Keçên jiyanê
Dîrok: ÇáÃËäíä 30 ãÇíæ 2022
Mijar: Nûçe



 Dr.Xelîl Omar

Hîna navika Margerêt nehatibû birrîn, waqînî pêket û textor û nûrsan ew ji destekî dane destekî.
  Di wê salê de û di wê rojê de û di wê seet û xulekê de, navika Morê bi meqesa malê hate birrîn û tevî ko wê di cih de kire waqînî, lê rebenê ma weke tejekî reþ! Te dît xelkên Riwanda ji berê de ne takî berfên in.
  Þînê jî di vê wextê û vê rojê de ji diya xwe re çêbû, lê demeke dirêj deng jê nehat! Gelo keçikê nexwest serên yên li dora xwe bêþîne? ..Gelo nexwest ko di malê de, bibe keça heftan? ..Gelo protesto kir ji bo dûrbûna bavê ji welêt? ..Gelo þermezar dikir ser, ko Zîna "mittirb"¹ jê re bûye pîrik? Gelo ..Gelo…


  Pîþtî van mitalên vala û bêçare, Þînê biryar stend û dengekî bêkêr jê hat û hin bi hin reng lê vegeriya û bi sistayî destikê xwe bir ber bi devikê xwe, qey ta ew jî ji xwe re dinya gewrik bibîne!
- Dîsan keçike ne wisa? Xesiyê pirsî.
- Xulama te be, weke xezaleke werdî ye! Zînê bi kêf lê vegerand û du qerpalkên pak li keçika þemze pêça.
- Mizgîniyê bidin Hecî Reþo, herî ko bav li çol û pola ye! Xesiyê bi þermezayî got.
- Hemû dana Xwedê ye, çi keç çi kurr! “Nûrsê” baweriya xwe di vî warî de da û keçika wek lepekî da destên diya wê.
- navê wê bikim Gewrê! Dê bi dilgeþî got û keçik danî ser doþekê pî xwe.
- Navê wê tu dikî Gewrê, navê wê tu dikî Mewrê, ji min re weke hev e! ..Eva þîn, çê ye ko navê wê Þînê be! Xesiyê bême''''''''dî xwe got.
- Belkî bibe sebeb û Kawa vegere û warên wan þîn bibe! Zînê hêvîkir û zîvirî ser jinika çillîn û jê re got: Hela bê tu tiliya xwe nake devê wê, bera keçik fêrî mijandinê bibe û tu jî hinek dimis û rûn buxe.
PIÞTΠ 7 SALAN
  Margerêt li ber neynikeke mezin  hevde-hevde porê zer þkinî û hûna û çentekê pemba avêt ser piþta xwe, û di vê navê re Roz jê re sendewîþa "Hot-dog" pêçabû û çawa dê sendewîþ danî ser mase, keça malê tê dahat û bibez berî da posta dibistanê.
  *       *       *
  Corc Hamilton li Riwanda raporteke dûdirêj amade dike û qet jibîr nekiriye ko telegramekê  ji keça xwe re bi rêke. Sibe 11 sebtember e, rojbûna Margerêtê ye û ma kullek di dilê wî de: Gelo wê Roz ji þêrîna ber dilê wî re "barbie"² kirȋbe? Naherê Roz tiþtên wisa jibîrnake! Corc li xwe vegerand û ma mijûl ser roja sibe, dema ko raport û wêna wî di "Daily Mail"³ de, bê weþandin û xweziya wî ma bi wê wextê, gava ko Roz wêna wî þanî roniya çavên wî bike.
=  
  Morê, ne çente hebû, ne gore hebû, ne dibistan hebû, lê cengeke giran di navbera eþîra wê û eþîra Totsî de hebû. 11 sebtember e, Sebellî, li erdê pan bûye û ji pêvî xwînê û tivinga kelaþnikov û cendekên çend kuþtiyan kesekî din li dora xwe nabîne! ..Mannê, Kêba, Sayko, Morê çi bi serê wan hatiye? Çi felek li wan geriya ye? Sebellî ji xwe pirsî û bi êþ û nalîn, terrîþa serê xwe li birîna lingê xwe bada.
=   
  Þînê berdilka þîn li xwe kir û demeke dirêj li þeh geriya û bêxatir û maçîkirina dê, derî vekir û hêdî hêdî berî da mala Gulê.
=
 Kawa ev dora heyþt salên wî ye, ko ji malê derketiye û bê deng e û bê xeber e! Hinek dibêjin ew di þerrê Libnanê de hate kuþtin! Hinekî din digotin nedûre ko ew li "Israîl"-ê dîl bûye! Civatên pîrekan digotin: Heye tuneye, mêrik ji xwe jineke "Libnanî" aniye û guhê xwe ji gellek merselan dînc kiriye.
=
 11 Simtember saet 11 û 11 xulek, namake þînesor bi pûl û bi mohr, kete destên Þînê
    Mamoste name ji xwendevana xwe re xwend û xwend  û dawiyê gihîþt silavan ji bav û dê re û herwisa Safînaz û herþeþ xibþên xezalan, yek bi yek û nav bi nav, lê mixabin tenê navê Þînê di nav navan de, ne þînkir û ne sorkir.

------------------------------------------------------------
¹ Kesin, ne eþîrin û kurd bi çavekî kêm li wan dinerin.
² Bûka zaroka ye navdar e.
³ Rojnamak Barîtniye rojane ye.








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5763