85 Daliya Rojbna Yilmaz Guney (1937 1984)
Drok: 31 2022
Mijar: Ne



Konê Re

(..Ta ku mirov li jiyanê be, wê kul û xem, evîn û hezkirin pîre berdewam bin. Zana be an nezan be, her wê ew barhilgirê kul û xeman û evîn û hezkirinê be.. Min di filmên xwe de hewil daye ku, ez kul û xeman, evîn û hezkirinê bigihînim hev.. Gelek kes van titan ji hev dernaxînin..)
Yilmaz Guney
  Di yekê Nîsanê de 2022, (85) sal di ser rojbûna lehengê kurd, derhênerê bi nav û deng Yelmaz Guney re derbas dibe.
Yilmaz Guney kî bû, çi bû û çi ji gelê xwe re pêkê kiriye ta ku em wî bibîr bînin? 


  Ew kurdekî resen bû.. Derhênerekî cîhanî bû.. Wî, di rojên teng û dijwar de, perîanî, zulm û zora gelê xwe di rêka fîlmên xwe de ji xelkên cîhanê re da xuya kirin û ekere kir.. Di filmên xwe de bi serbilindî kurdîtiya xwe diyar dikir.. 
  Ew di 1ê Nîsana 1937an de li gundê (Yenîce), herêma Adenê hatiye dinyayê. Navê bavê wî Hemîd û diya wî Gulê bû, ji xelkên Zaza bû. Di malek feqîr û perîan de mezin bibû.. Di biçûkaniya xwe de gelek kar û barên têvel kiribûn; ji avdana bexçan ta bi sewterîbûna kolanên bajara.. Pêre jî hez xwendin û nivîsandinê kiriye.. Pitî ku lîse qedandiye bi çend hevalên xwe re du kovar (Dorok û Boran), bi zimanê tirkî weandine. Ew derhênerê gelek filmên bedew e û 17 xelat li dor filmên xwe wergitine. Belê di sala 1982an de bi bedarbûna wî di festîvala (Kan)ê de li Fransayê bi filmê (YOL), Xelata zêrîn stand û bi wê xelatê navê wî û perîaniya gelê kurd di dinyayê de belav bû.
  Ji filmên wî: Kerî, Seydxan, Belengaz, Kesên Revyayî, Bav, Kovî, Talî.. û gelek filmên din hene.. Di sala 1983an de filmê xwe yê dawî bi navê (DÎWAR), bi alîkariya hikumeta Fransî li bakurî Fransayê kiandiye.
  Hêjaye gotinê ku, ew jî yeke ji wan kesên ku di sibata 1983an de (Enistîtuya Kurdî) li Parîsê damezirandine, wek; Cegerxwîn, Qenatê Kurdo, Osman Sebrî, Tewfîq Wehbî, Remzî, Dr. Nûredîn Zaza, Haciyê Cindî û Ismet erîf Wanlî.
  Ew di 9ê Êlûna 1984an de li nexwexaneyeke Parîsê koça dawî kir. Bi rêûresmekî bedew ji rex hin wezîrên Ferasnî, cemawerekî mezin ji Kurd û Fransîzan ew li Parîsê di goristana (Laaz) de, li kêleka van herdu helbestvanên Fransî yên navdar; Charles Baudelaire û Alferd de Musset hat veartin.
  Ma nehêja ye ku em her sal wî bibîr bînin û navê wî li cihekî bilind deynin? 
Qamilo, 01.04.2022







Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5723