayim binav kiribû dema dît ku guhertina civakî dibe pilepile çêbibe, bê pêdivî bi  berzbûnên rûdanên dîrokî  ,û desthilatdariyên serkotker zemînekî ji gelên xwe re peyda kirin ji bo wan bi rehetî biçewsînin û çi serê hildayî jêbikin, bê ku dakevin ji xwstekên gelên xwe ve, û ev hîşt rêveberiyên gelemper di rewşek e hingemiyê de bin, û wêna li berve parçebûnek e berdewam de biribû, ta bi demê re tune bibin, ji ber ku wêranî û şilîbûna heyî di saziyên wê de , bi lez dibin talaniyekê ji hêzên mezin re û çavkariya wêna , û hûrgilyên zehmetiyê yên ketibûn e civakan, wan hîştibûn ku mîna keriya tîjandî bin ,yê dibe ku biteqe bi awayek e seyr wê bi rêve dibe li wêranbûna her tiştî de.

Ev celxandina mezin di navbera cemawer û berpirsan de hîştibû ew dîtina ku xelk mîna kerî be tenê li pey fermendaran dikevin  ava bibe, keriyekî bi a serokên xwe dike û pêve bi awayekî kor tê girêdan,lê ku carekê serî hildin an rexin e bikin, ev tişta ti carî fermandaran guman nakin, an bi çêbûna wê naramin, ji ber ku çênabe mirov bi keriyek î ajalî re gengeş   bike, gel tenê li pêş çavên wana ew keriya fermanber e, lê eger rojek ê ji kiryarên wê matmayî bûn, tê wateyê ku buyerek e herî giran roda, û wisa biryara a dibe bê standin ewa qirkirina kerî ye, ji ber ku ji rengê xwe yê hatiya pê nasîn derketibû, ew xuristiya pêdivî bû wekî xwe heta hetayê bimîne, ev li gor nerîna dersthiladarên çewser in, ewan serhildanê wekî dînbûnek ê  û derketina ji rêya rast binav dikin, wisa pevçûn gur dibe , ta her tiştî belav û der bi der bike, wek î encamek e ji encamên serkotkirina zordar , ji ber ku rêxistina sitamkarî û gelemperatî di pergal û saziyên xwe de li ser wê girêdana di navbera takekesên yên fêrî tirs û bizdan û bê bawerî bûne de, nexwaz ev sitamkariya a dorpêçkirî bi takekesên yên di nav wan de peywendiyên malbatî hene û bi hevdû re wê desthilatiyê diparêzin, û armanca wanî giştî parastina desthilatdariyê ye li hember biveya serkêşiya civakê  ê ne dûr, û yê desthilatdar hewila çareseriyê ji bona wê  nake, di baweriya wî de ku ew hewildana wekî mikûrhatinekê ye ji tirsa wêna ji gel re, û eger tiştekî xwe deyne wateyê wê ew gelek tiştên li gor berjewndî û pêdiviyên gel wê deyne, bi taybet tofê ciwanên ronakbîr, û desthilatdarî pala xwe li ser pîrozbahiya olî datîne , ji ber ku timî  li bihaneyên olî ji deqên pîroz digere, jê re rê doz bike ji bo serkotkerî û çewseriya xwe berdewam bike, ji ber ku têkiliyek e hevcêwî heye di navbera desthilatdar û mêrên ol, pêdiviyên xwe ji deqên pîroz dibînin ji bo ku kiryarên xwe yên zordar pêkbînin, û ev deq desthildatariya zordar qayimtir kir, û hîştibû zêde bimîne, û van deqan wî kirin e paşmayî li ser ol, reftar, jiyan û civakê hemî, û bê guman ku zêdebûna komên mizgîndanê û pirbûna rêxistinên olî , nûnertiya pêwîstiya bi lez dikin ji desthilatdaran re  ji bo xwe nû bikin, ji ber ku ewan dikarin kirdeyên gelan kedî bikin, ta desthildatar wisa bimînin,ji ber ku karîbûn baweriyên rewanî bikarbînin ji bo ku êrîşê bikin li ser hemî xal û cihên yên divê bêne tunekirin û parçekirin( Turkiya- Îran) û lingên xwe li deveran de bi cih bikin, û civakê bi rêya ragihandinê (Radio- Tv) kontrol bikin, ji bo serkeftina bijardeya ciwan sînordar bikin, û bi hemî awayan têkevin di nav xelkê bi awayên nerm , bi awayê bikaranîna ol , mînak hewildana bandorkirina olî yê kevinşopî li ser civaka kurdî li başur û bakurê kurdistanê,armanc ji vê yekê , windabûna civakê û lawazkirina hest û bûçûnên netewî ne.
Banga ji bo cengê ewa karê desthilatdaran e (Rûsiya- Putîn li hember Ukraniya) (Turkiya- Erdoxan li hember Kurdan li başur, bakur û rojavayê kurdistanê)
lê gelo pêdiviya gel bi cengê çi ye?!, bihane û armancên wê ji bo gel û berjewndiyên wê çi ne?!, tiştê ku zorkarî û gendelî  çêdike , ewa derbiderî û qerebalixî ye û parçekirina civakan e, û rêxistin yek ji alavên wê dûrxistinê di nav takes û civakê de, û feylesof Tomas Hubz  yekem kes bû yê behsa vê qerebalixiyê kiribû, lê Eristo 1 got :
(Mirov ajalek î siyasî ye, hez dike di nav komek e siyasî rêxistinkirî de bijî, û ewa helbet sivîl e .)
Lê ceng li vir di navbera cemawer û desthilatdarên serkotker de cenga hebûnê ye,û bi xwe re encamek e ne diyar tîne, naxwe dema serhildana cemawerî bi hêzên din ve tevderbas dibe bi vê cengê yê di navbera gel û desthilatê  de diqewime, û meydana hingemiyê tê veguhêztin û berfirehtir û gîştî dibe, di xwe de parçebûnên herêmî hildigre , mîna aloziya Sûrî wekî nimûneyekê, wisa cengê Nift  û parvekirina hatinan awayek î xwînî distîne, bi beravêtina dîmena şoreşgerî û tevderbasbûnên berjewendiyên herêmî û guhertina wê bi hewildana cemawerî berve rewşek e reş û hevgarî ve, û armanc ji vê yekê ewa parçekirina civakê ye û wêrankirina kokên wêna ye ligel saziyên wê jî, û Farabî 2 diyar kir ku ( Mirov civakhez e di xuristiya xwe de û ew nêzî temamiyê nabe eger xwe di civakekê de nebîne.)

û wêrankirina takes û girêdankirina wî bi talanî , wêranî û bêzarî ve ewa pêraxistinek e ta têkeve di rewşek e ji belaweliya bê dawî de, û herwiha hewildana têkbirina hevgirêdana xuristî di nav koman de, û bê guman ku pûrekirina cemaweran bi hêza wêna ve ewa nîşana talankirina  helistên rabûna wêna ye û gefdankirina pîvanên wê ya civakî ye, dema Hubz tekes kir ku perwerdekirin stûnek e bingehîn e ji avakirina civaka siyasî  a saxlem re û  ev ceng bin saya hingemiyê de tenê bersivek e ji armancên aliyên yên ketine cengê dijî hevdû ve, û dewletên yên piştgiriyê wana dikin sûdê ji vê parçebûna civak ve li gel penaberiya takesan werdigrin, tiştê ku şerê takesan dijî hev gurtir dike, ji bo berzkirina nîşanên şerê hemî li hember hemî, û wisa awayên ew mirina tek cur bi cur dibin, û ev jî me dihêle ku em guhê xwe bidin dîrokê û pê biramin, ta em wê bibînin ew bosta  dagirtî bi şehnaziyên fermandaran û hewildanên wan ji bo hertimî serwer li ser xwînên sawîlkeyan bimînin.

-----------------
1- Eristo: 322- 384  berî zayînê, Eristotalîs, an Eristotalis, ewa feylesofek î Yonanî ye û şagirtê Efletûn e û mamostê Iskenderê mezin e, û dameznerê dibistana Lisiyûmê ye û felsefa meşê û reftarên eristî ye, û yek ji gewrtirîn ramanyaran e,bi gelek aliyan ve nivîsên wê diçin, di Fîzîk û Mîtefîzîqiya ,Helbest, Şano, Awaz, Rewanbêjî, û Rêzimanvanî, Konî, û Serwerî, Sincî,  zanista Biyolojî, û zanista Lawir .

2- Farabî : tê nasîn bi bavê Nesir, û navê wî ya bingehîn Mihemed e, sal 874 de ji dayik bûye, li Farabê li herêma Tirkistanê, Kazexistana niha, û di sala 950 de koç kirî ye,ew Feylesof e û yek ji giringtirîn kesayetên Islamî ye, yê gelek zanistan dizanî bû mîna Nojdarî, Fîziya, Felsef e, û Awazê û ji bilî wê .

Wekî ku mirov ti caran huner û avakirin nasnekiribe,û negîhabe şaristaniyê ta bi henas ve bala bibe, ne mîna kolan be, ji ber ku çand û wêjeya cengê berzkirinek e ji wêraniyê re ye bi awayek î rastî û pir bi êş ve , û herwiha hewildanek e ji bo livandina rewanê mirov yê metirsiyên girtinhevî û bi serxistinê dibin e kelem di pêş wî û mirovahiyê ve, di dema ku gulistan dibin rewrewk li pêş gurbûna  agirê dadayî de û bumbebarankirinê  yê ku ji hemî aliyan ve tên e bi ser mirovan ve , û êş li vir ne li rex xweşiyê ye bi şopandina bedewbûna cîgehê, lê belê banga şaristaniyê û reseniyê bi hêztir e ji nihadiyên dirindî ve yê ku desthilatan û dewlemendên cengê û bazirganên çekan ji xwe re wek taybetmendî dîtine.

- Vergera li rêyên zelaliyê û hînbûna çanda jiyanê dewsa fêrbûna mehfbûnê û wêrankirina jîndarên mirovî û xuristî.
- Tekeskirina li ser gewrebûna jîndar, dema xwe bi pîvanên sincî ve girêdide, û bi erkê xwe radibe, û bi vî rengî aştî di navbera jîndaran de li ser bingeha aştiya mirovî de pêktê.
-Standina amadekariyên bi nirx, di dema gurbûna girtinheviya nihadî de ji bo parvekirina hatin û desthilatiyê , û berzkirina wêjeyekê ji bo aştiyê mîna rastiyekê ji hevjiyana aştîxwaz re serbixîne , di nav gelên yên li ser erdnîgariyekê de dijîn, bê dûrxistin, û sertbûn , lê bi girêdanek e civakî hemî dîmenên zorkarî û nijadperestiyê di nav xwe de  ji holê radike.
-Tekeskirina li ser aliyê baş ji mirov ve li pêş biberîkirinên dîmena bizdayî û banga ji bo celewkirina nêrîka sertiyê û hewildana li jiyanek e din dikeve dewsa wêranî û talaniyê, ji bo çêkirina serpêhatiya mirovî û belavkirina wê di jiyanê de.

Gurbûna van girtinheviyan heta astekê ku naye rawestandin an tikûzkirin nîşana  babidestiya şaristanî ye, barê wê van aliyên yên pabendî cîgîrbûyên mirovî di mafê jiyanê de nabin  parve dikin, lê diçin e dûr li cem çavbirçîbûnê û zêdebûna aloziyan û xurtkirina wan li ser hesabê gelên yên derdê vê rewşa xirab dikşînin, di nav vepêçanên desthilatiya zordar  û hingemiya har de, û em nevêtinekê dibînin ji alavên serdesbûna a ku bi pîrozkirina peykerên xwedawend ve tê berz kirin, û di vir de rageha bîzdandinê di navbera serok û alîkerên xwe de diyar dibe heta asta pejirandina çi binavkirinek e kirêt, ji ber ku seqayên reftarî a taybet bi rewşê biçûkirinê bi xweşî pê radibin di navbera kesê pile bilind û yên jêrê wan li gor rewşa bê bawerî û metirsiya berdewam de , ji ferehiya malgirtinê an  lephilanîna nişkavî ve,  û nexwaz ku periya pîrozkirinê yê li dor serokê nîşan ji derewiya bitûm û tirsa ji dest çûna kar ve bişkivî ye, û karê zanyarî bi giştî li gor vê rêbazê ne ,tenê bîranîna gotin û derbirînên yên mîna hevdû , lêbelê lêkolîna zimên e yê ku hest bi vê yekê zêdetir kiribû, û hîştibû ku rexne di  holbûn û nêzikbûnên xwe de azad be, û bi vî rengî rêbaza rewşanî bêhtir berz dibe, dema li ser rexnekirina cemaweran ji desthilatiyê re  û dîmenên tevlîhev derbirîn dike, û herwiha ji bo rakirina encamên xuristî ji têkoşîna zanyaran a zehmet di rûbirûbûna hemî têkreçûnên yên di mirovan de belav dibin  û weha  axaftina li ser kêşeya çand , ol û reweştan de bi xwe hewildanek e ji bo cudabûna di navbera qenc û xirab de, tiştê jiyanê zelal dike û ê jiyanê ne xweş dike, û huner ji nirxê jiyan , bedewbûn û xêrê ve naqete, û nîşankirina li ser şermiyên desthilatiya gelemperî  û rêyên xirakirina wê ji hemî saziyên dewletê , û derbasbûna wê ya li hundirê civakê bi rêya nimûna dewleta netewî a comî, yê armancên xwe ji bo hebûna li desthilatiyê de vedişêre , bi xirakirina nirxên wekheviyê di nav gelan de, ta bibe kelem li pêş guhertina demukratî, û wisa em hewildanê dibînin li paş rexna rewşanî , armanca wê amadekirina guhertinê mîna ramenekî bi rêk  û pêk, ne wekî helçûnek e derketî ji kiryarê kujtinê, mînaheva rewşê li gor nerîna wî di xewinê de li gel rewşa a ku mirov têde dijî  bi rêya alav û tiştan û cudabûnên wana ye û eva rojeriyek e girîng e rewşên pevçûna  mirovî hewildede ji pêkanîna meraqê ve bi rêya çalakiyê û weşana tevger û kar ji bo zayîna xewinê bi temamiya wê bi rewşê re û pêkanîna çawaniya lihevhatinê di navbera cîhanên takes a xweserî û rewşanî bi rêya yekbûna henas ligel komê û dibe ku nirxa herî nimûne li cem mirov de ewa kar e ji bo xewinek î xweş û temam û lihevhatî û berdewam , hişiyariyê vejîn dike, ji ber ku jiyan zoreng e , û ti tevger nîne bê bersivek e berketî ji komên mirovî ve ji bo bi erkên xwe rabin û bi dawî bikin û bi vî awayî armanca şiyariyê guhertina rewşê ye ji bo xewin bê pêkanîn  piştî kedayînê û hewildanekê ne bi qutbûna xewin ji tevgerê ve mîna kirdeyek e tekesbûnê û bicîkirina mirov ji xwe re, bi rêya derbasbûna wî li gelek rewşên deronî de ku ji êşên siyasî  û aborî ve der tên, bi gendeliya bi rêk û pêk ve girêdayî ne, û ev jî nîşan in gelek  lêpirsîn didin e me di derbarê civakek e têde kêmasî cîgir bûn e, û pişt re fişara girs dikeve hundirê wê û nav lê dibe şoreş , û wisa hingeme dibe jêre çarenûs, û ev şoreş jêre dibe mîna zayînekê û bi gelek beravêtinên zor ve derbas dibe û bi dawî jiyana nû encam dide û bi rêya wê yase li ser hemiyan bê awarte pêk tê.

Evîn û xewin herdû destpêk in û ewan serhevsara zorengê ne li hember gendeliya pîşedarî, sincî û siyasî û herwisa, û bi vî rengî nîşanîbûna evînê heta radeyekê bi dîtina hêzê ve girêdayî ye, û li vir jî nîşanek e ku girtinhevî di navbera xewin û sertiyê ye, û ji bo jiyanê li dû hev tên bi rêyên cuda û bi azar ve, û ji me re gotina Nîtşe berz dike dema go: (Tenahî tiştek î naçîne, lê tiştan gehî dike.)
Artêşkirina kesên yên li gor niyazên  xwe yên sawîlke kar dikin ewa destikek e ji hebûna kesên bizmitkar û fermandar ve yên li navendên girtinheviyê de dimînin, û agirdû helbet ew kesên xwedî bawerî ne, yên bi şan û nitirkên beloq ve hatibûn e xapandin, û di nav rûbirûbûnekê de dijîn, û li sengerên bihevketinê de xwe serbaz dikin, ji bo tiştê ku çêkerê girtinheviyê xwestibûn pêkbînin,bi awayekî lihevhatî bi daxwaziyên wana û nirxên xuristî ve mîna destik ji bo  pêkanîna girtinheviyê bi awayekî berdewam, û axaftin li ser gendelî û bertîlê û van pirsgirêkên herroyî li welatên ku nezanî wekî kultor û serpêhatiyekê dijîn, û ragerîna sadetiyê dike li ser binema qinyatê di sînorên wê ya nêzîktirîn, û hebûna navikekê bi navê guhertin, çaksazî û şoreşa kokanî diaxive, û ti karî ji bona wê li ser erdê nake tenê li ser ropelan vê yekê datîne, û takesê derdkêş tenê bi nexweşiyên civakî ve guman dibe, van nexweşî ji binkeftiyên desthilatiya siyasî ve derdikevin , bi kiryarên ku dizane wê pêkwerin, û ev jî nîşanek e ji belavbûna çewtî û binpêkirinên yên dighînin li wêraniya giştî, û efsan ne biyan e ji narvîna civakên pepûk ,ên bi bendên olî ve hatibûn e dorpêçkirin, wan ji rizgariyê dûr dixînin, ji nepeniyên li paş sirûştê û bi zanîna sedemên çêbûnên ceng û koçberiyên yên cîhanê hîştin ku bi nihêniyên tarî ve fetisî be, û zimanê nîşankirî me dihêle ku em rastî rastiyan bên û li ser aloziyên desthilat û gendeliyê û xuristiya civakê û rêya sabarkariya wê ya deronî û  şopa cîgehê li ser wê û herwiha wergerîna wê ya dîrokî  yê ku nîşanên girîng dide li ser çawaniya heyîn û warbûna desthilatiyek e kûr di jiyana civakê de, ji ber ku pir caran kesê zindanvan  ji nav gelek zindanî derdikeve û cihan peyda dike ji bo şopên lingê  hilweşînan cîgir bike û ev yeka ligel pepûkiya ramandina civakî ya giştî ve bi yek dibe li rex pepûkiya qatî.
Alîgirî ji pêşiyan re, pêşbîniya bi tiştê ku çêdibe, tewriya Elfirêd Idler 1 tîne bîra me û ew ji şagirtên Firûyid 2 bû, lê bi wî re cidabû û ji xwe re nerînek î serbixwe ava kiribû, û ji wî re dibistanek î çêbû di zanista deronyar de  bi navê sîkûlociya Edler an sîkoûlojiya takes a civakî û peyrewiyên xwe jî hebûn, û Edler bervenêriya  bi rêya jiyana takes dike dema ligel civakê dijî, û naveroka sîkûlojiya Edler li ser felsefake berfireh de tê sazkirin, cîhan berdewam tê guhertin, ew berdewam li pêş dikeve, ji jêr ve berve jor ve, ji lawaziyê ve berve hêzê ve , û derbirîn dike li ser encamek e girîng û ewa dîmena pêşveroyê yê heye bi heyîna mirov, û herwiha hestbûna bi veguhêztinê ji baweriyek e girêdayî bi karê xêrê ve li baweriyek e ku şerê gendelî, zor û derewê dike, û xêr, bedewî û maf  pîroz dike, ji ber ku nihadiya mirovî li cem mirov ewa nihadiya serdestbûnê ye, ewa cureya a ku civak naskirî ye , yê rolên dîlbûna xwe temam dike heta rizgarîbûna wê hêdî hêdî bi pêvajoya pêşveroyê, û wisa Edler dibêje:
-------------------
1- Elfirêd Edler: 7 Sibatê 1870- 28 Gulanê 1937, ewa pijijkek î nemsawî ye, dameznerê dibistana zanista deronyara takesî ye, bi Firûyid û Karil Yung lihev nekiribû  li ser tekeskirina ku hêza piştgir di jiyana mirov de ewa hestbûna bi kêmaniyê ye, û ewa di dema ku zarok berdikeve hebûna xelkê din destpê dike, yên li cem wan kanîbûnek e baştir heye ji bo haja xwe hebin û bi cîgehê xwe re li hev werin.

2- Sîgmund  Şelomo Firûyid bi kurtasî tê nasîn Sîgmund Firûyîd 6 Gulanê 1856- 23 Êlûnê 1939, ewa pijijkekî Nemsawî ye zikmakê xwe cihû ye, bi xwendina nojdariya rehî û ramanyarek î azad e, dameznerê zanista lêkdaneva deronyarî ye.

 (Girîngtirîn tişt di jiyana hişmendî de ewa hestbûna  bi kêmaniyê û xebata berdewam ji bo rizgarkirinê ji wê û bi şêwazek î taybet bi kes ve, nav lê dibe cureya ku kesayeta takes têde tê diyarkirin.)

Nivîskarê Lubnanî a zanyar Emîn Malof 1 di pêşgotinê pirtûka xwe de Nasnameyên Kujer di derbarê axaftina li ser kêşeya hatinrêzê ji aliyê siyasî ve ku ew amanek e têde hemî sergehên tewrî bi cih dibin, yên azweriyan digrin û hewildidin ku bi hestê berpirsyariyê ve bilind bibin û weha dibêje :

( Dema em  mirovên yên demê me jiyan kirin e li ser tekeskirina nasnameyên xwe wekî ku em îro pir caran  dikin wana li ser  dajon , mebesta me ji vê yekê ewa ye ku divê  em tiştê di hundirên xwe de heyî  bibînin, ew  hatinrêza bingehîn ya em wê binav dikin, û ewa pir caran olî an netewî an comî ne ji bo ewan bi şehnazî di riwên yên din de rabikin.)

lê ew hatinrêz yê ku siyasetmedarên rewan vala  hewildabûn ku pikarbînin ji bo xwe li ser xwestek û xewinên rewa hilbezin, yên girêdana hatinrêzê di kûrahiyê de  bi hêz dike, û a ku Emîn Malof li ser piştrast kiribû, ewa kêşeya hatinrêzê ji bîrdoziyê re ye, û pikaranîna wê mîna destikekê ji zordarî  û sertbûnê re .
 
Û zanyar li ser  cudabûna  cîgehên wana yên serkotker , rexne li desthilatdariya gelemperatî dikin û hilweşîna wê binav dikin, ji ber ku destêkelkirina  mêrên desthilatê bi şaxên xwe yên stixbaratî  ligel mêrên partiyan yên xwe dikirin miqate li ser çand, bedewbûn, û keda karker, bi lez dibin mîna bendek î bijardeya ronakbûr kelepçe dikin, ew bijardeya yê ku bi derbasbûna dîrokê rastî paşguhkirin û derbideriyê bûn e, û bê guman ku hişmendiya  gelemperatî a zordar rolek î girîng bi hilweşîna civakê û valakirina wî ji nirxên xuistî ve dilîze dema xwe li ser civakê dike parêzer û nobedarek î  ji nirx re.

-----------------------

1- Emîn Malof : wêjevan û rojnemavenek î  lubnanî ye, li Beyrûtê jidayik bûye di sala 1949 de, û li Firanse  dijî, gelek berhem daner kirî ye roman, û şanoya helbestî û siysetê , lê bêhtir bi berhemên xwe yên romanî ve navdar e,  hinek ji berhemên wî bi çil zimanî ve hatiibûn e wergirandin.

Pêvajoya peygerandina li guhertina armancbûyî di nav cîhanek e li ser kêmanî û û bêzarbûna xuristî ve avakirî  ye wekî ku mirov li pey nemiriyê bikeve ku cihê xwe dewsa nemana raghandbûyî bigre, û axaftin li ser nîşanan û peywendiyên wêna bi şaristaniya mirovî û girêdana wê bi şaristaniyên dûrî   girtinheviya bîrdozî  yê li ser çewisandin  û şer hatiye avakirin, li pêş me kêşeya çand û zorengên wê di nav nakokiyên ibrahîmî de nîşan didin, li ser navendiya fermandariya olî, û pirsgirêka girêdana jêhatîbûna afrênerî bi lihevpirsînê ve, û dihêle  wergirtî  li pêş rewşek e ji wergirtin û matmayîbûnê be,  û li vir gelek lêkolîn tê kirin û kûrbûn lê ne diyarbûn bi berzkirina rastiyan xalekî girîng naşî me dike di girtinheviya bîrdozî yê ol ji dîrokê ve bikartîne  ji bo serwerî û çewseriyê, û wisa ev tişt me dighîne rastiyekê ku pîrozî ewa cîgirkirina zordarî û girtinheviyê ye, û ev tundirewî hîştibû şaristaniya mirovî di rewşek e meyîn û bêcanî de bimîne , ji berjewendiya paşdemayîna ramanî yê egeriya  pêkanîna xwesteka afrênerî qels kiribû di rêwiştina  zanyar de û heta ku rola civakên rojhilata navîn asteng kiribû, bi peygerandinê li  rêyên geşepêdana wê û rakirina aloziyê siyasî ji ser wan ve, û li vir zanyarê lêkolîner  vê kêşeyê binav dike û xebatê dike ji bo bigere li kokên kêşeya wê bi paldana li ser nîşanên kevin yên li ser dîwêr û avahiyên dîrokî û şopî û mizgeft û perestgehên kevinar de,ewa bi xwe pêvajoya vedîtinek e nimûnî ye ji mijarên felsefî û kêşeyên girêdayî bi aloziya ramandinê, yê di çarçova bijardeya fermanber de, û ked  dide bi temamî ji bo civakên wêna bêcan û di tenahiyê de  bimînin.

Û axaftin li ser zorenga Ibrahîmî di navbera olan de me dighîne rastiya rabûna dezgehên desthilatê bi serdestkirina xwe li ser rêxistina ne hestbûna giştî li cem civakên xwe de, û wana bi awayekî ne zindî birêve biribû û dibû nobedar û wekîl li ser coma wanî zordar de ,di desthilatiya wana li gor cîgirbûna hevgirtina naverokî di navbera olan de li ser bingeha deqên pîroz, û dîtina ku em berdewam li pey dikevin ewa kurtasiyek e ji gengeşeya a ku bi mirovan re dibe hogir  û hevgariya a ku bi wan re desbas dibe, û wisa çand di hembêzê xwe de danasîn û reweşt û serpêhatiyên gelan diyar dike, û hewildana serweran ji bo bi hemî awayên serdestiya xwe dewam bikin, û yek ji sertirîn awayê ewa a ku bi rêya olan pêk tê, û ji me re deqa heyî gengeşa cudabûnê mîna rewşek e xursitî berz dike, di nav xwe de girtinhevî û ne lihevhatîbûn û piştre şer diyar dike, û li ser têkiliya mirov bi nîşanan re radiweste, û  nepeniyan berz dike, û bedewbûna di hundir de  diyar dike û ji me re naveroka sîstema endeziyarî xuyakirin dide , yê li dor wê hemî zanyar dicivin, ji bo sazkirina lihevhatina giştî di nav civakan de , di rêbaza dan û standin û hevnasîna wê, dûrî armancên malgirtîkaran yên hewil didan timî destê xwe li ser zanîn û bedewbûnê deynin, bi rêya berdana jehrên tundirewiyê, û ev jî nîşanek ê diyar dike   û me li ser cîgeha şaristaniyê bi axaftina xwe bi hemî çêj, bijarde û astan , û herwiha ji me re rastiya avakirinê rave dike,  avakirina a ku li ser bingeha zanîn û sûdwergirtina hevbeş tê duristkirin, dûrî diyardeyên tijandin û xirakirinê, û li ser xalek e girîng tekes dike û ewa cîgeh e , li gor resenî û kevinya wê,  û ev jî ji rabûnekê dertê, ne tenê di warê avakirin û reweştên wê , lêbelê şaristanî pêş diket ji bo keda diravî û moralî  li cem mirovê pêşeng,  ji bo rabûnek e saxlem bişopîne, û ewa bi awayê xwe ve li hember efsan û gendeliyê şer dike,  û desthilatiyên tarî bi derbasbûna serdeman ve pala xwe li ser herdûkan dabûn, û li vir em di derbarê nivîsandina a ku  baweriya xwe bi lêgerîn û lêkolînê tîne diramimin, ji bo zêdetir gengeş e û pêkanîna  gurdanê li ser asta lihevpirsînan, û li meydana vê zorengê de em  gurbûn  xwestinek e xurt dibînin,ligel gotûbêjkirina ramanên yên li dor rastiya lihevhatina gotin bi kiryar  re, û di vir de jî çîrokek e têkçûyî  heye, ji ber ku nirx ji naverokê xwe ve erzan û vala dikin ta keda zanyar vala biçe, û kêmasiya a ku bi mirov  dikeve ,bi bandora serdestbûna hevrista têçûnî ve li ser jiyana civakan de,û ev tişt bandorê xwe li ser rêxistinên wêna dike, yên ala birina bi destê civakan ve danîbûn e li ser milê xwe , berve rizgarî û azadiyê, û wisa hêsan yarîpêkirin bi  pîvanên sincî dibe, û dibe benîşt di devê gotarbêjan de, yên bi nivîştê rewanbêjiyê  bi hişmendên xewindar dilîzin, û ew hişmend baş dizanin ku zoreng ji bo baştirînê  zemînek e rêxistinkirî jêre dive, û ew zemîn divê bi nirxê xebat û xêrê ve bê girêdan, lê eger ew alavê rêxistinî  lawaz bimîne, û bibe siwar ji komên kedxwar re, wisa wê bêzarî rehet belav bibe û  bê bawerî di nav xelkê de zêde bibe, û serkeftina mirov armanca hemî baweriyan e,lê ew bê kar  û rêbaz dimîne tenê xewinek ,û gendeliya belavbûyî ji lawazbûnekê  ve di henas de pêktê ligel çewtiya ramandinê, û koçberiyek ê ji pîvanên sincî ve, û rewş perda radike li ser yaseya qezenckirin û ziyanê û bi xwe re helwestên bêzar û mayîna di cih de  diyar dike, û li vir de em neçar in ku vê rewşê bi dijwarî pesindan bikin, ji ber ku peyketina li dû dirav û sicêfan  ketibû dewsa têkoşînê, û di vê rewşê de divê em li ser aloziyê rewestin , ne tenê takes bi awayekî destanî pesin bikin, tevî ku pêwîstî heye ku em li pey kesên yên di destên wana de rizgarî tê peyda kirin bikevin, takesên yên li rastiya zanyarî digerin, û dibînin ji xwe re armanca têkoşînê, tevî girsiya kêmasiyan û zehmetiya rêketinê di tariya girêdanê yê ketibû hestiyê.

Berketina me ji cîgehê re berzkirinek e diyar e ji peywendiyê me bi xelkê wê re, û bê guman ku diyarkirina nirxên civakî  û hewildana ji bo rizgariyê xwestekek e bedewî ye  girêdayî ye bi piştgiriya nirxên şaristaniyê ye li hember nirxên şêwegorînê, bin saya gurbûna vê hevkêşeyê di jiyana civaka paşdebirî de.

Hewildana lehengiyên takesî bi gîştî di çarçovê rêbaza rûbirûbûna zordarî û sitemkariyê ye , piranî roman  û nivîsên rewşanî li ser vê  hewildanê derbirîn kiribûn, û hewayê zorengê geş kiribûn, û herwiha çareyan ji kêşeyên civakî re danîbûn, jiyana heyî kurtas kirin, yê têde lihevketin di navbera xwediyên berjewendî û xwediyên vînên ji xwe bawer û azad  diyar kirin, bi danîna bingeha rûbirbûn û lêpirsînê mîna du bijar e , bi rêya wana takesan rêbaza sîstemê armanc dikin.

Ji ber ku desthilatdariya  siyasî ya sert çêja gîştî ji cemaweran xwar dikir li ser cudabûna qatên wana de, û  hîştibû di tenahiyê de be û dûrî rastiyên jiyana dema niha be, û xwestekên wê jiyanê ji ronakbîrî , zanîn û kedayîn û ramandina rexnî, û ev hevgirêdana di navbera desthilat û civakê de nifşekî xeniqî   û  ketî peyda dike, di cenaqên  têgehên  çewt û mîtafîzîqî yên ji olan derhatibûn berhem dabû, ligel nezanî û bilmeziya siyasî bi wateya wê ya berzbûyî ve, ev bê bawerî peyda kiribû û herwiha jî mazoşiya civakî yê em dikarin wê bi vî awayî pênase bikin:

( Rewşek e ji jihevketina nirxî ye , û  bê bawerî ji pêşerojê ye, û tewandina giştî ji bavîtiyê re, yê diyar dibe  bi a kirina kor ji serwer re,  û kesên mîna wana ji mêrên desthilatê re , yên bi bergê reşgerî diyar dibin, qatek î ji mêrên jêr bi wana re dibin alîkar, û ewan bi awayekî xurt bi rêveberên yên aloziyan  di civakan de gurtir dikin ve girêdayî ne, û dibin kelem li pêş wan ku ronakbîr bibin, ta bibe qêrîna wan li hember desthilatiya serdest diyaredeyek e dengî be , di nav xwe de serhildanek e reşepêş û ragehî, û dîtina bê dunde ji rûxandina ricîma sitemkariyê berz dike,û jêre dibe bihaneyekê ji bo bimîne), wek mînak :( Islamkirina şoreşa Sûrî, hebûna desthilatê, û belavkirina şerê li dijî terorê, mebest ji vê yekê bidawîkirina vê rabûna serberdayî ji berjewendiya berdewamkirina sitemkariyê.)

Nîşankirina tiredînî û tembelîkirina hişmendî diyar dibe bi rêya berzkirina dîmenên sextiyê bi zîrekî li ser çehrên ku ji bilî cûtina sloganan û xapandinê tiştekî nakin, ji ber ku ketibûn e bin desthilatiya serkotker û jê re bûn e  teriyek e erzan, û bê guman ku cîgirbûna sofîtiyê di reweştên partiyên gelemperatî hîştibû sawêrbûnên sitemkariyê piştre cîgir bibin,û wisa dibûn e kelem li pêş rabûna zanyaran û li pêş pêşveçûn û bilindbûna wan ji wan pergalên bîrdozî disekînin , ji ber ku zanyar xwe natewînin û wekî totî gotinan dûbare nakin, ji ber vê yekê ew timî li ber dadgehên partîtî berdewam gunehkar bûn, û neyarên doz û  rêbazê bûn, ji ber vê yekê hewildana takekes ji bo avakirinê pêdiviya xwe bi piştek e civakî heye ligel  jêhatîbûnekê bi felsefa tevgerê , ji ber serhildan ne peqijokek e dengî ye lê ew berpirsyarî , berketin, û hevgirtinek e civakî ye, û  di bin saya serdestkirina desthilatiya sitmekar de û  bi rêya serweriya xwe, partiyên mîna xwe çêlik kiribû, û civakek e tirsonek kedî kiribû, û herwiha ew civak jî bi kîn e, lê nizane bi çi awayî li hember wê desthilatdariyê serî hilde,ji ber gendeliya rêxistinên wê li ser cudabûnên nav û armancên wêna, tiştê ku hîştbû mîna encamekê ku koçberiya deronî di nav wê de cîgir bibe, ji ber dûrxistin û paşguhkirina afrênerên xwe û qermandina berketin û raberiyên wana, û wisa wêranî bi dawî bû riwê herî kirêt jêre, û wê gîhande encamên bive , tê diyar kirin bi nebûna baweriyê di nav xwe  û cemawer de, ta astek e metirsîdar ji  tol û mehnegirtinê, tiştê ku hewaya awanteya girs durist kiribû, ji teqîna girs yê  guhertina civakê aşkere kir ,dema ji kîva derbideriyê diçe radeya jêhatbûn û geşepêdanê.

Û em dikarin  vîna serberdayî danasîn bikin ku  ewa : rêbazek e partiyên gelemperatî bikartîne ji destpêkên çerxa bîstan ve, ta ku li ser têla wijdanî  yê li cem cemawer de bilîzin, ta vînek e  kawikî demkî biafirînin, hawara xwe bi bijardeyên ciwanên bilmez tîne, ta ku bilmeziya siyasî cîgir bike, yê bi dûbarekirina sloganên şermezarkirinê ve diyar dibe, û çewisandina wan sloganan bi awayekî  tîrbûyî ligel dûrkirina giştî ji hişmendiya rexnegirî ve, û dûrxistina tofa ronakbîr û şerkirina wê bi rêya pêngavên reşkirin û neyarkirinê, û  gunehkarkirina wê bi tembelîkirinê û dozkirina çaksaziyê, bê ku tevlî şoreşê bibin, ta cemawer bimînin di tenahî , qerimandin û reqbûnê de ,ta bighin qam û pergalên cemidî û  ji vaca kedîkirina bîrdozî ti car î dernekevin.

Û bi ketina me di hundirê vê danasînê de em dikarin têbigihin alavê girêdanê di navbera resenî û baweriyên yên dibûn e ji encamê reweşt û reftarên civakî , û vê sînorê di navbera dewlet û gel berz dike, ji ber herdû zorengek e dijwar dijîn, û ti carî ew girêdanên sincî di navbera rêxistinekê hemî kanîbûnên xwe ji bo qirkirina jiyana aram terxan dike  û di nav civakê bi takes û rêxistinên wê de çênabe, misoger e wê vegirtina desthilatê li hundirê şaneya wê ya biçûk, partî û malbatê de bê veguhêztin, ji bo peywendiyên civakî bimînin bin saya tirs, bizdan û serweriya nirxên bavanî li ser awayê ramandinê bi giştî , serdestiya hişmendiya mafiyawî di rêya dadiya civakî, ta takesan deyndar li pêş çavê van desthilatiyên sert de bimînin, yên bi mafê mirovan , nirx û rûmeta wanî sirûştî ve dilîzin  (Sûrî- Îraq) , tiştê ku hîştibû ev civak bibe mîna barûdekê hindik maye ku biteqe, her tiştî beranberî pereyan û destdanîna  li ser pariyê birçiyan û zêdekirina xezaniya wan , û ev jî  reweşta desthilatiya gelemperatî ye yê kêrên xwe tûj kirin e li ser stûyên bijardeyên xizan, ji ber civakên barketî û dorpêçkirî bi baskên girêdanê ji rewrewkên desthilatê û piyên wê yên nimînandî bi ramandina mîtolocî, û ew bi xwe têkelek e ji ramanên olî û mîtolocî, jiyanê biribû li pûçbûnek e giyanî û ramanî , pêvajoka jiyanê li cem komên yên dijî zor û sertiyê rawestiyan e  bêxewî kiribûn, tu rê nîne ji bilî ketina li meydanên xewin û gumaniyê, li rex rewşek e dijwar derbas dibe berve aloziyê, û girtina pencereyên hêviyê.

Em aloziya desthilatê , û li  ser kokên wê yên dîrok de  lêkolînê dikin, peywendiya wê bi bergirtina ayînkarî ve li cem civakan de, ji reftar ,reweşt û ol , û şopandina kêşeyan bi çavê yê li gotûbêja civak û a din de lêgerînê dike, yê guhertinê dixwaze , û herwiha sûda  çûnê ji bo rûbirûbûna zora ragihandî û gendeliya a rengên pepûkiya diyarbûyî li xwe dike, di çarçova gotûbêja zorenga qayîm de di navbera hêzên parêzvanî û hêzên guhertinê di paldebûna xwe li ser heyîna hevgirtina xuristî di  jiyana civakan de bi takes û komên xwe ve, wekî encamek e dînamîkî ji sûda dîtina xweşiyê di çarçova sîstemek e rastîn bi destê civakan ve dibe û xwestekên wana bi cî tîne, û pêkanîna aşkerekirina ricîma damezrandî li ser têgihiştina pêdiviyên civakê yê xuristî bin saya hişmendiya rajorbûyî û dehfandina wê li guhertinek e rastîn ,rêbazên wêna yên rewşanî hene, ji  hel û mercê cîgehê ve zayîn dibe, ji ber têgihiştina xuristiya xelkê û kiryarên wê ewa rêyek e ji dehfandina wê li berve baştirînê , û aşkerekirina hevgariya civakê bin saya rêxistina devgirtinê, ewa diyarkirina rastiya ku civakan rastî bahatîn, û bê bawerî di nav xwe de tên, aşkere dike civaka xuristî (gund) û civaka bajarên mezintirîn bi rêya du şepêlên nakok ve nagihin hevdû, ji ber ku hêsanbûn û sadebûna mirovê xuristî napejirîne sertiya sitemkariyê û gendeliya rêveberkarên wêna yên di bajaran de dimînin, û zehmetiya jiyanê li gund de, bi sedemê xizanî û pêdivî, ev heta radeyek î dûr hîşt ku mirovê xuristî dûrî jiyana xwe ya heroj be, yê li ser bingeha peywendiyê ve saz dibû, ev jiyana gelerî û baweriyên yên bi dûlaneyîya mirov gemarî ne bû ye,di çarçova reftarên yên rêxistina têçûn û çavkariyê çêkiribûn.

Û têgihiştina  rêbaza xuristiyê û kirina wê mîna bingehekî ji her pêşveçûnê ve ye ew bi sûdtir e, ji ber ku gera li mirovê zanyar ewa armanca balkêş e ji hizran re, li gor berdewamkirina rodanên dûrêzîhevdû û yên ji me re  xuristiya hebûna berfireh bi meydanên wê yên cuda bervajî dike û ji me re rehet şerê girtinheviya rastîn di navbera hêzên avakirin û wêrankirinê diyar dike, ew ramanên yên bi hurgilî derbasî henasê pêşwazîkerê hişyar dibin, di xwestekê serkeftinê ji heyîna xuristî re yê bi hebûna welat ve berz dibe, û gotûbêja bandorkirina wê bi heyîna giştî ve di çarçovê diyarkirina rastiya tam li gor tekeskirina  naveroka ku evîn hebûn e û hebûn zanîn e, ji ber ku kirdeya  rabûnê yê hewil dide ku sitemkariyê rake bi wan kedkirinên armanckirî ji bo dîtina cureyekê ji azadî û nemûneyî û livandina çevanên xuristî ji mirov re ji bo berketina kiryarê xêrê û kar ji bo wê, û tekeskirina li ser girêdana di navbera mirovê afrêner û reseniyê de di cih de, û girêdana peywendiyên xurt di navbera yên hewil didin destkeftiyên mirovê zanyar biparêzin, wekî binavkirinekê ji nîşanên dîrokî ve yên li ser gewrbûna kiryarê çêker piştrast dike, û xwedîtina wî li ser her xirabî an çewtiyekê, û ewa berve rêbaza  lêgerînê li nirxên xuristî dike di  rewşek e windayî û aloz de, hemî takesên wê  derdê dikşînin, ji zehmetiya ramandinê ji ber zordariya desthilatdariya siyasî  û bêzariya wê ji şopandina guhertinên demê niha, ji ber têkçûna wê ya sincî , tiştê ku hîşt civak li meydanên koçberiyê de bijîn, û bê bandor bin li ser wê sîstema yê jiyana wanî rojan e bi rêve dibe, û wisa kesên yên daxwaza guhertinê dikin zêdetir rastî işkence û qirkirinê dibin, bi rêya derdê yê bilavbûye li hemî rojhilata navîn , yê bi sitemkarî û hişmendiya gelemperatî ve hatiye naskirin,ji pîrozkirina peykerên serbiran , û pabendbûna kor ji wan re, tiştê ku di hundirê wan de tijandinek e hêdî hêdî wê biteqe peyda kiribû, û aloziyên sincî diyar kiribû, yên di civakê û saziyên wêna de derbasbûn, tiştê me dihêle ku em dîrokê vegerînin ta em encamên wê yên bi bêtar nas bikin, û pevçûnên yên di navbera desthilatan de rû didann  civakê hiştin ku di penaberiyek e xirab de bijîn, jiyana wê  û berhemdanê û gerentiya mafan ji hevdû  ve cuda kirin, ji ber ku di nîvê ew girtinheviya bive di nav desthilatan de, em berhemkirina zordariyên cur bi cur dibînin, civakê hîştibû bibe êzingên timî ji meydanên pevçûnê, û kesên çaksaz û bangdayên guhertina ji kokê xwestin reftar û bingehên rabûyî saz bikin , ji bo bi hevsarê bigrin, lê van kedan tu sûdê nedan, û nebûn e rêgir li pêş bêtarê gewr e, ji ber ku sitemkarî ew derdê mezintirîn e yê di riwê civakan de sekinî ye, ta negihe rabûna hevjiyanê di bin yaseyek e dadmend de, û berdewamkirina alava serkotker bi kiryarên xwe ve dihêle war bê ser û ber bibe,û pêşeroj tarî û nediyar be, ji ber pepbûkiya desthilatê û bêzariya wê ku xwestekên heyî û pêdiviyên serek e ji bo jiyana civakê bicî bîne, bi binavkirina vê zorenga mezin di navbera sîtemkarên yên tim dibêjin ku em hene ji bo  bergiriyê bikin li hember dijminê ku ji derve tê, û gotina wê ku ew li beranberî qumploya gerdûnî radiweste, û ala sosiyalîzmê radike,û zordarî her û her di hundirê saziyên xwe de binyad dike, û bi xurtî reftarên serweriya olî diparêze bi navê zanistdariya sexte, hewil dide herwiha  ku tovên tîjandinê di nav bijardeyên civakê de biçîne, dema  bijardeya rewşenbîran kelepçe dike, û dihêle beşekî mezin ji wan bibin e kole ji wê re, û beşê din di zîndan û girtîgehan de bin, bi rêya weşandina tirs û penaberiyê di nav wan de, û kirina cuyeryên azariya gewdehî û deronî dermafê wê de, ji bo ew desthilat bimîne mîna zengilê wêraniyê di nav civakê de, ji ber ku kêmbûna kirdeya tevgerî yê ku hêmanên guhertinê tîne , ji bo berjewndiya rabûna sertiya desthilatê û zêdebûna serweriya wê , û cenga wê ya rastîn li hember cîgehê , dihêle ziyan û gemarbûna belav bibe li her derê , dema hatinên sirûştê  bibe pirojeyên bazirganî  qezencê tîne , ev rê vedike ji çavkariya bê sînor û herwiha gumanek e bive derdixîne ji diyardeyên cengên sermedarî, û nemana  hatinên dewletan û wêranbûna wê , û ketina di aloziyên metirsîdar ji serkotkirinê pêktîn e  
ew serkotkirina  yên desthilatên sitemkar pêktînin ji bo nemana gelan ligel birina hatinên wê yên xuristî, ji ber ku ew ceng , cenga li hember vînê ye, cengek e li hember reseniyê, nirxên sirûştî,  û evînê ye, û çareya mirovê pêşvero ewa ye ku di rûbirûbûna de be bi xurtî û bawerî, di rêbazek e armancbûyî naveroka wê ku dema pergalkirin û kedîkirina bîrdozî hindik maye bi dawî bibe, û serkeftina tenê a armanbûyî ewa di saxlemkirina civaka xuristî bi nirx û takesên wêna ye yên hewildidin berve baştirînê biçin.
https://youtu.be/tvhfECbYpEs






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5767