Seydayê dilþad
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 25 ãÇÑÓ 2022
Mijar: Nûçe



Mizgîn Hesko

Bê guman, di dawiya payîza sala 1992-an de, me serdana Hisiçayê û mala Seydayê Tîrêj kir. Beþek ji helbestên min ên bi þêweya kilasîk û bi riya Partiya Demuqrata Kurd li Sûriyê / Alpartî/ gihiþtibûn ber destên Seyda û wî doza dîtina min li hevalên Partiyê kiribû .
Bi dilgermî, rûgeþî û mîvanperweriyeke bê hempa Seyda bi xêr hatin û pêþwaziya me kir û wiha çend demjimêrêrn tije û watedar me li civanê wî derbas kirin.
Seydayê Tîrêj û ji min re li ser rûpelekî ji berhevoka min î helbestan û bi xêzên destan, lê bi tîpên Aramî nerîn û rexneyê xwe nivîsî bû.


Diyar bû ku wan serdemên seretayî ez ji rêzbend û serwayê derdiketim, ev yek ne bi dilê Seyda bû û ji lewra wî xwest ku demekê li ba wan bimînim, yan jî bikaribim bi kêmanî çend caran biçim ba wî da ku em bi hev re wan kêmaniyan çareser bikin.lê mixabin xwesta Seyda û piþgirtiya wî a bê hempa qet ne pêkan bû.
Belê hêjayî gotinê ye ku helbestên min bi dilê Seyda bûn ji ber ku wî ji min xwest ku wan serrast bikim û paþê çap bikim. Bi dîtina wî êdî gerek bû ku keçên kurd jî dakevin meydanên wêjeyî û rahêjin pênûsê û bi kar û barê nivîsînê rabin.

Belê û sebart bi çend demjimêrên dîtina me ji Seyda re dikarim û di derbarê kesayetiya wî de bibêjim: Ku Seydayê Tîrêj mirovekî dilnizim, têgihiþtî, dosthez û hunerdost bû. Her bîstikekê tekeziya yek xalê dikir ku ew þagirtê Seydayê Cigerxwîn e û ji dibistana M.Cezîrî û Ahmedê Xanî ye.
Dema ku Seydayê Tîrêj beþek ji helbest xwe ji me re xwendin, pêre jî awazên dilgermiyê, coþ û xiroþa rewanê Sofînizimê wekû xelekên iþqê dihilperikîn semayê.
Bi giþtî û ev ji berhemên Seyda jî xuyaya ku hin mijarên sereke ew ber bi xwe ve dilbirîn asoyên Helbesta kurdî a stûnî, a bi rêzbend û serwa:

* Welatperwerî û ristina ji bo xizmetkirina hemû hêlên vê xala sereke.. ku li ba Seydayê me ew yek ji nirxên herî pîroz e û divê di helbestê de parastî bimîne.
* Rewanbêjî... ku dikarim bibêjim ew ji behreya pirr herikbar û ji iþqa bê rawastan der dihat.
* Parastina pêlewazan û hûnandina li ser teþiya stûnî.
* Xweza ( Sirûþta Kurdistanê ) bi hemû rengên kulîlk û tilûrên xwe, merg û çîmen, rûbar û kaniyên zelal û hwd.

23.03.2022 ji  Nexewþxaneyê.






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=5718