XELATA SEYDAY TRJ CARA YEKEMN HATE DAN
Drok: 31 2022
Mijar: Ne



Roja 26.03.2022, li Komeleya SÎWANA KURDAN, li bajarê Essen, sîmînarek ji bo bîst saliya koçkirina seydayê Tîrêj hat lidarxistin, ew sîmînara ko Komîteya Çalakiyan ya Yekîtiya Gitî ya Nivîskar û Rojnamevanên kurd li Sûriye pê rabibû, di wê sîmînarê de, û li gor biryara Komîteya Xelata seydayê Tîrêj, yekem xelat hate bexandin bo helbestevana Kurd a navdar: Mizgîn Hesko, ji ber keda wê a mezin ji bo wêje û helbesta Kurdî ...
Mamoste Mizgîn Hesko sala 1973, li gundê elhûmiyê, a girêdayî bajarê Tirbesipiyê, ji dayik bûye, ew ji zûde bi malbata xwe re li Elmanya dijî, heya niha 10 pirtûkên wê hatine çapkirin, ko bêtirî wan helbestin, berî niha sê xelatên wêjeyî wergirtine, ew endama YNRKS, û endama Komîteya nivîskarên rojnameya ( Pênûsa Nû )ye, beê Kurdî ...


Hêjayî gotinê ye ko ev xelat her du salan carekê tê bexandin .
Em vê xelatê li mamoste Mizgîn Hesko pîroz dikin, û temenekî dirêj û tenduristiyeke xwe û ba jê re dixwazin ...
Mamoste Mizgîn tu her hebî û herdem serkeftî bî ...
Komîteya Xelata seydayê Tîrêj
26.03.2022








Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5722