Rêber HebûnVîna evînê mîna çîrokek e rastî di nav xwe de þêwaza zindî ji danîna xelekên bi hevgirêdayî ye, têde mirov dikarê demek e zor ji dîroka kurda û pêkhatiya xiristiyanî yê ligel kurdan bi hevdû re rastî tund û tojiyê hatibûn têbigihe, û ol dibû destika bingehîn ji dewamkirina qirkirin û destdirêjiyê, lehenga romanê Çeto û hezkiriya wî Þengê mînaka hevjiyana hevbeþ diyar kiribûn û dixwest nivîskar Luqman Silêman bi rêya vê romanê ne tenê behsa buyerên çêbbûyî bike,
lê jiyana millet di wê çaxê de, û kiryarên dewleta Tirk dermafê
gelê kurd bi rêya þopandina nivîskar ji kêþeya leþgeriya neçar, ew çûna
bê veger , bi þêweyekî tenik û zîz jiyana mirovê kurd, hizrê wî û
hurgiliyên jiyanê û peywendiya takesan bi hevû re derbirîn bike bi
giyanê wê çaxê, û ev yeka ji xwendinek e kûr û dirêj ji dîrokê ve pêktê û
herwiha diyar dike peywendiya nivîskar bi xwedî temenmezin re, têkiliya
wî ya zindî bi lehengê vê romanê, û pirsa li ser ziman timî ew e , gelo
çawa xelk di wê çerxê de jiyabûn, û bi çi rengî mirov berxwe dide,
çawaniya ramandina civakê û nêzikbûna mêrên ol ji desthilatê, û bandora
gotara olî li ser millet , cêwîbûna ol û siyaset, û lîstina wê rolek e
serek e di jiyana civakan de, û rewþa kêmbûna zanînê , xizanî û
perîþaniyê.
Ev roman bi awayê sînariyo filimekê hatiya danîn, û
bi rêbazek e dîrokî behsa rewþa demekê û cihekê dike li herêma cizîra
Botanê û cizîra bin xetê heta Dêrikê dike, û di navbera herdû xetan de
deshilat ji hevdû cuda dibin, û yê li herdû aliyan de ziyan û êþê
dikþînin dîsa kurd in.
Çawa ol dibe destikek e ji cudakirin û
parçekirina civakê û dîtina civakê ji evîna du kesên cudareng , ligel
nakokiyên oldaran yên hinekan ew herdû evîndaran lihevdû mehir kirin û
hinekan ji hevdû dane berdan
wek ku di van xêzan de diyar dibe , wisa lehengê romanê ji danerê vê romanê re dibêje :
(Luqman binêre çi hate serê min!
Wê
þeva ku min Þengê revand û bir e cem mele Hisên ji min re negot: Madem
te nuha jinik revandî ye li te nayê mehirkirin, ne jî pirsa mêrê Þengê
kir, yan pirsa zarokên wê kir.
Di wê þevê de mele Hisên Þengê li min mehir kir, ji min re negot dibe ku ev jinik ducanî be ji mêrê xwe.
Mixabin
pismamê min mele Fendî ji Þengê ji min da berdan bêyî ku ji min re
bibêje û dêrê ez ji Þengê dame berdan bêyî ku jêre bibêjin.
Binêre bi navên olan çi anîn serê min û Þenga Xeristiyan?)
û
di nav wan herdû pêlên dijwar , zimanê evînî digere di xêzên vê romanê
de, mirov dixe rewþek e hestiyar de, cîhan li vir dûbar e dibe bi
awayekî hunerî tê avakirin, û wek ku huner bixive û vê jiyana hevgar
binirxîne û helwestekê beranberî wê deyne, ew evîn çawa destpê bû û çawa
bi dawî bû di nav tirs, bizdan , û dûrketin û hevdîtin, û bi dawiyek e
xemgîn ev roman bidawî bû,
wek ku em dibînin R 302:
(Çeto
digot: heger ku ez û Emînê carek e dî li jiyanê vegerin, ez ê carek e
din wê birevînim û ji wê pêve min kes navê, nedikarim ji kesî hez bikim
wek e hezkirina ku min ji þengê hezkirî.
Xwedê mala bêbextiyê wêran bike!, xwezî mirovan tu caran ji hev hez nekiriba, daku ev barê giran hilnegirtiban.)
Helbet
huner û sazkirina rêbaza romanî li vir bi awayekî romantîk hatibû
hunanadin, û tevinekê di nîgaþê xwendevan de rêsandibû , ligel pesindana
cîgehê deþt û newal û çiya û xanî, têde erdnîgariya Kurdistanê diyar
dibû, bi rêya wênegirtina cihê mayîna çeto û reva wî ji cindirmeyan
,geh bi Ehmed re û geh bi tenê, û ew çûna di navbera herdû parçên
kurdistanê de, û jiyan bi yek þêweyê bû , zor û iþkence , pepûkî û
bêzarî nîþanek xuyanî bû di riwên kesayetên vê romanê li ser cudabûna
navdariyên wana, û dema mirov li dîroka berê dinêr e, berketî dibe dema
niha û rêbaza çûyîna qunaxên demê , û xalek pir girîng heye divê ez
bînim ziman û ev xal girêdayî ye bi rêbaza romana dîrokî û kêm romanivîs
berî xwe didene vê rengê nivîsandinê , ji ber ku pêdiviye li ser
romannivîs dîroknas be jî , û herdû þaxên zanistên mirovî bi awayekî
afrênerî bikarbîne ji bo xizmeta hunera bi bandor , hunera hêjayî bi
serpêhatiyên mirovê zanyar û keda wî beranberî dadgehên keysbaz û
zorkaran .
pergalek e hunerî dagirtî êþ, xemgînî û bi pergalek e
romantîk û hestiyar bê avakirin, wisa romana vîna evînê xwest rewþa gelê
kurd bi nimûneya lehengê romanê diyar bike, û dikarîbû nivîskar têde
azariya civakekê bîne ziman ji nifþê niha û bê re.
https://youtu.be/ZNmE9jM1HLE