Zewaca njen
Drok: 06 2022
Mijar: Ne



 Dr. Xelil Omar

   Pîrê ji bêkesî û kalo ji bênefsî, herdiyan li hev pirsîn û meheke di wê navê re neçû, bûk û zavê govendeke giran lidarxistin. Ji aliyekî de dahol û zurne bû û ji aliyê din ve girî û hêsrên herdû keçên Kalo bû; çawa wê bav bizewice û hîna deh sal di ser mirina diya wan re neçû ye.
- Heger  min nehit  ko takên porê wê, yên mayî bibin hirî, bera navê min ne Xecê be! Keça Kalo ya mezin got.  
 - Heger  min nehit  ko ew sêrê xwe jibîrbike, bera ez ne ji pita bavê xwe bim! Keça Kalo ya biçûk got.
- Xwelî li serê min be, ko ev hedû sêwiyên ber dîwaran, ji min re bibin kê e! Pîrasêr ewê jî ji xwe re got.


 Li balefirgeha "Frankfort"-ê melkesa pîrê danî û çawa xwe ji polîs û gumrikê azadkir, berê xwe da teksiyekê li dera han û navnîanek da destê ifêr.
*   *   *
  Li kolana "Gottê" li ber deriyê bara "Pontê", herdû xortên kurd pêwaziya mêvana xwe kirin û ew vexwendin hundur ser "bekaleke”¹ bîra bavarî! .."Bekala" pêîn bi pirsên ser rewa welêt xelasbû, bi vexwuarina bekala diwem ; pîrê û herdû xort bi hev re gihîtin peymanekê û qelenê herdû keçên Sofî birrîn û ji wêderê jî, jinika sihirdar, koma "mark"-an² transfêrî hesabê xwe yî swêsrî kir.
*   *   *
  Serê sibehê ye, roja înê ye, roja ko pîrê tê de bi tu deveran de naçe û xwe ji Remlê û mitalan re vala dike û heke girîng bû, ew dikare roja mêrik jî lê bike jar.
- Wê mêvanên me bên û va titek di destên wan de ye, gelo buxçike gelo sellike? Pîrê got û serê wê ma daqûl li ser Remlê.
- Gelo ew ji riyeke dûr ve tên? Sofî jê pirsî û destê xwe avêt herdû taken  riha xwe.
- Hela wêde, Xwedê ji te razî! Pîrasêr bi zilamê xwe re xeyidî û ew ji xwe wêde kir.
*   *   *
- Yadê pîrasêr, ins e an cinn e?Lawikê cîrana, ji diya xwe pirsî.
- Pîrasêr mirov e, ew jî weke me ye, dizewice û dimre, lê tenê
zarok jê re çênabe! Dê lawikê xwe liberxist û berê xwe da bîro û
neynikê.
- Yanî pîrasêr  ne pîrebok e? Lawik dîsa ji diya xwe pirsî.
- Pîrebok cinn e! Dê lê vegerand û mûçing avêt orta herdû biruwên xwe.
- Wê rojê diya emso digot: heger  mirov derziya çelokan di ber pîrebokê re rake, ew pîrebok nema dikare xwe ji ber çavan bixe û bi vî rengî bapîrekî wan ji xwe re yek ji wan girtibû û jê re hemû karên wî dikir! Lawik ji diya xwe re got.
- Serbextê diya emso be! Dê mizicî û mûçing ji dest xwe danî û “pomad”-a  sor di ser lêvên xwe re bir û anî.
*   *   *
- Miriyekî me di qulekê de nehitiye! Dê û bavên me biriye firingekî,wextî cîran ji ber me barbikin,agireke û em têdene! Ez di bextê te de, bê tu çarakê ji me re nakî? ..Tit nema û me nekir! ..Lê me axa ûcaĝ Koro li ber derî belavkir, lê me berbejin û tiberk ji mala êx Meqsûd jê re anîn, lê me devgirêdan jê re li cem “Ezra”³ çêkir! Hemû weke ava, ko tu berra binê bêjingê de! ..Tu ji min re nabêjî ev çiye?..Min hîna televiyonên wisa bi gellek bikok nedîtiye? Jinika cîran ji gilî û gazinan hate pirsê.
- Ev kempyûter e, keçên zilamê min ji Elmaniya ew jê re andine, te dȋ pêwendî di riya "skype" re bê pere ye! Pîrasêr jê re îrovekir.
- Her mirov dimîne her ecêban dibîne! Jinika cîran got û herdû destên xwe danîn serhev.
- Ji bo bûka te, ezê ji te re li malpera Valintayn binerim û hemû pirsên ko di “ankete” de hatine,divê tu bersevên wan yek bi yek bidî! Pîrasêr jinik li berxist û xwe vemalt.
- Cima tu ji min re li Remlê nanerî! ..Ma Remil jî xeradibin? .. Bibuhur xaltîkê bi Xwedê eva han nakeve serê min û bi rastî jî, ez nizaim bê tu qala çi dikî! Jinika cîran baweriya xwe di merselê de da.
*   *   *
  Pitî ko sofî Kitik fêrî kempyûter bû, her roj bi se''''''''etan bi herdû keçên xwe re “çat” dikir û gava ko pîrê ne li mal ba, radibû bi karê wê jî û biser kullan de bê pere xizmeta xelkên dûr û nêzîk dikir.
*   *   *
- "Kurmê îrî ta pîrî!". Nanê min li vir nema! ..Bera jê re bimîne, serê wî buxe! Heger ko ez vê jara han bikînim jî, ewê cegenên wî yeke din jê re biînin! ..Du titên a min di jiyana xwe de kirin: Ya yekem, ko min evê han kir! Ya diwem, ko min ew fêrî kempyûter kir! Pîrê ji xwe re got û bê zengo li melkesa xwe swarbû û bê fîtêz û dibiryac, weke rakêtê bi hewa ket.
----------------------------------------------------------------------------------------------------
¹ Qiideeke mezin e.
² Pere yên Elmanya bûn, berî €.
³ Mirovekî Cuhû bû, li Qamilo devgirêdan çêdikir.






Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5725